Pirtûkeke Nû: ‘Serpêhatiyên min ên bi heqîqetê re’ derket!

“Ji bo mirov bigihîje pakbûna mikemel, divê di zihn, axaftin û kiryaran de xwe bi temamî ji hewesan bişo; divê ji hestên dijber ên mîna evîn û nefret, hezkirin û redkirinê xilas bibe.”

“Ji min ve wer xuya ye ku zeftkirina hewes û arezûyan gelekî zehmettir e ji fetihkirina dinyayê ya bi hêza çekan.”

Heqîqeta Gandhi nefs bû. Ew kujerê nefsa xwe bû û bi vê helwesta xwe hemû çand di dilê xwe de kiribûn yek. Gotinên wî ku dibêje, “Naxwazim dîwar hebin li her aliyê mala min û şibakeyên min girtî bin; dixwazim çiqasî mimkun be, çandên hemû welatan xwe li mala min bigirin lê red dikim ew lingên min ji erdê bibirin” nîşana vê dilfirehiya wî ne.

“Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” mirêka jiyana Gandhi ye, em serboriya wî bi zimanekî zelal û jidil ji wî fêr dibin.

Mahatma Gandhi
Ji ingilîzî: Fahriye Adsay
(Otobiyografî)

www.avestakitap.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

Em ê li vir Pirtûkên Zarokan ên pdf yî bi du şeklan biweşînin: 1. Wekî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *