Dersên Kurmancî (11)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-11-

CÎNAV:

Bi erebî; d(z)amîr, bi tirkî; adil.

Ciyê bêjeyên ku navên wan nehên gotin an jî nivîsandin, hindek bêje dî tên gotin û nivîsandin. Ev bêje “cînav” in.
Bo nimûne; “Rûkenê mast xwar.”
Di vê hevokê (cumleyê) de 2 nav hene. Navek “Rûken “, êk (yek) jî “mast” e. Li ciyê van navan, em dişên (dikarin) 2 bêjeyên ku ciyê van navan bigire, bibêjin: “Wê mast xwar.” an jî “Rûkenê ew xwar.”
Di hevoka yekem de bêjeya “Wê”yê ciyê “Rûken”ê, di hevoka duyem de jî bêjeya “ew”ê ciyê “mast”î girtiye. Ji ber hindê em ji van cure bêjeyan (wê,ew…) re dibêjin “cînav” (cînavk).

Di kurdî (kurmancî) de gelek cureyên cînavan hene. Em dê di destpêkê de “cînavên kesane (şexsî)” binasin.

A) CÎNAVÊN KESANE

Du komên cînavên kesane hene:

1- Cînavên Kesane Yên Xwerû (Sade) (Koma “Ez”ê)

2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê)

1- Cînavên Kesane Yên Xwerû:

Ez
Tu
Ew
Em
Hûn (hun, hing)
Ew

Cînavên kesane yên xwerû bi lêkera (fiîla) “bûn”ê qertafan (pêvekan) werdigirin. Ev jî “qertafên kesane” ne.

Cînavên Kesane Qertafên Kesane
Ez im/me
Tu î/yî
Ew e/ye
Em in/ne
Hun in/ne
Ew in/ne

Şayet, di dûmahîka bêjeyê de tîpa bêdeng hebe, dê qertafa ewilî (-im, -î, -e, in) bê. Eger di dûmahîka bêjeyê de tîpa bideng hebe, dê qertafa dî (-me, -yî, -ye, -ne) bê.

Mînak:
Bêjeya “şivan”î bi “n”yê (bêdeng e), ya “gundî”yî bi “î”yî (bideng e) xilas dibe.

Ez şivan im. Ez gundî me.
Tu şivan î. Tu gundî yî.
Ew şivan e. Ew gundî ye.
Em şivan in. Em gundî ne
Hûn şivan in. Hûn gundî ne.
Ew şivan in. Ew gundî ne.

Qertafên kesane yên cînavên pirhejmaran (em, hûn, ew) wekî êk in (in/ne).

Ev qertaf (ji lêkera “bûn”ê) li gorî dema nûke (niha) hatine kêşandin. Qertafên kesane di dema nûke de gava ku têne paşiya navdêrê ji navdêrê (navî) cuda tên nivîsîn, lê gava ku têne paşiya lêkerê (fiîlê) pêkve têne nivîsîn.

Mînak:
mêvan (navdêr e), xwarin (lêker e);

Ez mêvan im,
Tu mêvan î,
Ew mêvan e,
Em mêvan in,
Hûn mêvan in,
Ew mêvan in.
(qertafa kesane ji navdêrê cuda hatiye nivîsîn)

Ez nanî dixwim,
Tu nanî dixwî,
Ew nanî dixwe,
Em nanî dixwin,
Hûn nanî dixwin,
Ew nanî dixwin. (qertafa kesane bi lêkerê ve hatiye nivîsîn)

Not: Li herêma Bahdînan û Hekariyê, şûna qertafa kesê sêyemîn ê pirhejmar (em>in) qertafa “în” tê gotin (di soraniyê de jî wisa ye). Bo nimûne;

Em şivan in> Em şivan în.

Ji ber ku lêkerên kurdî, li gorî deman xwe diguhêrin, lêkera “bûn”ê jî di dema borî (çûyî) û dema bê (dêbê) de xwe diguhêre:

Di Dema Borî de;

Ez şivan bûm. Ez gundî bûm.
Tu şivan bûyî. Tu gundî bûyî.
Ew şivan bû. Ew gundî bû.
Em (hûn, ew) şivan bûn.
Em (hûn, ew) gundî bûn.

Di Dema Bê de;

Ez ê bibim şivan. Ez bibim gundî.
Tu dê bibî şivan. Tu dê bibî gundî.
Ew ê bibe şivan. Ew ê bibe gundî.
Em (hûn,ew) ê bibin şivan.
Em (hûn, ew) ê bibin gundî.

Dewama vê dê bê…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply