Peyvên “gelek” û “gelekî” bi sê awayan tên bikaranîn: 1) Berî navdêrekê (noun). Di vê rewşê de peyva “gelek” tê bikaranîn û ew yekser navdêra li pêş xwe pênase (tarîf) dike, taybetîyeke wê, pirrbûn/gelekbûna wê dibêje. Li van mînakên jêrîn binêrin: Gelek kes weha bawer dikin. Gelek xebat dihatin kirin. Li gelek bajaran kursên Kurdî vebûn. Gelek xwendekaran pirtûkên xwe nehanîbûn. …