Ji Nûbiharê 3 pirtûkên nû

Edebîyata Kurdî ya Sovyetê

Zülküf Ergün

Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên nasnameyî radiweste.

Ji ber ku piranîya deqên debîyata kurdî ya Sovyetê di nav anonîmîya folklorîk, etnîk, îdeolojîk û jîngeheke stalînîst a behrekuj da tên berhemanîn mirov ji bilî şopên bernameyeke sîyasî ya sepandî rastî tu şopên takekesî û çavdêrîyeke rasteqîne ya civakî nayê. Tevî vê di mînaka Emerîkê Serdarî da hin nivîskar xwe ji bin vê sîbera reş û tarî rizgar dikin û heta radeyeke baş edebîyateke şexsî û cîyawaz berhem tînin. Ji ber vê ji bilî vê dîmena giştî ya yekaheng di beşeke vê xebatê da alîyê cîyawaz ê vê edebîyatê jî tê vekolîn.

 

FİYAT: 110.00 TL

ISBN: 978-625-7383-84-4

SAYFA SAYISI: 168

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ARAŞTIRMA

—————————————————————

Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî

Dr. Perwîz Cîhanî

Baba Tahirê Hemedanî, şair û arifekî sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e. Lê dîsa jî di piraniya çavkaniyên sereke de tarîxa jiyadikbûn û wefata wî wek mîladî 937-1010 tê qebûlkirin. Baba Tahir, di du qadên cuda de berhem dane. Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî bi navê “el-Kelîmatu’l-Qîsar” e, ya duyem jî helbestên wî yên bi cûreyê “dubeytî” ye, ku bi zimanê Kurdiya Lorî hatine nivîsîn. Ji aliyê naverokê ve di dubeytiyên Baba Tahir de mijarên lîrîk/evînî û fîkra wehdetu’l-wucûdê bi hev re xuya dikin. Dubeytiyên Baba Tahir yên orjînal hindik in; ew dubeytiyên ku niha bi navê wî têne weşandin hemî ne yên wî ne. Herweha dubeytî, ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin; ji formên wan ên Kurdî/Lorî hatine Farisîzekirin. Dubeytiyên Baba Tahir bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Ev wergera han jî ji hêla Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin. Di kitêbê de 336 dubeytî hene. Cîhanî, wergera xwe bi awayê wezn û qafiye hûnandiye

FİYAT: 85.00 TL

ISBN: 978-625-7383-83-7

SAYFA SAYISI: 104

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ŞİİR

—————————————————————

Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî

Tehsîn Îbrahîm Doskî

Eliyê Herîrî yek ji pêşengên şa’irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tiştê ji wî gihiştiye me bi tenê nêzîkî deh şi‘rên wî ne!

Çavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel şa’irên me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê tu agahî derbarê wî de nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî, behsa heşt şa‘irên klasîk ên Kurmanc kiriye û gotiye: “Şa‘irê pêşîn ji wan Eliyê Herîrî ye, dîwançeyek wî heye, şi‘r û beytên wî di nav Kurdistanê de qewî zêde meşhûr û me‘rûf e. Herîr jî gundek e li ser navçeya Şemzînana Sencaxa Hekariyan e. Û (Herîrî) di nav gundê Herîrê de medfûn e.” Herîrî di şi‘rên xwe de geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek cihên şi‘ra wî, eşkere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘eşîra “Sûrçiyan” ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.

Di vê kitêba li ber destê we de, Tehsîn Îbrahîm Doskî deh şi‘rên Herîrî ji destxet û keşkûlên kevn berhev kirine û navê wê “Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di xebata xwe de pêşîn metnê eslî yê helbestekê hemî dane; piştre beytên wê yek bi yek rêz kirine, li binê her beytê hinek peyv û îstilah îzah kirine û paşê jî ew beyt şîrove kiriye. Herweha di vê xebatê de, sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin.

FİYAT: 110.00 TL

ISBN: 978-625-7383-86-8

SAYFA SAYISI: 168

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ŞİİR İNCELEMESİ

 

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply