Filîtê Quto

Ev destan li herêma navçeya Qubînê (Bişêrîyê) ya li ser Batmanê diqewime. Mekanên bûyerê gundê Tapîyê yê li ser Qubîna Batmanê û gundê Bilêder ê li ser navenda Batmanê ye.

Ev destan wek kilamê Karapêtê Xaço hatiye nasîn û bi vî awayî li Batmanê û li gelek herêmên din ên Kurdistanê belav bûye. Li gor Salihê Kevirbirî, li gor herêman sê versîyonên vê destanê yên bi navê Xerzan, Serhed û Qafqasyayê hene.[1] Di destanê de tê dîtin ku şîna Filîtê Quto tê girêdan.

Li gora vê destanê ya versîyona Xerzan a ku Salihê Qubînî dibêje mezinekî eşîra etmankîyan, Mamê Emê Etmankî, digel karwanê xwe ji Bedlîsê derdikeve da ku biçe Dîyarbekirê, malê xwe bifiroşe. Di rê de li herêma Qubînê, li gundê Tapîyê vedihesin. Li wir nîqaşek di navbera wan û Filîtê Qutoyê Reşkotî de derdikeve. Piştî ku Karwan diçe li Dîyarbekirê malê xwe teslîm dike û vedigere gundê Bilêderê yê li ser Batmanê, Filîto Quto li vê derê tê pêşîya wan da ku heyfa xwe ji wan hilîne.

Filît, tivinga Mamê Emê Etmankî jê dixwaze, Mamê Emê jî tivingê wek namûs û xîreta xwe dibîne û nade Filîtê Quto. Nîqaş mezin dibe û Mamê Emê bi tivinga ku ji Dîyarbekirê kiriye, Filît dikuje. Eşîra Reşkotan pê dihesin û karwanê ku ji 55 kesan pêk tê, dikujin. Li gora ku tê gotin tenê sisê ji wan difilitin. Paşê etmankî li Bedlîsê xwe didin hev da ku êrîşeke mezin bikin. Eşîra babosîyan jî piştgirî didin etmankîyan. Berîya ku bigihîjin herêma reşkotîyan, eşîra pencînaran û giregir nahêlin ku zêdetir xwîn birije. Pencînarî dibêjin reşkotîyan kara xwe kiriye û heke hûn herin hûn ê tev bimirin, li ser vê yekê etmankî û babosî vedigerin herêma xwe.[2]

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Salihê Kevirbirî, Filîtê Quto, Weşanxaneya Nefel, Stockholm 2002, r. 59.

[2] H.b., rr. 60-63.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply