Peyvên “gelek” û “gelekî” bi sê awayan tên bikaranîn:
1) Berî navdêrekê (noun). Di vê rewşê de peyva “gelek” tê bikaranîn û ew yekser navdêra li pêş xwe pênase (tarîf) dike, taybetîyeke wê, pirrbûn/gelekbûna wê dibêje. Li van mînakên jêrîn binêrin:
Gelek kes weha bawer dikin.
Gelek xebat dihatin kirin.
Li gelek bajaran kursên Kurdî vebûn.
Gelek xwendekaran pirtûkên xwe nehanîbûn.
Ez ê hîn ji gelek mamosteyan bipirsim.
Hun ê hîn gelek sosretên weha bibînin.
Di vê rewşa tarîfkirina navdêrekê de peyva “gelek” wek rengdêrekê kar dike.
2) Peyva “gelek” wek “gelekî” ditewe û erka hoker/rengpîşe (adverb, zerf) bi cîh tîne. Di vê rewşê de
“gelekî” navdêrekê tarîf nake, lê belê:
- a) rengdêrekê tarîf dike. Ji bo xurtkirina/derblêdana rengdêrekê tê bikaranîn:
Gelekî baş e.
Ev pirtûk gelekî hêja ye.
Hun gelekî qelew bûne.
Bavê te gelekî zana ye.
Mamosteyê me gelekî xulqteng e.
Di vê rewşê de wek hoker/rengpîşeya Îngilîzî “very” kar dike:
Hewa gelekî germ e (It is very hot.)
Gelekî baş e (Very well.)
Birîna wî gelekî giran e (His wound is very serious.)
Ew gelekî dirêj e (He is very tall.)
- b) Yekser wek hoker/rengpîşe lêkerekê tarîf dike, taybetîya lêkerekê dîyar dike. Dîsa wek
“gelekî” ditewe:
Em ji wan gelekî hez dikin.
Birîna wî gelekî diêşîya.
Bavê wî gelekî hêrs bûbû.
Navûdengê wî gelekî belav bûye.
Ew gelekî xebitîne.
Wî gelekî li ber xwe da.
Em gelekî li benda wan man.
Ew ê gelekî bimînin.
Ez ê gelekî razêm/rakevim.
Wek gotina dawî û ji bo ku mijar zelaltir bibe, li jêr hevokên her sê sitûnan ên bi heman lêkerê, lê carekê bi gelek carekê jî bi “ gelekî” bidin ber hev.
Gelek xebat kirine. Gelekî xebitîne. Xebatên gelekî baş kirine.
Gelek mirov raketine. Gelekî raketine. Mirov gelekî bêxew mabûn.
Gelek kes li benda wan man. Gelekî li benda wan man. Gelek kes gelekî li benda wan man.
Gelek kesan li ber xwe da. Me gelekî li ber xwe da. Me gelekî bi mêranî li ber xwe da.
Şanek: Wek ku dengdêrên din (i,î,a…) di tewangê de dikevin (ji bo bêtir agahîyê li vir binêrin) gelekî jî kane di
tewangê de ‘e’yeke xwe biweşîne û wek gelkî bi sivikayî were bilêvkirin; wek ku paşîya me dibe
paşya me, derîyê me dibe deryê me, kalikê me dibe kalkê me, şûşeyê dibe şûşê û hwd.
Baran Rizgar
Baranrizgar.co.co