Jiyaneke Bextewar

Li ser jîyanê gelek nîvis hatîye weşandin, gelek helbest hatîye xwendin. Hin mîrov bi va daxuyanîya têr bûye, hin mîrov jî wateyê jîyanê bi nîrxandin û nikaşa xemilandîye û bi fikrên nû , ideolojîyên nû dîsa afirandîye. Lê  dîsa jî hêzên tû fikr û ramanê, wateya jîyanê nikare li nav  sînora hevokên de bi cîh bike.

Mîrov, li rojhilata dîroka mîrovan de heta niha ketîye şopa wateya jîyanê. Li vê rêçê de hin caran xwe wenda kirîye hin caran jî xwe dîtiye. Ked daye, tekoşîn kirîye ; xweza talan kirîye, li ser pişte belengazan mezin buye. Kuştîye, şikandîye, dizîyaye. Ji bo mafên xwe , hemû kes bin xistîye an jî ji bo mafên mîrova jîyana xwe dest daye.

Lê bele , gelo wateya jîyanê çiye ? Ez dixwazim vê pirsgirêkê , hûn jî  ji xwe re bipirsin û bibersivînin. Ji bo bersiva wateya jîyanê , xwe rewşa mîrovekî kû li girtigehêde hêsir maye bifikrin. Çar hawirdor girtîye û bê we kes tune ye. Roj tune, asman tune, dengê tû kesî tune. Hûnê hewcedarîyê çiyê bibin?

Li berî her tiştan, hewcedarîyê yekem xwarîne, yê duyem jî doze. Heger doza mîrov tune be, mîrov tekoşîn neke ji bo ku jîyana xwe bidomine nikare hêz bune û hêvîya xwe jî  wenda dibe, lê mirov  ger ji bo çi doz bide? Li ser minakê me de her roj wek berê diçe, tarî û wek hev. Ger mîrov tiştekî wusa bike kû ewa hertim mezin bibe, roj bi roj doza wê bide em ji vê re dikarîn bibejin hilberan/üretim. Ew hilberana nîvis dibe, kolan dibe, xeyal dibe…

 Hewcedarîyê herî mezin ji hezkirine. Heger li derekê hezkirin  tune be ewder diçilmise, bîhna pîs dide, dimire. Doz bi hezkirinê mezîn dibe û bi hilberanî didome. Hewcedarîye dawî jî parvekirinê. Mirov dixwaze parve bike. Heger tu kes tune be jî mîrov parvekirinê xwe ji xwe re dike, xevn û xeyalan de dike…

 Lê belê, jîyan bi doza hilberanîye didome bi hezkirine mezîn dibe û bi parvekirinê şîn dibe…

 

Fırat Büyükfırat

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply