Çend Fîlmên Vîzyonê – 6

XWEŞIKIYA VEŞARTÎ

Înlir Hawirdê ku reklamvanekî serkeftî ye, piştî keçika wî dimire ji jiyanê sar dibe.  Hevalên wî yên kar ji bo ku dîsa wî li jiyanê motive bikin gelekî hewl didin; lêbelê ev hemû hewlên bêhûde ne. Her ku diçe Hawird ji jiyanê sar dibe, bi tu kesî re napeyvîve û ji gerdûnê re nameyan dinivîsîne, nameyên ji “ Evîn”ê re , ji “ Dem”ê re û ji “Mirin”ê re…Ji bo ku Hawird dîsa li jiyana wî ya berê vegerînin, hevalên wî  planekê dikin. dê bi şiklekî berbiçav van sê têgehên neberbiçav, derxînin hemberî wî û dê bi vê yekê bikin Howard bi nêrinekê nû li jiyanê binêre .

Derhêneriya filmê Deyvît Frenkil  dike. Di kadroya  filmên bi navê “ Xweşikiya veşartî” de  Will Smît, Helin Mîrrên, Lîzbit Ronî Mara, Edvird Nortin, Keyra Kinektlîî, Maykil Pîna, Neomî Herrîs, Ceykip Latîmor û Keyt Winsle  cih digirin.

GER VEGERIYA YA TE YE

Mihemed zilamekî ciwan e, demeke dirêj e ew û Selînê bi hev re ne û gelekî ji Selînê hez dike. Selîn jî keçikeke ciwan e û di xewn û xeyalên wê de heye ku rojekê bibe stranbêj. Ji loma hin demoyên stranan çêkirine, şandine şirketên çêker û li benda bersivê ye. Rojekê ew daxwaza Selînê pêk tê û Şîrketeke çêkeriyê bi Selînê re Peyman îmze dike. Lêbelê di vê pêvajoyê de her çiqas Mihemed alîkariya selînê bike jî ew ji hev vediqetin. Mihemed naxwaze  ji Selînê  veqete û vê veqetandinê red dike. Mihemed  bi alîkariya hevala xwe Defneyê, ji bo dîsa Selîn vegere hewl û xîreteke mezin dide. lê ji ber ku hezkiriyekî nû yê Selîn heye ew ji gelek tiştan re dibe asteng.. Ji bo ku Selîn dîsa li Mihemed vegere, riyên  ji hev komik, zor û zehmet li benda Mihemed in.

Derhêneriya filmê Erol Özlevi dike. Senaryo jî ji aliyên Gizem Elçi û Oğulcan Türe ve hatiye nivîsîn. Di rolên sereke de Murat Boz, Yasemin Allen û Îrem Sak cih digirin. Çêkiriya filmê jî aliyê TAFFê hatiye kirin.

ŞERÊN BI GULOKÊN BERFÊ

Betlaneyên zivistanê yek ji  betlaneyên herî bikêf û xweş in. Haya  Lûkî 11 salî û Sofîya jî bi vê kêfxweşiyê heye.  Dema betlaneya zivistanê tê, hevalên Lûk û Sofiyê seranserê hefteyekê bi şerekî gulokên berfê dest bi hefteyê  dikin. Lûk û Sofîya dibin serokê du komên ji hev cûda. Sofîya û hevalên wî ji  bo ku xwe  li hemberî dijberên xwe biparêzin kelhekê çê dikin. Li gorî rê û rêbazan heta dawiya betlaneyê kîjan kom kelehê bi dest bixe, ew  kom dê bi ser keve. Lêbelê pêşbaziya di nav zarokan de seranserê zivistanê her ku biçe wê mezin bibe û di dawiyê de jî wê ew lîstik veguhere pevçûnên rastîn.

Derhêneriya filmê Jean-Frakwe Poyew û Frakwe Brîsên dikin. Senaryoya filmê jî ji aliyên Nurmind Kenek -Markî û Racir kentin  ve hatiye nivîsîn.

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply