Babeta îro yek ji babetên herî balkêş û firehwar e. Ka em ê binêrin lêker û peyveke Pehlewanî ji kû û ber bi kû çûye û nuha di kû de ye.
Hêjayan di zimanê Kurdî ya navîn ango Pehlewanî de lêker û peyva “çîxten”ê heye ku tê wateya birîndar kirin yan jî cihnîşana cihekî di encama berketina tiştek tûj û sîx de. Vê peyvê heta îro jî geşdar û roldar di zimanê Kurdî de maye, lê bi çendîn guhertinên di tîpên pêşîn û paşîn de, berî ku em werin ser van peyvên ku ji “çîxten”ê asaz bûne, em ê hin taybetmendiyên tîp û deng guhertinan berçav bikin di zimanê Kurdî de weku:
XT – Z
hêxt – hêz
amêxt – amêz
parêxt – parêz
perêxt – perêz (paşmayî, perêza genim û cehan).
Saxt – saz
baxt – baz
poxt – poz
soxt – soz (suz)
çîxt – çîz
XT – J
amoxt – amoj (şîret)
axt – aj
firoxt – firoj (firoş, firoştin)
poxt – poj (pêj, pêjandin)
puxt – pûj (pûjîn, pêgihiştina mêwe, çêbûna mêwe)
soxt – soj
poxt – poj
spûxt – spûj
pesaxt pesaj
Ç – T
çemandin -tevandin (tewandin)
çîş – tîş (tişt)
çişt – taşt û hin carna jî weku “çiş” jî tê kêzkirin
çaşt – taşt (xwarina beyaniyê ku di Soranî de ev peyv bûye lêkereke taybet û weku “çaştin yan jî çêştin” tê kêzkirin”)
çoqandin – toqandin
çuzandin – tuzandin
çunçik – tuncik
çu – tu (hîç)
çust – tust
çemandin – temandin, tewandin
çuştir – tuştir
çurusk – turusk (tirusk)
çîr – tîr
çîx – tîx
çik – tik
çûz, tûz, nazikiya liken giya yan jî dar.ik
yd….
Helbet bo her cih guherînekê gelek mînak hene. Lê armanca me di vê babetê de peyva “çîxten”ê ye neku tîp û deng guhertinên di Kurdî de, lew em ê werin ser mijara xwe.
Di zimanê îro yê Kurdî de “çîxten” weku lêker nekêz e, lê weku reha wê “çîxt”ê ku li jor me amaje da reha “çîxten”ê ku “çîxt” e bûye “çîz & çîj”. Lê divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku di her tîp û deng guhertinekê de mebest û wateya peyvê jî bi awayekî hatiye guhertin lê di kok de hemû vedigerin ser yek wate, eger çi weku idiomê jî bo wate û mebestên din hatibin kêz kirin. Çîxten yan jî çîxt ango çîz & çîj di cih guhera deng û tîpan de bi çendîn awayî xwe dide nîşan, ka em ê hin ji wan berşan bidin û wate û şemala wan bînin berbehskirinê weku:
çîxt: ji bo dar û kevirên tûj tê bkaranîn. Li başûrê Kurdistanê jî bilindtirîn çiya, çiyayê “Çîxtdere”yê ye.
çîx: tûj û dijwar.
tîx: tûj û tîr.
têx: hemwateya “tîx”ê ye.
mîx: jib o wateya “bizmar”ê tê kêzkirin.
mêx: hemwateya “mîx”ê ye di Soranî de. Helbet ji wê peyvê çendîn peyvên din jî sazgar bûne weku “mêxek” ango qarafîl.
xîz: tûj û hûr.
tîg: tûj û tîr
çîr: bi erebî murekez ango tîr û xest.
rîç: hemwateya “çîr”ê ye, lê peyv bervajî bûye.
sîx: tûj û denûk (navê ajalek jî heye ku ji jûjî mezintir e, navê wê “sîxûr”e.
xîs: hemwateya “sîx”ê ye, lê peyv bervajî bûye.
çîz: tûj û denûk lê di Soranî de ev bêje zêdetir ji bo wateya “pêvedan”ê tê kêz kirin weku pêvedana mar û dupişk û yd…
çîj: hemwateya “çîz”ê ye.
xîz: çîz, xet pêde anîn.
xêz: hemwateya “xîz”ê ye ango xetpêdanîn û cihnîşanê.
zîx: hûre ber û tûjek.
zêx: hemwateya “zîx”ê ye ango hûre kevr û tûjek.
tîr: tûjok û tîrê kevanê ku nûk tûj e.
şîr: kêrdê dirêja şerî (şimşîr)
şûr: her tiştê tûj û zirav.
tîj: tûj di Soranî de.
tûj: tûj.
Û ev peyv jî dîsan weku hezaran peyvên din tirk dizîne neku birine, birina peyv û bêjeyên dizmanên din asa û normal e, lê dizîn ne normal e, her zimanî ku peyva zimanekî din kêz dike, amaje dide ku ji felan zimanî anîne, lê tirk dema “çîz-mek”ê kêz dike û bikar tîne, gelo dibêje ev peyveke resen a Kurdî ya kevnar e? bêguman na, lewma ew peyv hatiye dizîn neku birin.
Helbet di di farsî de jî bi heman awayî, lê ji bo zêdetir dirêj nebûna babetê, bila heta virê be.
Û ji bo zimannasên Kurd, karekî giring û pîroz dikin eger li ser van babet û peyvan bisekin û bi baldarî û hûrgûliyên zêdetir lêbikolin.
Qendîl Şeyxbizînî
27.11.2020
çavkanî: ferhenga “Hezar û Yek Pyev -1”