Teyrê Xerîb: Mahmut Baksî

Min û wî cara pêşî bi telefonê qise kiribû. Di xeta telefonê de bixêrhatina min kir û deriyê mala xwe ji min re vekir.

Roja hevdîtinê, kelecanek bi wate cendek û rûhê min rapêçabû. Dîtina nivîskarê nasdar Mahmut Baksî ji xwe cihê kêfxweşiyê bû. Lê heyecana hevpeyvîna bi rojnamevanekî profesyonel re, rengê xwe guhertî ye.

Rojnamevaniya min î li welêt bi salan domandibû. Li derveyî welêt jî bi heman tempoyê deriyên nû di rûwê min de vedikir. Baksî bi gelek kesên nasdar re hevpeyvîn anîbûn pê, qise kiribû. Lê vê carê rola wî hatibû guhertin. Ez mêvanî bûm û wî xwe ji bersivan amade dikir.

Dema wê hatibû ku, hunera xwe nîşan bidim û bidim xuyanîkirin ku, her çiqasî mêvan bim jî, ez rojnameger im. Ji bo xatirê hevpîşeya me, bi zimanekî mutewazî pê re biaxivim, lê bi giraniya pîşe û zîrekiya karê xwe pê bidim hîs kirin ku ez jî karê xwe baş dikim.

Min ji taxa “Odenplan”ê, ji kolana “Dala”yê xwe berda ber bi ”Svea”yê. Berê min li kolana “Surbrun”ê bû. Rê, bi meşê, 20 deqîqe dikşîne…

Ji erd û ezmanan berf dibariya. Bayê hênik, bi gulokên berfê re mîna ku di ber kilamek klasîk, bi nazik û nazdarî dîlanê bikşînin, bi rîtmek nerm li ezmên dizîvirin, beşek hinarkên sêvesor tewaf dikirin û ên din jî şaxên daran şînspî dikirin. Kolanên Stockholmê bi xelîçeyên spî dihatin raxistin û rengek guhertî didane xwezayê.  

Li kolana Surbrunê nêzî bînahiyekî çend tebeqe bûm û bi derencan ve hilkişiyam. Min kûmê xwe ji serê xwe kir û xurtir ber bi jor ve hilkişîyam. Ez nêzî mala wî bibûm. Ji hundir kilamek naskirî ku bi salan e hevaltiya min û gelek kesên din kiriye bilind dibû:

“Ax… heywax li min, heywax li min… lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê…”

Rojnamevan-nivîskarê nasdar Mahmud Baksî derî vedike, bi germî mîna ku bi salan e em hev nas dikin wiha bixêrhatina min dike. Em derbasî eywanê dibin. Ew, berê xwe dide mutfaqê û qehwê datîne ser êgir, di ber re distirîne. Kesê kilam digot, ew bi xwe bû. Dengbêjiya Baksî têra xwe bala min dikşand.

Min zanîbû ku ew nexweş e. Ji nêz ve bala xwe didimê, çavên wî çûne xwarê. Kîloyên wî kêm bûne. Derket holê ku, nexweşiyên giran jî rê li ber evîndariya rojnamevaniyê negirtiye. Wî nivîsên min ji nêz ve dişopand û hayê wî ji Medîa Kurdî û nivîsên belav dibin têra xwe hebû.
Me biryar da ku, bi bêhna fireh hevpeyvînê bikin. Bersivên wî, bi ken û helwêsta wî ya germ dest pê kir. Nêzîkbûna wî, cemeda heye ji holê rakir û eywan germ kir û resmiyet li derve ma. Hevpevîna me carna cihê xwe dida sohbetên dostane…

Qehwe ji me re hat. Xanim Elin, anku hevala wî bi xêr hatina min kir. Ew jî rûdine û sohbeta germ berdewam dike. Elin Clason nivîskar û rojnamevanek nasdar e. Wê hejmarek pirtûk li ser Kurdan nivîsî ye. Wisa dibêje Elin:

“ Min Mahmut Baksî nas nekiriba, Doza Kurdan dê çi caran nebûna mijar ji xebatên min re. Enerjiya Baksî, hezkirin û girêdana wî bi welatê wî ve, min zindîtir dike. Mahmut bû sedem ku, em bi hev re xebatên fîlm û mûzîkê bikin. Herin serdana Kurdistanê, bibin mêvanê şervanên Kurdan, serokên Kurdan Talebanî û Qasemlo bibînin, xebatên xwe bighêjînin hetanî Qamişlo. Belê, 23 salên min yê rojnamevaniyê bi giştî doza Kurda hemêz dike…”

Sohbet û hevpeyvîn têkilav bûbû. Min carna kaseta teybê didate rawestandin. Mijara sohbetê bûbû dengbêjên kurdan. Kûrbûna wî li ser çanda Kurdî, evîna wî  li hemberî kilamên klasîk û dengbêjên Kurdistanê xwe dida der. Ji her kilamekî rêzek dihanî zimên. Dengbêjiya Baksî bala çi kesan nekişandibû. Qet qala aliyê wî yê dengbêjiyê nehatibû kirin…

Berê hevpeyvînê dikeve ser pirsgirêkên mediayê. Exlaq û pîvanên etîkî. Û pirsgirêkên Rojnamevaniya Kurdî. Gazinên wî li ser mijara sansûra rêvebirên organên mediayê li hemberî xebatkarên xwe û li ser navê rexnegiriyê nêzîkbûnên bi neyartî, bi rêz dibûn. Agir ji awirên wî dibariyan û wisa digot: Pêwîst e em berê rexneyê bidin rojnamevaniya xwe û paşê pênûsên xwe bikin tiving û bixine sînga mirovan!

Paşê “dostên roja teng” bû mijara sohbeta me. Gazin kir. Ji dost û nasên nêz. Dirêj bû gazinên wî. Tev bi keser, hêvî û carna jî bi nifirên ne eşkere barkirî bûn. Diyar bû ku, hêviyên wî ji wan pir hebû. Di dema şerê wî li hemberî nexweşiyên xwe de hejmarek kesên bi sînor li nik xwe didît…

Hevpeyvîna dirêj, bûbû sê beş. Beşek jê belav bû yên din di arşîva taybetî de ma…

¤¤¤

Me gelek caran hev dît. Hevpeyvînên rojnamevaniyê cihê xwe dabû, serdan û sohbetên kesên nêz.

Cara dawî, hevdîtina me li mala wî ya nû li Gotgatanê pêk hat. Wî qala suprîzekê ji min re kiribû. Dema ez çûm mala wî, bi Ehmed Kaya re bixêrhatina min kir. Li mala nû Elin xuyanî ne dikir. Lê dengê heman kilamê ya li kolana Surbrunê, ji mutfaqê belav dibû. Min baş fêhm kir ku Baksî, pir hez ji vê kilamê dike:

Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê…

Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le… di eywanê…

Êşa sirgonê giran e. Hesreta welat û dûrmayîna ji evînê, dost û xizman, weke agir e, di dilê mirovî de ye, dişewitîne, agir û bêhna şewatê ji dev, çav û mêjiyê mirovî difûrîne. Mirov di binê bîrek kûr û nîvçikîyayî de ye. Bi bîrê re diçike. Her car bi hêviyên mezin bi dîwêr ve hildikişe. Di nîvê rê de, dest diweste, mêjî naxebite û tempoya dil qels dibe. Mirov ji ezmana bi ser dev dikeve erdê. Cendek perçe perçe dibe. Êşa bêhêvîtiyê mirovî kor dike…

Mahmut Baksî û Ehmed Kaya du teyrên xerîb û evîndarê welatê xwe bûn. Evîna welatperweriyê jiyana li sirgonê dabû wan. Jiyana sirgonê bi nexweşiyan barkirî ye, û weke ku Mehmed Uzun dibêje: “mirin herdem dikare bibe mêvanê mirovî”…

Min li Baksî û Kaya nerî. Bi dilek şikestî, nifirên min birêz dibûn:

Çend demin ez nifiran dikim xêr nake û dua dikim nagihêje cî. Cihê nifir lê dihatin pejirandin, çima ji me re bêdeng e?! Çima dengê me nabe xwe?! Çima em, zarokên Zerdeşt û Brehîm pêxember, herdem dibine qûrban?! Çima hêstirên me nayêne dîtin, qêrîniyên bav û dayikên Kurdan re guh tê girtin!?.

Em bi hev re derbasî odeya xebatê dibin. Makîneya kevnare ya nivîsînê li ser masê ye. Li wir, li ser dîwan û ber pacê tev nivîs, jêretebînî, rojname, pirtûk û dokument in. Nivîs û dokumentên li odê şahidbûna gelek bûyerên li Kurdistanê dikin…

Baksî ji me re qala eşqa xwe ya pêşî dike. Evîndariya wî didomiya. Yara şêrîn ji bîra wî nediçû. Pora dirêj, çavên xezal, bejina zirav, lêva sêvesor ji hiş û xeyala wî dernediket. Ji me re qala yara şêrîn dikir:

Ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibû keçek xwîn şêrîn. Awirên wê, wî serxweş dikir. Baksî biryara xwe dabû ku pê re bizewice. Wî zeriya di xeyala xwe de peyde kiribû. Yadîgarî diçûn û dihatin. Nîvsozek hatibû birîn.
Hêrsbûna wê rojê, biryara şaş û çend peyv bûbûn sedema têkçûyîna wê zewacê. Çû û nebû yar jê re. Çend sal di ser buyerê re derbas bibûn. Keçik bi kesekî din re zewicî bû. Zarokên wê çêbûbûn. Lê dilê Baksî hê jî bi ser wê ve bû. Agirê dilê wî xwelî girtibe ser jî, pizotên wê diperitand û êşa şewata wê didomiya…

¤¤¤

Dema Baksî derketibû Ewropayê, nivîskarên Kurdan li Ewropayê zêde tune bûn. Wî ji bo parastina çand û zimanê kurdî gelek berhem afirandin. Bi rêya pirtûkên wî, çîrokên kurdî li dinyayê belav bûn.

Rojnamevan bû, derd û xwestinên gelê Kurd anî zimên. Carna jî bi rola dîplomasiyê radibû, derdê welatê me dihanî zimên. Îro jî aliyê wî yê film û muzîkê li benda lêkolînê ye, zêde nehatiye qalkirin.

Ew, rojnamevanek durbîn, zûbîn û kurbîn bû. Buyerên rojane ku ji xelkê re normal dihate ditîn, li bêjingê dixist û jê re dibû mijara nivîsînê. Rengek pir profesyonel dida nivîsan. Bi peyvên hilbijartî û kurdewariyê nivîsên xwe ava dikir û bi rengek balkêş pêşkêşî mirovan dikir. Têkiliyên wî xurt û piralî bûn. Diwestiya, lê enerjiya rojnamevaniyê jê re dibû hêzek nû…

¤¤¤

Evîndarê ziman û çanda Kurdî Mahmut Baksî nexweşiya xwe giran bûbû. Paşê xebera nexweş belav bû. Mahmut Baksî çûbû rehmetê…

 

Ji bo cara dawî,
Xatir jê dihate xwestin,
Kurdên li sirgonê yek bi yek,
Mîrhem Yigit, Mehmed Uzun û yên din,
Paşê hevala wî Elîn,
Silav didanê de.

“Min li Amedê bi cî bikin”, gotibû Baksî,
Û ew,
Li devera ku Şêx Seîd û bi sedan şervanên Kurdan serî dabûn,
Cihê ku ji Kurdan re bûbû K`abe,
Bi beşdarbûna bi hezaran kesan,
Li Amedê dihate bi cî kirin.

Ew niha ji navenda kurdewariyê li me temaşe dike,
Êdî ne êşa sirgonê dikşîne û ne jî ya nexweşiyê,
Bi tevayê şehîdên welat re ye,
Bi wan re silavê dide me,
Û dengê kilama li ber dilê wî şêrîn pêl bi pêl tê,
Ji bedena Amedê bilind dibe û dighêje dost û kesên nêz:

“Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê…
Dilê min şewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, ax ketinê…”

 

Gabar Çiyan

www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply