Weşangerî

Ji Nûbiharê Pirtûka ‘Şêxê Biçûk’ Derket

Dema serhildana Şêx Seîd têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan. Di demek wisa teng de Şêx Evdirehîm li çiyayê Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botan xwe bi rêxistin kir, tekoşînek berfireh rûda. Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî wek ya birayê wî Şêx Seîd tûşî îxaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan hat. Şêx Evdirehîm ji malbatê, …

Bêhtir »

Çend Pirtûkên Zarokan -PDF- Daxînin

Em ê li vir Pirtûkên Zarokan ên pdf î biweşînin, hûn kanin va pirtûkan daxînin têlefon û kompîtora xwe zarokên xwe re bixwînin an jî xwendin bidin. Navê Pirtûke Beşa Pirtûkê Dabarkirin Pirtûka ‘Kêzxatûna Şêrîn’ Zarok Pirtûka ‘Tirsîya Hîs dikim’ Zarok Pirtûka ‘Şermok Hîs dikim’ Zarok Dersên Xwendina Kurdî Perwerdehî, Zarok

Bêhtir »

Kovara ‘Folklora me’ Derket

Hejmara nû ya kovara Folklora Me (hejmara 13an) derket. Di vê hejmara kovarê da cûrbecûr li ser folklorê nivîs hene. Kovara Folklora Me, bi edîtorîya Eşref Keydanî tê weşandin derket. Kovara ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk tê, cih dide nivîsên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî. Di vê hejmara kovarê da li ser her babet mijarê folklorê …

Bêhtir »

Pirtûka ‘Lalezar’ ji Nûbiharê derket!

Lalezar “Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan” Mela Husnî Hezîn Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh …

Bêhtir »

3 kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin

Kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin. Pall Weşan di meha îlonê de kitêbên helbestan û kitêbeke çîrokan weşandin. Kitêb û danasîna wan: Pirtûka Baranê, Armîn Temerzade (helbest, 56 rûpel): Armîn Temirzade şairekî bi emir hêj ciwan e, belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî, li pey xwendin, lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka …

Bêhtir »

Hejmara Nozdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê …

Bêhtir »

Ji Nûbiharê 3 pirtûkên nû

Edebîyata Kurdî ya Sovyetê Zülküf Ergün Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî …

Bêhtir »

Kovara Nûbiharê ya 164an Derket!

Ji jimara 164an merheba. Jimarek berê, jimara 163yan em bi dosyaya Berxwedana Araratê derketibûn pêşberî we. Bi kêfxweşî bibêjim ku vê dosyaya me eleqeyek baş dît, çapa yekem qediya û me cara duduyan çap kir. Ev cara duduyan e ku jimareke Nûbiharê di­qede û careke din çap dibe. Di sala 2006an de jî jimara 98an qediyabû, paşê me cara duduyan …

Bêhtir »

Pirtûka ‘El û Osê Dingî’ derket

Li paş berga pirtûkê derheqê pirtûkê de wiha tê nivîsandin Ez di sala 1945an meha avrêlê roja sisiyan li gundê Qaricixê ku girêdayî bajarê Semsûrê ji dayika xwe bûme. Ev demen borî siyaseta Tirkan ya nijadperest li ser Kurdên Semsûrê ji helandin û pişaftinek hovane dimeşand. Gelê semsûre, ku piraniya wan Kurd in, hîn ku bi ziman û nasnameya xwe …

Bêhtir »