NÊÇÎRVANÊN MASÎYAN
DANSÊ LI MEYXANÊ DIKIN
Meriv dikare li kolanê bibihîse, ku li jêr, li ber kenara deryê:
Nêçîrvan di meyxanê de dansê dikin
wa xudêyo, çiqas xweşik dansê dikin
wek gemiyek qîrê, wek bermîlek ji jor de devberjêr be
Ew lingên bi hêz dikine kute- kut
Û ji kêfxweşiyê xuyî ji keçikan diherike
Çiqas ew mirov bi hêz û xweşik e, û nêçîrvan û peran qezenc dike
Dema ew keçik bi miqiyat xwe berdide binî, ji qîtan heya bi ranan
Ew çingi-çinga zîv dibihîse, û riyek sor, destekî qoçî xwe diguvişe
diqurçîne, digere…
Kerwanê nêçîrvanan, digere di rûyê axê re
digere ew çarçew, gulover.
WETEYA JIYANÊ
Ez ti karî nakim bi destên xwe, ne ji bo feydekirina li milet
Ez rojê têve didim bi ramanên bê dawî
Rojên vala diqedin, bê kêr…
Derdikevim kolanan, roj pey rojê
li mirovan dinêrim û bi guman:
Ta niha ez fêr nebûm, ku mirov çawa dijî
Ta naha ez fêr nebûm, ku bibînim weteyan di tiştên bê wete de
Tenê jiyan, di demek nêzîk de, wê can dîsa bi min were, dîsa muskilên qenc, dîsa rê bidim asoyê ramanê.
Niha dizanim tiştên bi kêr nabînim
qet ne dawî ye, ku giş bikaribin bijî, giş dive fembikin ku hez bikin, û baş bijîn.
JIYANEK PERÎŞAN
Ew…
kesên wek çûkan, ku her şev li ser şiqinekî vedihesin
Û tenê ji wa xwerina rest dixwen
Ew, kesên ku her sibeh tenê wê sitranê distirên
û hertim ji evînekê re, hertim ji xwedeyekî re
Ew, kesên tenê de reyekê re diçin;
Tirsa mirinekê tenê dikşînin, û tenê jiyanekê dijin.
YA RAST
Bawer neke, ku çînginiya ewazên nazik
ji dereceyên hestedar tê
Qet bawer neke, ku ew awazên tûj û sar, dema yên hestedar teyin kişandin.
bawer neke, ku firîn ji basikên bi hêz tê
Qet bawer neke ku tiştê xar devberjêr geliyekî mezin dagerîne deryê
Helbestên Gustaf Munch -petersen
Dîwana “mirovên tazî”
Wergerandin ji zimanê Danîmarkî:
Dara Kurdo