Çîroka Heqîqet ê – Siya Jandar

li bin barana xwînê ji çîroka heqîqet ê..

belê dostê evîn heqîqete û li welatê çiya dijî..
li seran serê dilê te di xeyalan de dibim xeyalfiroş ê şevê..
di destê min de şûrê ji gewher î
yên ku hemû kurdistanê re bûbû mijar.
yên ku kalê berê methê wan didan li çîrokên şevbiharkê zivistana reş..

yên ku zarok pê dihatin tirsandin.
civan pê dibûn pakrewan..
destê min weke ku li ser dîkê guleyê be li hember keweke bê aîk dileriz e

ez li pey nêçïra xwe me ya ku bi min
re dilîst.
weke mîrza mihemedim dîl ê cinê demê me.
li hêla xwe ya çepê ve dikulim….

tu zanî xeyal kirina firînê cûda ye, li tu helbest,stran û şevbiharkê hilnaye…

dostê!!

Dilê min ne dilê demê ye, aşiqe û peyvperest.
li sicdeya çavén te yên hinar î de
baxçeyên gulperesta mest dike..
tirsên ku di dil de bûne pût
tolhildan ê li dardix in.

dilê min ne çîroka teyrê sîmir e.
dilê min nifteye keybanûya ji agir diparêz e..
dilê min meyfiroşeke li meyxaneya xwedewan dên antîk.
li diwarê bihûşta evîn ê navên te dinexşîn e..

ax dilê min ax.

Erê şoreşkera evîn ê, dengê te sewt dide rojê
perperok li dor te bûne milyaket
dê çavên te pîroz bikin..
li bin şewqa heyvê..

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply