Pirtûka ‘El û Osê Dingî’ derket

Li paş berga pirtûkê derheqê pirtûkê de wiha tê nivîsandin

Ez di sala 1945an meha avrêlê roja sisiyan li gundê Qaricixê ku girêdayî bajarê Semsûrê ji dayika xwe bûme. Ev demen borî siyaseta Tirkan ya nijadperest li ser Kurdên Semsûrê ji helandin û pişaftinek hovane dimeşand. Gelê semsûre, ku piraniya wan Kurd in, hîn ku bi ziman û nasnameya xwe nehesîbûn, bi ber çerxa pişaftina Tirkan ketin. Gelek ciwanên Kurd bi ber wê lehiyê ketin.

Gelek ciwanên Kurd di wê lehiyê de xeniqîn. Ez ji li wan ciwanan ê ku bi zanav û zimanê xwe nehesîyayî bûm.

Netew bi zimanê xwe tên nasîn. Min li ser zimanê Kurdî xebat meşand. Kişfa zengîniya zimanê Kurdî nû kir. Dîroka wêjeya Kurd hîn bûm. Hînbûna zimanê Kurdî bi min qîm nekir, dive li ser ziman nivîs pêk bê. Li ser newesa zimanê qedim xebata min meşî, heta nuha qasî deh pirtûkê min hatin weşîn.

Romana di dest we de ya bi navê “El û Osê Dîngî” bi vê benda jêrîn dest pêdike.

“Navbera gundê Dinge û Saweranê peya du saet dikişand. Os demek meşî, ku hîn nêzika Saweranê bûbû ne bûbû, di dûr de girme girma dengê daholekê dibîst. Osê guhê xwe dagirt, ku Osê dengê dahûlê bihîst, Çîvanokek ku di nav gelê Kurd de tê gotin hat bîra wî, Osê xwe xwe re kire pile pil û go;

“Şalê dolik lêketa.

Lawê min jî têketa,

Destmal desta biketa,

Dilê keçika têketa

Dinge dinga dolê ye.

Girme girma zirnê ye.

Qelîng nişan tev têda ye.

Bav rûniştiye odê ye.

Ya sozê bidin ya cawê ye.”

 


 

Nivîskar: Mehmet Akar

Pirtûk: El û Osê Dingî

Weşanxane: Vesta Yayinlari

Rûpel: 86

Derbar Çand Name

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply