Çend Pirsgirêkên Kurdolojiyê / Salih AKIN

Di van çend salên dawîn de, gelek nivîs di derheqê kurdolojiyê de çap dibin. Kurdolojî bûye navê çend kovaran û her wiha, di sernivîsên gelek pirtûkan de jî cîh digire. Bi “kurdologan” re, di derheqê destpêk, dîrok û rewşa niha ya kurdolojiyê de hevpeyvîn tên kirin. Lê mixabin, ev nivîs, pîrtûk û hwd. agahdariyeke bingehîn derbarê kurdolojiyê nadin xwendevanan. Wisa xwiyaye ku lêko lîner û nivîskar pêdivîya ravekirina kurdolojiyê di xabatên xwe de nabînin û bawer dikin ku her kes dizane kurdolojî çi ye. Ev tunebûn an kêmasiya agahdariyê dibe sedemê tevlîheviyê û çend pirsan li ser me ferz dike: Kurdolojî çi ye? Gelo mirov dikare kurdolojiyê weke zanistiyekê şirove bike? Ma ev zanistî serbixwe ye, yan gelo xwedî metod û teoriyên taybetî ye? Mirov çawan dikare xebat û lêkolînên kurdolojiyê rave bike? Em dixwazin di vê nivîsê de, hewil bidin da ku van pirsgirêkan zelal bikin. Metoda ku em ê di vê xebatê de bikarbînin, metoda analîza lêkolînan e ku ew jî ji dûr an ji nêzîk ve bi kurdolojiyê ve girêdayî ye. Armanca me ne nivîsandina dîroka kurdolojiyê ye, ji ber ku ew bi xwe karê dîroknasan e. Em hêvî dikin ku bi vê nivîsê re, hin nîqaş di warê kurdolojiyê de dest pê bikin.

 

  1. Etîmolojiya “Kurdoloji”yê

Hêjayî gotinê ye ku divê me dîyar bikira ka cara yekemîn peyva “kurdolojî”yê kengî bi kar hatiye, me bidest nexist. Em nizanin ew kengî, li ku û ji alî kîjan lêkolînerî/an ve hatiye afirandin. Her çiqas em baş nizanibin ev peyv kengî hatiye çêkirin jî, mirov dikare bibêje ku afirandina peyvê bi lêkolînên li ser kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev lêkolîn di sedsala 18an de dest pê dikin û di destpêka sedsala 20an de geş dibin.

Kurdolojî, li gor avasaziya zimanê fransî hatiye çêkirin. Wek tê zanîn, peyva “kurdolojî”yê peyveke hevedudanî ye : ango ew ji du peyvên bi hev ve pêk tê: kurd û lojî. Peyva lojî (logos) ji zimanê yunanî tê û gelek maneyên xwe hene : axaftin, lêkolîn, mantiq. Her wiha, peyva lojî di afirandina navên zanistî yên wek etnolojî, sosyolojî, biyolojî de jî tê bikaranîn. Ji alî bingeh û etîmolojiya xwe ve, kurdolojî dikare weke lêkolînên li ser kurdî bê şîrovekirin. Em dikarin peyvên kurdnasî/kurdzanî yên ku li başûrê Kurdistanê tên bikaranîn wek sînonîmên kurdolojiyê qebûl bikin. Kurdolojî, bi peyvên        îranolojî û turkolojî re dikeve nav eynî paradîgmayê.

 

  1. Ravekirina Kurdolojiyê di Ferhengên Kurdî de

Berî ku em lêkolîn û xebatên kurdolojiyê binirxînin, divê ku em maneya kurdolojiyê ya di ansîklopêdî û ferhangan de diyar bikin. Dema ku peyvek di ansîklopêdî û ferhengan de cîh digire û tê ravekirin, ev yek bi xwe jê re dibe nîşana prestîjê. Gelek peyv hene ku mirov wan di jiyana rojane de pirr bi kar tîne, lê mirov nikare wan di ferhengan de bibîne. Gava ku peyvek di ferheng an ansiklopediyekê de cîh digre, ev yek statuyeke taybetî dide wê peyvê. Ew dibe xwedî nasnameyek ku xwe li zimanaxêvan ferz dike da ku ew wê fêr bibin.

Bi qandê ku em dizanin, tu ansîklopediyan, di ravekirina peyvan de, cîh nedaye kurdolojiyê. Bêguman, tunebûna ansîklopediyên kurdî yek ji sedemên vê kêmasiyê ye. Lê di ansîklopediyên ku bi zimanê bîyanî hatine nivîsandin de jî, deqa (madeyê) kurdolojiyê tuneye. Wek nimune, Ansîklopediya Îslamê, di cîlda xwe ya 5an de, deqeke bi navê “Kurd û Kurdistan”ê çap kiriye. Ev deq ji alî kurdologên bi nav û deng yên wek V. Minorsky, D. N. Mackenzie û T. Bois ve hatiye nivîsandin. Deqa ku ji 48 rûpelan pêk tê, di çapa 1986an de hatiye nûjenkirin. Lê, ne di deqê de û ne jî di tevayiya ansîklopediyê de navê kurdolojiyê derbas dibe. Her wiha, di Ansîklopediya Universalis (1996) û Ansîklopediya Britanica (2000) de jî, tu agahdarî di derheqê kurdolojiyê de peyda nabe.

Her çend ansîklopedî cîh nedin kurdolojiyê jî, çend ferheng wê didin nasîn. Dîsa jî ev ne ferhengên kurdîkurdî, lê du ferhengên înglîzî kurdî ne û ferhengeke tirkîkurdî ye. Ferhenga kurdîtirkî û tirkîkurdî ya Îzolî (1992) û ya Torî (1999) cîh nadin kurdolojiyê.

Her wiha, di ferhenga J. Blau (1991) a bi kurdî  tirkî  fransî  înglîzî de, deqa kurdolojî û kurdologê peyda nabe. Balkêş e ku lêkolînereke ku weke kurdolog tê nasîn, di ferhenga xwe de tu cîhî nade kurdolojiyê.

Di her du ferhengên înglîzî  kurdî de ku deqa kurdolojiyê heye, agahdariyeke girîng peyda nabe. Ferhenga S. Sadallah (2001, r.620) tenê wergera peyvên “kurdology” û “kurdologist”ên bi kurdî dide:

Kurdologist. Kurdzan, Kurdnas

Kurdology. Kurdzanî, Kurdnasî

Di ferhenga tirkîkurdî ya Farqînî (2000, r.783) de jî, em tenê wergera peyvên “Kürdoloji” û “Kürdolog”ên bi kurdî dibînin.

Kürdolog. Kurdzan, Kurdnas, kurdolog

Kürdoloji. Kurdzanî, Kurdnasî, Kurdolojî

Bi tenê ferhenga M. Chyet (2003, r.338), bi ravekirina deqa “kurdologist”ê, di derheqê kurdolojiyê de agahdariyan dide.

Kurdîzan 1. Kurdishspeaking. Who knows or speaks Kurdish

  1. Kurdologist, one who studies the Kurds, their language, history and folklore.

Bêguman, manaya ku bala me    dikişîne, manaya diduyan e. Kurdologist (kurdolog) wek kesekî ku di derheqê kurdan, ziman, tarîx û folklora wan de lêkolîn dike tê nasandin. Kurdolog jî wek lêkolîner û pisporê vî karî tê pejirandin.

 

  1. Lêkolîn û Xebatên li ser Kurdolojiyê

Weke ku em dibînin, kurdolojî di ansîklopedî û ferhengan de cîhekî mezin nagire, ev yek bi serê xwe jî nîşan dide ku kurdolojî hîn jî negihîştiye qonaxa zanistiyeke gerdûnî. Her çiqas di ansîklopedî û ferhengan de agahdariyeke girîng tunebe jî, em baş dizanin ku xebat û lêkolînên kurdolojiyê pirr girîng in. Em niha jî dixwazin xebat û lêkolînên li ser kurdolojiyê binirxînin.

Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên me ji şeş lêkolînên di vî warî de pêk tên. Bi awayekî giştî ev lêkolîn peyva kurdolojî / kurdnasiyê di sernivîsên xwe de bi kar tînin. Em wan li jêr li gor rêza alfatîk pêşkêş dikin :

Bayrak M. 1994, AçıkGizli / ResmiGayriresmi Kürdoloji Belgeleri, Özge yayınları, Ankara, 602 r.

Benningsen A. 1960, “Les Kurdes et la kurdologie en Union soviétique”, Cahiers du Monde russe et soviétique, n°3, Paris, r.513530

Mihemmed H., Nebez C., Marif A., Kurdo Q., 1974, Kurdnasî li Europe, Kori Zanyari Kurdi, Bexda, 160 r.

Mokri M. 1963, “Kurdologie et enseignement de la langue kurde en URSS”, L’Ethnographie, Revue de la Société d’Ethnographie de Paris, r.71105

Pirbal F. 1998, Serçawekanî Kurdnasî, Gelawejî Niwê, Silemanî, 116 r.

Rohat,  1987, Kürdoloji biliminin 200 yıllık geçmişi (17841987), Komkar Yayınları, Koln, 217 r.

 

3.1. Kurdolojî Wek Lêkolîna Dokûmantasyonê

Di nav çavkaniyên me de, du pirtûk bala me pirr dikşînin. Ew pirtûkên M. Bayrak û Rohat in. Ya pêşî hêvîyeke mezin dide kesên ku li lêkolînên kurdolojiyê digerin û dixwazin, wek me, wan bixwînin. Lê dema ku mirov pirtûkê vedike û çend rûpelan jê dixwîne, hêviyên mirov ên destpêkê zû pûç û wenda dibin. Bêguman, em bikêrhatina pirtûkê înkar nakin, ew ji bo hemû lêkolîne ran çavkaniyeke girîng a dokûmentan e. Pirtûk, bi lêgerinekê dûr û dirêj, gelek dokûment û belgeyên dîrokî, peyman, axaftin, gotar, nivîsên rojnaman ku di derheqê Kurd û Kurdistanê de hatine nivîsandin pêşkêşî xwendevanan dike. Ev bi serê xwe xizmetekemezin e. Lê mixabin, ji van belge û dokûmentan, mirov nikare yekê jî weke lêkolîneke zanistî nîşan bide. Pîrtûk weke koleksiyona dokûmentên dîrokî dimîne. Xebatên wiha bitenê dikarin rola arşîvê bilîzin. Loma, bi dîtina me, bikaranîna “Kurdolojî”yê di sernivisa pirtûkên wiha de ne karekî di cîhê xwe de ye û dibe sedemê tevlîheviyê. Her çiqas xebat û lêkolînên dokûmentasyonê hêja û bikêrhatî jî bin, divê mirov berhemên wiha wek lêkolînên zanistî nîşan nede.

 

3.2. Kurdolojî Wek Zanistî

Pîrtûka din, kurdolojiyê wek zanistiyekê destnişan dike: Paşeroja 200 salî ya zanista Kurdolojiyê (17841987). Vê pirtûkê bala me gelekî kişand, ji ber ku di lêgerîna me de, me lêkolîneke din nedît ku kurdolojiyê bi vî awayê zelal wek zanistiyekê bipejirîne. Pirtûk ji 15 beşan pêk tê. Beşa yekem destpêka kurdolojiyê û peywendiyên wê yên bi rojhelatnasiyê (orientalizm) ve pêşkêş dike. Beşên din xebat û lêkolînên kurdolojiyê yên li Îtalya, Elmanya, Fransa, Îngîltere, Awusturya, Holanda, Welat ên Îskandînavya, Rusyaya Çarîtiyê, Yekîtiya Sovyetê, Irak, Îran, Sûriye û li Tirkiyeyê didin nasîn.

Li gor Rohatê lêkolîner, kurdolojî bi xebata zimanasê îtalî Garzonî dest pê dike. Wî di sala 1787an de pîrtûkek bi navê “Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda” (Rêziman û Peyvên Zimanê Kurdî) li Romayê çapkiriye. Rohat, kurdolojiyê wisa ravedike: “Wek zanistiyekê, Kurdolojî beşek ji zanistiya berfireh e ku li ser ziman û edebiyata kurdî, tarîx û etnografyaya kurdî û di gelek warên din de li ser Kurd û Kurdistanê lêkolînan li dar dixe” (r.9). Dû re, ev beşên din diyar dibin: ziman, edebiyat, hûner, tarîx, arkeolojî, etnografiya, etnolojî, ol, coxrafiya, ekonomî, sosyolojî, hikuk, bîbliografiya (r.11). Wisa xuyaye ku Rohat zanistê û babet û mijarên lêkolînên zanyariyê  tevlihev dike. Em dizanin ku tarîx, arkeolojî, etnografiya, etnolojî, coxrafiya, ekonomî, sosyolojî wek zanistiyên sosyal û mirovî tên qebûlkirin. Ew xwedî metod û teoriyên gerdûnî ne. Lê ziman, edebiyat, hûner, ol mijarên lêkolînan in. Wek nimûne, zanistiya ku li ziman dikole zimanasî (linguistique) ye. Her wiha, mirov nikare bîbliografiya, ku xebata berhevkirin û nirxandina çavka niyan e, wek zanistiyekê bipejirîne.

Divê em li vir balê bikşînin ser zanistiyê bê çi ye û ne çi ye. Zanistî, tevahiya zanyariyên ku xwedî mijareke kifşkirî û nasyarragirtî û her wiha xwedî metodeke taybetî ye. Divê ku babeta zanistiyan hevrêkî (homojen) û xwedî taybetmendiyeke xweser be. Metoda zanyariyê, li ser peywendiyên objektîf yên esehbar binyatkirî ye. Encamên xebatên zanistî gerdûnî ne û ji van encaman teorî derdikevin holê.

Dema ku mirov li zanistî, babet û mijarên ku Rohat di çarçoveya kurdolojiyê de bi nav kiriye dinêre, bi hêsanî xuya dibe ku mirov nikare kurdolojiyê wek zanistiyekê qebûl bike. Weke ku me berî jî got, jixwe tarîx, arkeolojî, etnografiya, etnolojî, coxra fiya, ekonomî, sosyolojî zanistiyên serbixwe ne. Mirov nikare bibêje ku kurdolojî van zanistiyan hemûyan digre nav xwe.  Ji aliyekî din ve, babet û mijarên kurdolojiyê ne hevrêkî ne. Em ê niha li jêr bibînin ku ziman, edebiyat, tarîx, ol, folklor, û hwd. wek babetên sereke yên kurdolojiyê tên nasîn. Lê zanistiyek bi serê xwe nikare li wan hemûyan bikole.

 

3.3. Kurdolojî Wek Zanistiyeke Înterdîsîplîner

Weke ku em dibînin, sinorên kurdolojiyê pirr fireh in. Kurdolojî bi gelek zanistiyan ve giridayî ye. Ev peywendiyên xurt ên bi zanistiyên din re taybetiyeke înterdîsîplîner dide kurdolojiyê. Ev kesayetî, di çavkaniyên din de jî diyar dibin. Wek nimune, A. Benningsen (1960), lêkolînên kurdolojiyê di çar beşan de ravedike : 1. Organizasyona perwerdeyê, 2. Xebatên fîlolojiyê, 3. Xebatên li ser edebiyat û folklorê, 4.  Etnografiya  Sosyolojî  Ekonomî  Ol  Tarîx  Polîtîka. M. Mokrî (1963) jî, di bibliyografyaya xwe ya lêkolînên kurdolojiyê li Yekitiya Sovyetê de, cîh dide tevahiya van beşan û zimannasî û etnolojiyê jî li wan zêde dike. Di pirtûka xwe de, H. Mihemmed, C. Nebez., A. Marif, Q. Kurdo (1974), giraniyê didin lêkolînên li ser ziman û tarîxa Kurdistanê. Ji vê jî eşkere dibe ku kurdolojî xwedî taybetiyeke înterdîsîplîner e. Lê dîsa jî ev taybetî nikare statuya zanistiyê bide kurdolojiyê. Metod û teoriyên ku zanistiyan ava dikin di warê kurdolojîyê de nîn in. Taybetmendiyên hevbeş yên lêkolînên kurdolojiyê ew in ku ziman, edebiyat, tarîx, folklor û civata kurdî li gor metod û teoriyên zanistiyên wek zimanasî, etnolojî, sosyolojiyê analîz dikin. Bêguman, mirov nikare metod û teoriyên ku di zimannasiyê de tên bikaranîn li warê etnolojiyê jî tetbîq bike. Loma, kurdolojî, xwedî metod û teoriyên hevbeş nîn e.

 

3.4. Kurdolojî, Wek Tevahiya Dîsîplinên Lêkolînê li ser Kurd û Kurdistanê

Em baş dibînin ku ravekirina kurdolojiyê wek zanistiyekê pirr zehmet e. Lê rastiyek heye ku gelek lêkolîn û xebatên zanistî di derheqê Kurd û Kurdistanê de, li ser ziman, tarîx, edebiyat û hwd. pêk tên.  Ev lêkolîn li gor metod û teoriyên zanistî, li ser mijar û babetên jorîn tên meşandin. Loma jî, em dikarin kurdolojiyê weke tevahiya dîsîplînên lêkolinê yên li ser gelekî ku zimanekî hevbeş diaxife rave bikin. Ev dîsîplîn, bi zanistiyên sosyal û mirovî ve girêdayî ne. Ango, lêkolînên fizîkî yan kîmyayî di kurdolojiyê de cîh nagirin. Weke ku li jor jî eşkere bû, dîsîplînên ku mirov dikare di warê kurdolojiyê de destnişân bike ev in: zimanasî, fîlolojî, etnografiya, coxrafya, etnolojî, sosyolojî, antropolojî, ekonomî, tarîx, polîtîka, psîkolojî.

 

  1. Perspektîfên kurdolojiyê

Kurdolojî xwedî paşerojeke dirêj e, ku li Rusyaya Çarîtiyê dest pê dike, li Yekîtiya Sovyetê geş dibe, û li welatên Ewrûpayê yên wek Fransa û Îtalyayê belav dibe. Berê, navend û dezgehên kurdolojiyê yên giranbiha li Lenîngrad û Erîvanê bûn. Ji ber têkçûna Yekîtiya Sovyetê, em dizanin ku îro rewşa kurdolojiyê û dezgehên wê yên li Rusya û Ermenîstanê, pirr xirab e. Niha jî, navend û dezgehên ku xwe bi navê kurdolojiyê didin nasîn li Elmanya (Berlîn) û li başûrê Kurdistanê (Hewlêr, Silemanî) derdikevin pêş. Her çiqas li Zanîngeha Sorbonê ya Fransayê, perwerdeya bi ziman û edebiyata kurdî tê dayîn jî, navenda kurdolojiyê li Parîsê tuneye. Wisa xuyaye ku qedera kurdolojiyê bi qedera gelê kurd ve girêdayî ye.

Îro, îmkan heye ku lêkolînên li ser Kurd û Kurdistanê li ser axa Kurdistanê bi xwe bên lidarxistin. Divê êdî navendên kurdolojiyê li başûrê Kurdistanê bên avakirin.  Di vî warî de, rola Hikûmeta Herema Kurdistanê pirr mezin e. Wekî yekem hikûmeta azad ya gelê kurd, ew dikare piştgiriyeke xurt bide xebatên zanistî yên li ser Kurd û Kurdistanê. Bi alîkariya aborî û dayina bûrsan, îmkan heye ku gelekî lêkolîner di warê kurdolojiyê de bibin pispor.

Televizyon û çapemeniya kurdî jî dikarin beşdarî geşkirina vê pêvajoyê bibin. Di weşanên xwe de, ew dikarin nimuneyên giranbiha yên lêkolînên kurdolojiyê bidin nasîn. Wekî din, lêkolînerên ku wekî kurdolog tên nasîn, an kesên ku xwe wekî kurdolog nîşan didin, dikarin lêgerînên epîstemolojîk li ser kurdolojiyê li dar bixin. Epîstemolojî, zanistiyeke rexnegir û ya nirxandina teorî û metodên zanistiyan e. Bi vî awayî, gelekî pirsgirêkên kurdolojiyê dikarin zelal bibin.

 

Université de Rouen  CNRS

Email : Salih.Akin@univrouen.fr

 

Bîbliyografya

BAYRAK M. 1994, AçýkGizli / ResmiGayriresmi Kürdoloji Belgeleri, Özge yayýnlarý, Ankara, 602 r.

BENNINGSEN A. 1960, “Les Kurdes et la kurdologie en Union soviétique”, Cahiers du Monde russe et soviétique, n°3, Paris, r.513530

BLAU J. 1991, Kürtçe / Türkçe, Kürtçe / Fransýzca, Kürtçe / Ýngilizce Sözlük, Sosyal Yayýnlar, Ýstanbul, 341 r.

CHYET M. 2003, KurdishEnglish Dictionary  Ferhanga KurmancîÎnglîzî, Yale University Press 846 r.

FARQÎNÎ Z., 2000, TürkçeKürtçe Sözlük, Enstîtuya Kurdî ya Stembolê

MOKRI M. 1963, “Kurdologie et enseignement de la langue kurde en URSS”, L’Ethnographie, Revue de la Société d’Ethnographie de Paris, r.71105

SAADALLAH S. 2001, Saladin’s EnglishKurdish Dictionary  Ferhenga ÎnglîzîKurdî ya Selahedîn, Institut Kurde de Paris  Avesta, 1477 r.

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply