“Ya ji bo Xwedê Min Zikir Bikira”

Demekê pirr berê şivaneke ciwan ji hevalê xwe re derdê xwe digot:

– Derdê min pirr giran e, heval. Ez ketime evîneke xedar û kûr. Heval:

– Tu evîndarê kê bûyî?

– Ez bûme evîndarê keça Padîşa

– Ev pirsgirêkeke mezin e. Li nêzê vê gundê derwêşek heye, em herin cem wî. Tê gotin ku dermanê her derdî li cem wî heye.

Dikevin rê. Derwêş di bin holikek kevin de dijiya. Derdê xwe jê re got. Derwêş:

“Mêze ke kurê min! Çareya vê derdê tenê yek e. Heya çel rojê divê ji Xwedê re zikir bikî. Pesnê Xwedê bikî. Piştî çel rojê wê padîşa were cem te wê serayê pêşniyarê te bike, qebûl neke. Wezirtiyê pêşniyarê te bike wî jî red bike. Paşê wê keça xwe pêşniyar te bike wê qebûl bikî. Tenê divê li ser vê çiyayê zikra xwe bikî.”

Şivan bi hevalê xwe re çû ser wê çiyayê bi hêvîtiyek xweş û evînekî kûr; dest bi zikra xwe kir. Hefteya ewil jê re pirr bi dijwar hat lê paşê dielime. Ewqas xwe dabû zikrê ku di xewda jî tizbiya xwe dikişand. Di wê navberê de bîst roj derbas bibû.

Navê  şivîn li her derê belav dibe. Bi nav û deng dibe. Gelê gund û bajar tev pê dihesin. Navê wî digihîje Padîşa jî. Padîşa: “Em çawa bikin ku vî zilamî bînin serayê, bikin wezîr an wekî din….” Ku qala şivan dibe di wê gavê de derwêş xwe davêje pêş. Tu nabêjî derwêş aqilmendê padîşa bûye. Dibêje:

– Padîşahê min. Wê xwestinê we qebûl neke, yê baş keça xwe pêşniyar bikî.

– Weka ku em zanin ku welî be bê wî tu kes layîqê keça min nine

Piştî çel rojê padîşa û alîgirên xwe dikevin rê derin cem şivan. Padîşa xwestikên xwe pêşniyarê şivîn dike. Şivan tew pêşniyarên wî qebûl nake. Dawiyê padîşa:

– Eger tu layîq bibînî ez keça xwe bidim te.

– Evîna min di dilê min de ye, keça xwe bide yekî din. Padîşa û alîgirên xwe vedigerin serayê.

Derwêş paşê tê cem şivan, jê re:

– Te çi kir?

– Min ji bo keça padîşa zikir kir, padîşa keça xwe dida lê ku min ji bo Xwedê zikir bikira wê çi biba?

Şivan heya ku sax bû zikrê xwe berdewam kir, bû ehlê Xweda.

 

Amedekar: Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply