Forum

Hezîran, 2021

  • 22 Hezîran

    ‘Kêra KO’ ya Mazhar Kara

    Qutiya dilê her kurdek, wek bext û qedera wan, wek êş û birînên wan dişibe hevûdû û herwisa jî tije û dagirtî ye. Her yek ji wan bi heman loriyan mezin bûne û ji heman pêsîrê mijiyan e. Hinek dereng be jî, di van rojan de min pirtûka (romana) dostê xwe yê hêja rêzdar Mazhar Kara xwend. Berî her tiştî …

  • 22 Hezîran

    Qencî û Neqencî

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Du hevalên hev hebûn. Rojekê di rêyekî de dimeşiyan. Yek ji wan hevalan dibêje qencî baş e, ê dî dibêje na neqencî baş e. Li ser vê babetê demeke direj diaxivin. Ji bo ku bihev nakin şert didin berhev. Dibejin; emê herin bal melayekî ku ji bo …

  • 21 Hezîran

    Rêzehevpeyvîn (4) – Nura Şanê

    PÊŞKÊŞÎ Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim. Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên …

  • 21 Hezîran

    Temo

    Bav û diya min dibêjin, sala ku me ji gund bar kir em hatin Swêregê, xwedê tu dayî. Gava ez ji wan dipirsim, ka hûn ji bo çi hatin Swêregê, dibêjin gund ji me re nedibû, me xwe beşer nedikir, zikê me her tim birçî, pişta me xûz bû, xirecira navbera gundiyan rehetî nedida me. Axê gund jî ne axa, …

  • 17 Hezîran

    Faîk Ocal nivîsand – Îlkay Abla

    Min di dengê Îlkay Akkayayê de hizna me dît û lal bûm. Belkî zimanên me cuda bûn; ez li vi aliyê Kurda bûm, ew li wî aliyê Tirka bû, lê navê hiznê me eynî bû: Kêmasî. Bi kêmasiyên xwe, xwe li ba denga “Îlkay Abla” dibînim. Ji bo wê min ji we re got: Îlkay Abla. Bi dil û can …

  • 16 Hezîran

    Bîll Gates: ”Ez Bernadim Ku Zarokên Min Telefonê Bikarbînin!”

    Xemgîniya teknolojiya çanda me ew qas zêde bûye ku heta afirînerê pîşesaziya nûjen a komputerê jî dibêje em hewce ne ku zarokên xwe ji dîmenderê dûr bixin. Bill Gates di hevpeyivînek xwe de got ku, pêdivî ye ku zarok ne xwediyê smartphone/tabletê be heya ku ew bibin 14 salî. Di heman demê de ev şîrove ji hêla pisporên teknolojî û …

  • 15 Hezîran

    ‘Dengê Bêdengîyê’ ferhenga li ser kevir e

    Berhemên edebî wekî nivîsên li ser tahtan, nasnameya civakekê vedibêjin û diparêzin. Loma ew belgeyên zindî yên civakekê ne. Heger tirsa nivîskar/helbestkar a veşartina hest û hêmayan tune be, wê demê helbestên li ser wan tahtan/keviran zelaltir dibin. Dengê Bêdengîyê pirtûka pêşîn a helbestan a Asya Xerzan e. Helbet şîroveya helbestan maye di mista xwendevan de. Loma jî ji kê re çi lazim …

  • 14 Hezîran

    Rêzehevpeyvîn (3) – Muqades Agirî

    PÊŞKÊŞÎ Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim. Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên …

  • 12 Hezîran

    “Ya ji bo Xwedê Min Zikir Bikira”

    Demekê pirr berê şivaneke ciwan ji hevalê xwe re derdê xwe digot: – Derdê min pirr giran e, heval. Ez ketime evîneke xedar û kûr. Heval: – Tu evîndarê kê bûyî? – Ez bûme evîndarê keça Padîşa – Ev pirsgirêkeke mezin e. Li nêzê vê gundê derwêşek heye, em herin cem wî. Tê gotin ku dermanê her derdî li cem …

  • 12 Hezîran

    Mela Hadiyê Berzencî(Têkoşerekî nepen e ji Welatê Min)

    Min li dor kesên sax nenivîsandiye, belê Mela Hadî bi bêdengî û reseniya xwe hişt ku ez li pey bigerim û vê panoramaya bi lez û bez li dor dîtina xwe pê re binivîsim.. Ji mêj ve min navê wî dibihîst.. vê paşiyê, çend carekî, ji dûr ve, çav pê diketim û min dixwest carekê pê re sihbetê bikim.. Ta …