Bîll Gates: ”Ez Bernadim Ku Zarokên Min Telefonê Bikarbînin!”

Xemgîniya teknolojiya çanda me ew qas zêde bûye ku heta afirînerê pîşesaziya nûjen a komputerê jî dibêje em hewce ne ku zarokên xwe ji dîmenderê dûr bixin.

Bill Gates di hevpeyivînek xwe de got ku, pêdivî ye ku zarok ne xwediyê smartphone/tabletê be heya ku ew bibin 14 salî. Di heman demê de ev şîrove ji hêla pisporên teknolojî û dêûbaviyê ve hatne pesinkirin,  dêûbavên ku dixwazin zarokên xwe teknolojîyê dûr bixin piştgirî dane vê fîkrê.

Bill Gates û jina wî Melinda, ku çar sal in li cîhanê wekî kesê herî dewlemend tên hilbijartin, xwedan têlefonên baqilî ji sê zarokên xwe qedexe kir heya ku ew bibin 14 salî. Bill û Melinda dibêjin ku ji bo em sohbetên malbatî re hîn zêde demê veqetînên me ekranên din jî sînor kiriye.

Di hevpeyvîna xwe de, Bill Gates rêzik û dîsîplîna ku ew li zarokên wî têne sepandin wiha vedibêje: “Dema ku em xwarinê dixwin, li ser maseyê têlefonên me yên desta tune, em destûr nadin ku dest zarokan de têlefonên desta hebin heya 14 saliya xwe, û ew bi berdewamî gilî dikin ku zarokên din wan pir zûtir dikin. Em bi gelemperî demên bêyî dîmender destnîşan dikin, ku dihêle zarok êvarê di demek maqûl de razên. ”

Her çend Bill Gates qala tixûbê temenê 14 salî dike jî, di jiyana pir zarokan de rewş pir cuda ye. Mînakî, li gorî lêkolînek ku li Avusturalya hate kirin, ji pênc zarokan yek gava ku temenê wan digihîje 10 saliyê smartphone/tabletê digire. Dema ku zarok dibin 12 salî, ev hejmar li ber firêye: Zarokên di vî temenî de ji çaran sisê êdî xwedan smartphone/tabletên.

Tevî ku hewildanên kirrûbirra teknolojiyê yên li ser ciwanan têne armanckirin jî, ew di rastiyê de ku afirînerê teknolojî yê li ser zarokên xwe difikirin li ber çavane.

Berî mirina Steve Jobs, yek ji damezrênerên Apple, nûçegihanek New York Times pirsî “Zarokên we ji derheqê iPad-ê çi difikirin?” Ka em bersiva wîya jibîrkirî ya pirsê jî bînin bîra xwe: “Wan heta nuha qet bikar neaniye. Ji ber ku em di malê de karanîna teknolojiya zarokên xwe bi sînor dikin. “

Werger: Çandname

Çavkanî: egitimpedia.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply