Ez Difikirim ku…

Digot: Kî bibêje ez Tirkim, kêf kêfa wan e!

İnca bi ayeta xwedê, kê hema piçekî ji kompiturê fehm bike û jin a mala be, kêf kêfa wan e jî…

Êdî her tişt di binê destê wan de ye, karin xwe di derbarî hertiştî de bi saya serê vê kambaxê bigihînin.

De ka em bala xwe bidinê; mayê tu bêjî têde heye. Ji hînbûna xwarinê bigre, heta tevn û honandina nexş û nika, ji şîroveyên xewnan bigre heta nêhirtna falika û dîsa, ji erdnîgarîyê bigre heta psîkolojî û teknolojî, danûstandin, tenduristî, mamostetî w.d….

Ez heta niha jê gelekî hînê tiştê kêrdar bû me!
Bo min a yek emîn û ya giranbuha; bi saya wê, xwendina xwe ya kurdî pêş ve birim. Ya duyemîn, derd û keser, xweşî û nexweşi ya dilê xwe jî bi awayekî pê vedibêjim. Bi rastî ev ji bo min wekî terapiyek e. Her çıqas, wisa bi ser û go nebe jî pê ewle dibim.

Ez dixwazim hinkî li ser bi kêrhatina sirka sêva bisekinim ku min ew jî ji vê kambaxê hînkiriye!
Sirka siva ji bo gelek tiştan başe, bi teybetî jî ji bo şûştina pincar (baxdenûs, tolik, pirpar û w.w) zebze tiştekî entikeye.

Ya dudiyan jî ji bo bêhn û kivarika lingan (ayak mantarı) tiştekî mûcizeyî ye!
Havînek dirêj li pêşiya me ye! Derdê bêhna ling û bin çengan qet nayê kişandin.

Ger piçek pembû bi sirka sêvê şilkin û di bin çenga xwe din wê hêlina bakteriyan wêran bibe. Serê siba carekî, êvara carekî bese.
Di demekî kin de ev pirsgirêk ji holê radibe!
Ê ji xwe bê serşûştin jî divê mirov ji malê dernekeve!…

Ev kêfû şayiya kompiturê wekî zilme kî li me nehati ye ferzkirin, Kêf û şayiyek ji haybûnê ye!

Berfîn Dîcle

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply