Çend Çirûsk

(1)

Ji ber ku bi dirêjiya jiyana xwe te avzeyek biqasî mûyekî kêmtirî bostekê ava nekir, û ne jî te ji zû de karibû rojekê xwe bikira dilop ji fîdanên tî re, lewre bikêmanî nebe lêmişt.

(2)

Tiştê di gerdûnê de kesayetiya mirov diyar dike, û nasnama wî diparêze ziman e, ne partî û kadiroyê siyasî an efserên leşkerî ne, lê tevî vê rastiyê jî kurdên Ewropa û nemaze yên Almaniya hejmara wan derdora melyonekî ye, lê ji wa melyonî bi deh hezaran ji bo partiyan û serokên hin partiyan her demekê xwe li kolanên wê welatî tevî siloganên mezin radixin, lê ji bo parastina çand û ziman û nasnama xwe ji sedhezaran tenê hezar û sed kes ta vê demê tevlî korsên zimanê kurdî bûne!!.

(3)

Ger tu lewaz be – wek kes an malbat an gel – û tiştekî te pir biha li ba te hebe, dibê tu pir qala tiştî xweyî nirxdar neke, daku tu cîran û dijminan li tiştên xwe yî zêrîn biçav neke.

(4)

Ji tiştên herî balkêş ku kurdên ji aliyê Turkiyê ve hatine sirgûnkirin û ji zemîna xwe û civaka xwe hatine qetandin, û ji koka xwe bidûrketine û ra li komarên sofyêtistanê bicî bûne, ew hîn bi kurdî diaxifin, lê li hember wan ewên li ser xak û mal û li welatê xwe mane ji bona çavê dijminê xwe ziman jî kirin qurban.

(5)

Carna bînerê civakê bi rewşa kesên li ser welatparêziyê dipeyivin matmayî dimîne, ji ber ku ewên ewqasî germ û siloganên tund dijî dagîrkerên kurda hergav di civak û li ser rûpelên mediya civakî diweşînin ji hemûyan bêhtir amade bûn û amade ne ku xwe ji her tiştê ku bi welêt ve girê dide xelas bikin, û pir kesî ji wan zevî û dar û xanî firotin tenê jibo ku xwe pê bi Ewropa gihînin, vêca li hember wan hinek malûmilkên wan ji bingeh da kêm e û hema têra debara wan ya jiyana rojane jî nake, lê dîsa jî bê durşim û silogan û ziman dirêjî dest ji deverê bernedan û berê xwe nedan behişta çîl!!.

(6)

Berê li ba me, li gundên herêma Efrînê li civatên giran ne ji mafê xortê biçûk û kesê nezan bû ku li civatê deng bixwe xînin, an li pêşiya pîr û kalan biaxifin, lê vê gavê mediya civakî mafê axaftinê ji hemûyan bêhtir daye wan tolazan!!.

(7)

Wek kesekî çavdêr, gava tu mêze dike ku ewê ji dûrve tê ji yê derê bi tiştekî ne çêtir e, dibê wê gavê tu ne li kesê derê şabibe û ne jî ji yê tê re pêşwaziyê bike.

(8)

çiqasî wê xweş ba ger hûn ji dilsozî û biratiyê nêzî hev bibûna; ne bi xêra pêlava biyaniyan we li hev bikira.

(9)

Xebat û têkoşeriya siyasetmedaran bi kiryaran tête naskirin û girêdan, ne bi fors û comerdiyên bê ziyan, lewre dibê tu ji xwe re bike bingeh ku yê nikaribe pariyekî ji nanê xwe pêşkêşî birçîyekî bike, ne amadeye ku dilopek xwîn ji ber kesî ve birêjîne.

(10)

Pir tiştên Sosyolizmiyê cihê pesnê ne, lê ne hemû rênimayên wê li bedena endamên tevaya civakê tên, her weha hestê ku te di şahiyê de sermest dike, ne ferza xweda ye heyanî ku tevaya oldaran di kêfxweşiyê de bigevzîne.

Majêd A Miehmed

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply