3 kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin

Kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin. Pall Weşan di meha îlonê de kitêbên helbestan û kitêbeke çîrokan weşandin. Kitêb û danasîna wan:

Pirtûka Baranê, Armîn Temerzade (helbest, 56 rûpel):

Armîn Temirzade şairekî bi emir hêj ciwan e, belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî, li pey xwendin, lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka xwe ya taybet raberî çav û dilê me dike. Pirtûka Baranê, bi hêmagerî û rewanbêjiya xas a şair, ji bo edeba me yek ji bûyerên herî xweş ê vê payîzê ye.

 

Agirek tune ye

ji bilî xolemêşa dilê min

ku te bi çavên xwe

pê xistiye.

Eger ew agirê te,

veşartî be li nav pêlên tarî

an azad be li nava kulîlkan,

hêvî û wêrekî

dê her hebe

ji bo van Kaweyan.

 

Şorişek tune vê carê

laşê min ê melûl

naşibe serwekê

li ser vî milê hejar

tune dengê Tezerwekê!

Edîtor: Yehya Omerî

—————————

Surra Hisretê û Çend Helbestên Din, Elîxanê Memê, Amadekar: Ferec Koyistanî (helbest, 160 rûpel)

Elîxanê Memê, yek ji du sê şairên dawî ye ku di helbesta kurdî ya Sovyetê de piştî navên mezin ên wekî Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Cerdoê Esed, Egîtê Şemsî, Mikaîlê Reşîd, helbesteke çak nivîsî.  Bi rehetî dikare were gotin ku yek ji sedemên başiya helbesta wî ev e ku gihaye ser mîrate û serhevdeya helbesta ji salên 1930î û vir ve û bênavber li xwe zêde kiriye, berhem û keresteyên baş civandine.

Ez ê pirs kim: – Qîzik,

kîjan rengî hiz dikî?

hergê cabê bide:

– Ê sor!

Ez ê bixemilînim

sîng û berê qîzê

bi gul-sosinêd sor.

 

Ez ê pirs kim: – Qîzik,

kîjan rengî hiz dikî?

Hergê cabê bide:

– Ê sor!

Ez ê wergirim

bejn û balêd qîzê

bi kincê sor.

Edîtor: Yehya Omerî

————————————-

Heft û Heştên Mirinekê, Înan Eroglu (çîrok, 88 rûpel)

Çîrokên Heft û Heştên Mirinekê ya sêbeşî, li ser zemîneke xurt bi hev ve hatine girêdan ku ev zemîn bi firewantirîn maneya xwe, cîhana honakî ya berhemê ye. Gotinên dayikekê ku bi neyekserî tebeqeyan li honaka berhemê zêde dikin, zeman, mekan û karakterên dîrokî ku em şik û gumanê ji rastiya wan dibin. Hûrgiliyên rasteqîn, çîrokan ne nêzî rasteqîniyê lê nêzî cîhana fantazmayê dikin û edebiyatê ne nêzî rasteqîniya req lê nêzî vegêraneke edebî dikin.

Xaleke din a van çîrokan jî ew e ku ji babet û temayên van çîrokan zêdetir, aliyên girtî û kêmmayî yên van çîrokan in ku meraqa me radikêşin. Digel van aliyan, di gelek çîrokan de tîrahiyeke berçav heye ku ji kana romaneke danizilî avê vedixwe.

Heft û Heştên Mirinekê bi zimanekî kamil, kûrfikir û bi rîtma xwe ya rewan, xwendineke hûr û dûr pêşkêşî xwînerên xwe dike.

 

Edîtor: Mihemed Şarman

Serrastkirin: Îkram Baban

Ji bo xwestina kitêban û derbarê Pallê de: www.pallwesan.com

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply