Derheqê zelzele-erdhej-depremê de

Gava ku di hundurê qalikê erdê de hilweşînek çêdibe ev cih û hawirdorê wê diheje.

Ji vê hejînê re zelzele an erdhejîn tê gotin. Ji cihê hilweşînê re navenda hundur (kana erdhejê) û ji cihê herî nêzîkî vê navendê yê li rûyê erdê re jî navenda derve tê gotin.

Hêza zelzelê li gor Mercalli bi 12 dereceyan tê pîvan. Çiqas ku derece bilind bibe hêza zelzelê jî zêdetir dibe. Hejîna erdê ji navenda hundur ber bi ya derve wek pêlan belev dibe û hêz jî kêtir dibe.

Ji çixîzên ku deverên hêza erdhejê wek hev in pev girêdidin re çixîzên îzoseîst tê gotin. “Dinya li ser pişta marmasîyekê û marmasîyê li ser halanekî û halanê li ser deryayekî û deryaya li ser bayî, vêca demê marmasî dilive erd diheje”

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply