Rêzehevpeyvîn (3) – Muqades Agirî

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Muqades Agirî – Navê min Muqades Agirî ye. Li navçeya Dudaxê ya Agiriyê hatime dinê. Zanîngeha Anadoluyê beşa Muhasebe min xwend. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê min lîsansa bilind li ser zimanê Kurdî xwend. Niha li Swedê dijîm.

Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Min berê de ji helbest û wêje hez dikir. Min her tim roman û helbest dixwend. Û min di zanîngehê de dest bi nivîsa helbestê kir.

Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Jin di her warî de afirîner e. Hêstên jinê wekî aveke zelal e. Hêstên jinê gur û kûr e. Qelema jinê nazenîn e. Wêje hinekî ji êşê hez dike. Jin jî pir êşê dikşînîn û wekî her hêstê zehf kur dijîn. Evîna jinê jî êşa jinê jî kûr e. Ji ber vê yekê divê jin binivîsin. Jin di dîrokê vir de berê xwe her dane aştiyê. Pêdiviya cîhanê jî bi aştiyê heye. Lewma jî divê jin her binvîsin. Xwe di wêjeyê de pêş bixin ku di civaka Kurd de jî li aliyê wejeyê de bibin pêşeng.

Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Xerîbî, tenêtî, evîn, koçberî, hesret. hezkirina welat… hwd.

Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Vê gavê ti astengiyek derneketiye pêşiya min.

Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Ez gelekî baş û dewlemend dibînim. Nivîskarên me yên gelekî xurt hene.

Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Di her aliyê wêjeyê de pêşketinên ber bi çav hene. Wê pêşerojê bêhtir zexm be.

Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye?

Edebiyata Kurd a Klasîk gelekî dewlemend e. Meriv li berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran dinhêre wekî deryayan kûr in. Aliyê felsefîk de pir kûr in.

Edebiyata Kurd a modern jî gorî vê serdemê xweş e lê hinekî felsefîk be wê bêhtir dewlemend be.

Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bêguman helbest.

Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Bi zanebûna zimanê Kurdî û zêde xwendina edebiyata cîhanê ve û perwerdeya dibistanan ve  wê pêş bikeve.

Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Mixabin ev kêmasiyeke me ye ku rexnegirê me zêde nîne. Rexne mirovan pêş dixe. Ez bi xwe ku helbestekî dinivîsim hesretim ku kesek rexne bike an jî binirxîne.

Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Ez bawerim kesên dixwînin û dinirxînin wê rexneyan jî bikin.

Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Tolstoy, Dostoyevskî, Balzac, Maksîm Gorkî, Cervantes, Pablo Neruda, Franz Kafka,Vîrgînîa Woolf, Vîctor Hugo Albert Camus, Agatha Chrîstîe, Jack London, Sylvîa Plath, , Çehov, Emîle Zola û Amîn Maalouf. Li gorî min divê mirov ji civakên din danustandinên entelektuel pêş bixe. Edebiyat ku beşeke zanistiye hem dikeve qada felsefeyê hem jî dikeve qada dîrokê. Ez xwe nêzî edebiyata sedsala 19emîn a cihanê dibînim. Xwe nêzî ekola Fransî bêhtir dibînim.

Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Hemû nivîskarên Edebiyata Klasîk a Kurd hezdikim. Ji nivîskarên modern jî Bextiyar Elî, Mehmed Uzun, Şêrko Bêkes, ji nivîskarên ereb Xelîl Cîbran, Selîm Beraket û ji nivîskarên farisî jî ji Furuğ Ferruhzad hez dikim.

 Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

 Edebiyat bi kîjan zimanî bê nivîsandin jî xweş e. Lê belê mirov, xwe baştir bi zimanê zikmakî îfade dike. Û li gorî min divê mirov bi zimanê xwe bi çanda xwe qelema xwe, xurt bike.

Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Hin zehmetiyên li ber zimanê Kurdî ku rabe ez bawerim danasînê jî zêde bibin.

Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

 Belê min pirtûkê we xwendine. Trajediya Evîndaran, Sylvîa, Efsaneya Şahmaran

Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Pirtûka min a helbestan a duyemîn amadeye. Dibe ku îsal were çapkirin. Û niha li ser çîrokan hûr dibim.

Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî  bibêjî  heye gelo?

Spas ji bo bersîvên te.

Spas ji bo pirsên we.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply