Forum

Sibat, 2023

  • 21 Sibat

    Despêka Biharê: Cemre/Koz

    Cemre/koz/pişko, nîşanekê demsala biharê ye. Beriya biharê hefte bi hefte li pey hev; zêdebûna germahiyê hêdî hêdî bilind dibe. Cemre ewulî dikeve hewayê, paşê avê û dawiyê jî dikeve erdê. Cemre bi Erebkî tê mahneya koza arê. Kevirên ku ji Erefatê li Geliyê Mînayê dixin ser hev jî jê re “cemre” tê gotin. Her sal di 20ê sibata mîladî de …

  • 21 Sibat

    Koz/Pişko/ Cemre û Pûka Pîrê

    Pişko (Koz. cemre) li welatê me, di nav gel de çîrokeke devkî heye, ev çîroka mîn a raporek hewa ye. Pişko (Cemre) ku bi zanîstî  jî nebe, lê çîrokeke ya ceribandî heye, bi vê çîrokê pê bihar tê zanîn. Dema pişko xelasiya zivistanê û hatina biharê ye. Meriv û gelên berê pir feqîr bûn, Jiyan bi xêzanî derbas dibû. Wexta …

  • 20 Sibat

    Romana Semerqand – 18 (Amîn Me’lof)

    Dema agahiya standina Alamûtê hat Isfexanê, ti qelqele dernexist. Isfexan pêtir li gijgijîna navbera Nîzam û qesrê mijûl bû. Terken Xatûn, ji ber çalakiya hemberê malbata wê anî, hêca jî li Nîzam neborî bû. Dida ser Melîkşah, da ku ji wezîrê xwe yê bihêz xelas bibe. Dema babê sultan mirî, ji wî re tayînkirina wasîyekî pêwîst bû. Ji lew re …

  • 20 Sibat

    Necdet Gundem: “Heyfa min li me û bi zimanê kurdî hat”

      Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Necdet Gundem ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Necdet Gundem  – Berê ku ez bersivên pirsên cenabê te bidim min divê sipasî te bikim. Tu karekî hêha dikî, her hebî! Ez 14yê meha gulana 1948an de li Qubînê hatime dinê. Bavê min ji Wanê, dîya min ji …

  • 20 Sibat

    Tahir Silêman û 20 Saliya Rojnameya Dîplomat!

    Wek ku diyare ji ber perçebûna Kurdistanê û qedexebûna zimanê Kurdî, çapemeniya Kurdî di sirgunê de avis bûye û zaye..! Ew avisbûn û zabûn bi saya serê welathez û ronakbîrên kurdan yên bi xîret û rûmet destpê kiriye.. Wek Bedirxaniyên ku gelek kovar û rojname di sirgunê de weşndine ku, rojnameya (Kurdistan/ 1898) yak u li Misrê derçûye yek ji …

  • 15 Sibat

    Teymûrê Xelîl: Tenê zimanê me em parastin

    Rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Sowyetê de dibêje, tevî ku ew neçar bûn çend zimanan fêr bibin jî wan zimanê xwe parast û bi saya ziman wan hebûna xwe parast. Li ser cihê Radyoya Êrîvanê di nav civaka Kurdan de jî ew rewşenbîrê dibêje, “Radyoya Êrîvanê roleke mezin hebû di hişyarkirina Kurdan de.” Rojnamevan, nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrê …

  • 11 Sibat

    HEVPEYVÎN BI MELE NUREDÎN YEKTA RE

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Mele Nuredîn Yekta ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Mele Nuredîn Yekta – 24 Adara 1957’an li bajarê Mûşê hatime dunyayê. Min dibistana seretî li gund xwend lê orte, lîse û universite ji dervada xwend. Min mederese xwendiye û qedandiye. Sala 1978 ta 1994 min di Dyanetê da …

  • 11 Sibat

    Gulbijêrkek aforîzma ji fîlozofekî geşbîn

    Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e. *** Hêvî kaniyê dibîne, bawerî avê jê tîne û avdera yên tî evîn …

  • 10 Sibat

    Kurteberhevkirina di barê nêzîkbûna Kurmancî û Soranî de (Bi Kurmancî û Soranî)

    Diktorayî zanikoyî Bîngol be zimanî kurdî Ev berhevkirineke kurt ya kurdî-kurdî ye. Tê de tê xuyakirin ku kurmancî û soranî gel(l)ekî nêzîkî hev in û hemû kesên têkildar dikarin wan bi hêsanî fêr bibin. Ango alfabe ya kurdî yek bûya dê baştir bûya, lê vêga (êsta) ne yeke. Ne yeke, lê tê zanîn ku bi dehhezran qutabiyên Kurd li avrupa …

  • 5 Sibat

    Romana Semerqand – 17 (Amîn Me’lof)

    Alamût. Kelehek li ser zinarekî. Şeş hezar gav bilindahî. Dîmenên wê: çiyayên rût, golên hatîn jbîrkirin, keverên çîk, xarîşteyên teng, di van xarîşteyan re artêşên herî qelebalix jî, ancaq yeko yeko bikaribin biborin. Guleyên herî dijwar jî nikarin wan tehtan bisimînin. Berfa çiyayên Elbûrzê, biharê re diheliya û dar û ber li ber xwe dibirin. Ji ber wê ji robarê …