Çîrokan Simosyan – Osman Temiz

– Hebû tûne bû li demekî berî li bajarê Bedlîsê navçeya Xîzanêda gundê simosyan hebû.Wê gundê da navê wan Tahir û Nacîya jin û mêre hev hebûne.Tahir rojekî dişte bajar mangaxekî(orak) distîne û tête gund. Gazî jina xwe dike:
Nacîya, Nacîya !
– Ezê biçim zevîyê gîya bidrûm. Tû jî firavîna min amade bike û were zeviyê.Nacîya bêje başe tû here ezê xwarinê amade bikim  bême zevîyê û alîkarîya te bikim.
– Tahir diçe zevîye ber qijila tavê têhn û birçî bûye û pê mangaxêgiya didrû .Tahir birçîyan hiş serîda nemaye û mangaxê destê xwe dide û tilîya xwe dibire.Tahir mangaxê tirsîyaye û mangaxê digre û davêje serê zevî yê.
– Nacîya ji xwarinê amade dike û dişte zevîyê temaşe dike Tahir nav zevîyê de runiştîye û halê xwera digirî.Nacîya bêje Tahir! Tahir! gelo ew çi hale ew çi xûne tilîya teda tê.
– Tahir: jinik! Jinik! Ew mangaxa hanê wek mahran tilîya miro gez dike. Em geleke cezayekî bidin we mangaxê .Tahir mangaxê tirsîyaye û niwêre destê xwe bide mangaxê ,bêji Nacîya wê mangaxê hingire em biçin gund.Em dema çûne gund emê cezayekî bidin mangaxê.Nacîya ji bo gotinê Tahir tirsîyaye û niwêre destê xwe bide mangaxê û ji xwera difikiri û dibêje hekî ez destê xwe bidim mangaxê
dibe destê min jî gez bike. Nacîya lê dinihêre û mangaxê fîstanê xwe girê dide û diçin gund. Heta diçne gund mangax fîstanê Nacîya yê ve diçe tê û ningê Nacîyayê de xûnê tîne û Nacîyayê birîndar dike.
– Têne gund û gundî wan berhev dibin û bêjin gelo ev çi hale. Tahir û Nacîya bêjin hal mesele eve. Em geleke cezayekî bidin wê mangaxê. Gurê Tahir ê mezin Elî bêje bavo, bavo ezê we mangaxê bavêjme tenûrê da.Bila nav agirda sor bibe cezayê mezin eve û mangaxê digre davêje nav tenûrêda ,mangax sor dibe wek agir lê tê. Gurê Tahir Şemdin heye biçekî dînvene û pê darekî mangaxê tenûrêda dertixe û dibe davêje kadînê( samanlık) ve.Mangaxa tenûrêda wek agir lê hatî digirte gîya û kadîn dişevite û belavê gund dibe û hemû gund dişevite.
– Hemû gundî gund da direvin diçin serê gundve disekinin temaşê gund diken û nava gund da ser pîyan tû tişt nemaye.Gundî berhev dibin û nav xwe da du kesên jahatî Vedo û Bozê dişînin bêjin herin temaşê gund bikin ka gelo rewşa gund çavane.
– Vedo û Bozê têne lê kanîya gund disekinin temaşe dikin ser kevirê kaniyê pişîkek hebûye.Ew pişîk mûyê wê hemû şevitîye û ber çavê Vedo û Bozê de wek cinavarekî xûya dike û namînte pişîkan. Pişîk pepkê xwe ruyê xweda tîni û rûyê xwe pakij dike.Vedo û Bozê ji pişîkê ditirsin bêjin mangax buyê cinavar em birevin xeber bidin gundiyan. Têne ba gundîyan bejin em birevin hêj we cinavarê em nexwarnê û gundî hemû berê xwe didin rê û gund diberdin diçin û hêj diçin…

BERHEVKAR: OSMAN TEMÎZ
Zanîngeha Çewlîkê beşa ziman ê kurdî
www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply