Necdet Gundem: “Heyfa min li me û bi zimanê kurdî hat”

 

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Necdet Gundem ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Necdet Gundem  – Berê ku ez bersivên pirsên cenabê te bidim min divê sipasî te bikim. Tu karekî hêha dikî, her hebî!

Ez 14yê meha gulana 1948an de li Qubînê hatime dinê. Bavê min ji Wanê, dîya min ji Elmedîna ye. Bavê min ji Xorasanê, dîya min jî ji Xinisê koç kirine hatine Elmedîna. Bavê min memur bûye, ji Wanê hatîye Elmedîna. Li vir pêşî bi xaltîya min re zewicîye. Ji Xaltîya min sê zarok û ji dîya min em sê zarok in. Ji zewaca dîya min a berê du birayên min hebûn. Niha em du bira di jîyanê de ne, yên din hemû çûne rehmetê. Ji nav birayên min kekê min Fîkrî bi min pir hêja bû, kurdperwer û demokrat bû.

Ez du caran zewicîm. Ji zewaca min a yekemîn du keçên min û sê nebîyê min hene. Ew li Swêdê ne, keçên min xwenda ne. Ji zewaca min a duemîn zarok tune.

Navbera 1978-1999 li Swêdê wek penaber jîyam. 1999an de vegerîyam Tirkiyê, sê sal li Mêrsînê û nêzî 19 sal li Alanyayê mam. Di sê salên li Mêrsînê ez bi sîyasetê mijûl bûm. Di damezirandina DKP û Hak-Par de min cîh girt, di damezirandina HAK-PARê de hem damezrênêr hem jî endamê dîwana serokatîyê bûm. Min dît ku bi mejîyê swêdî li Tirkiyê sîyaset nabe min dev ji sîyasetê berda. Min dest bi kar kir. Li Alanyayê hem rêberîya profesyonel hem jî di şeş zimanan de ( Kurdî, Tirkî, Ingilîzî, Swêdî, Norweçî û Danîmarkî) tercûmanî kir. Niha Stenbolê me, li Kemerburgazê dijim.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Necdet Gundem  – Di sala 1978an de ez ji Sûrîyê hatim Swêdê. Endamê KÎP/DDKD (Kurdistan İşçi Partisi)ê bûm. Watinîya min reorganizasyona rêxistinî bû. Divîyabû kovareke me hebe. Min û Keya Îzol me biryara xwe da ku em kovarek bi navê Armanc biweşînin. Cara yekemîn min di Armancê de bi kurdî nivîsand. Xwendin û nivîsandina min hîç nebaş bû. Piştî bi salan ku min nivîsên xwe nihêrt ketim şermê, heyfa min li me û bi zimanê kurdî hat. Helbet min gelek hewl da ku kurdîya min bi pêş bikeve û baştir be. Bi saya Armancê kurdîya min baştir bû. Ji alî zimanê kurdî ve Armanc bû ekolek. Min kitêbên zarokan ji Swêdî wergerandin ser kurdî: Alfons û Cinawir, Keça Şerrût Lotta, Ma Tu Tirsonek î Alfons? Pîppiya Goredirêj, Belê Lotta Kare Bajo, Ma Gakûvî Kûçikan Dixwin? Redaksîyona van kitêban Murad Ciwan dikir.

Jibilî van kitêban bi hevkarîya Navenda Navgînên Hîndekarî ya Swêdê (Läromedelsverket) kitêba min “Lîstikên Zarokên Kurdan” hat çapkirinê.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Di kovara Armancê de (ku paşê bû wek rojname) te bbi nasnamê Hesen Mizgîn dinivîsî. Dikarî ji xwendevanan re hinek behsa Armancê bikî?

Necdet Gundem  – Wek min li jor jî qal kir, divîyabû kovareke me hebe. Kurdîya min ne baş bû. Di zimanê kurdî de ez ne hewqas kêrhatî bûm. Di meha gulana sala 1979an de me kovara “Armanc” bi zimanê tirkî û kurdî weşand. Bi taybetî piştî hatina Murad Ciwan li Swêdê ji hejmara 63an Armanc bi kurdî; bi kurmancî û zazakî hat weşandinê. Gotar, nivîs û wergerên ku me bi kurdî dinivîsand Murad Ciwan, Zinarê Xamo û Remzî Kerîm kontrol dikirin, rast dikirin û cardin ji me re dişandin. Di pêşdeçûna kurdîya min de rola van hevalan gelek mezin e. Hevalên me yên ku di redaksîyonê de bûn hemû jî di nivîsandina kurdî de pir jêhatî bûn. Bi Murad Ciwan Armanc bû dibistana ziman û wêjeya kurdî, bi gotineke din Armanc bi serê xwe bû ekolek.

Wek her penaberên sîyasî yên ji Kurdistana bakur kodnavê min jî hebû; Hesen Mizgîn! Di kongra damezirandina DKP(Demokratik Kitle Partisi) de min dawî bikaranîna vî navî anî. Hem liberal bî hem jî kodnav bikar bînî li hev nedihat. Ji xwe min terka îllegalîzmê kiribû. Kongra DKPê ji bo min bû derfetek. Lê mixabin hêjî hin heval min bi vî navî gazî dikin!

Lokman Polat – Pirs : 4 – Mijarên nivîsên te ên Armancê çibû? Te derbarê çi de dinivîsî?

Necdet Gundem  – Di Armancê de du quncikên min hebûn; “Mirêka Cihanê” û  “Ne îşê Aqila ye Lê Rast e”. Bi min quncika “Ne îşê Aqila ye Lê Rast e”. pir hêja bû. Wê demê ez aboneye 5-6 kovarên zanistî û teknîkî bûm. Min ji van kovaran tiştên pir bi balkêş werdigerand kurdî û di vê quncikê de dihat weşandin. Hemû wergerên ku di vê quncikê de hatin weşandinê di kitêba xwe ya Darê Şikestî û ya bi tirkî “Hayatım ve Yaşadıklarım” de carek din hatin weşandinê. Di quncika “Mirêka Dinê” de gotarên sîyasî û nûçeyên dinê cih digirt. Helbet di vê quncikê de min hin bûyerên dine jî şîrove dikir. Jibil van du quncikan hema bêje her meh gatarekî min î sîyasî dihat weşandinê. Heya sala 1986an gotarên min bi piranî li ser çepitîyê bû. Piştî 1986an gotarên min bûn gotarên neteweperwerî. Sala 1986 di jîyana min de roleke mezin leyîst. Min bi beyanake rexnegirî dev ji sîyaseta çepitîyê, sosyalîzmê û rêxistinîya nehênî berda. Min ji xwe re soz da ku ji niha û pêde ezê di xizmeta gelê xwe de bim, ezê neteweperwerê kurd ê modern bim.

Di sala 1986an de di Armancê de min gotarek bi navê “Dijminê Dijminê Min Dostê Min e” nivîsand. Di vê gotarê de ez li bersiva vê pirsê digerîyam ka kî dikare bibe dostê kurdan û min gotibû ku Îsraîl ne dijminê kurdan e, lê dikare bibe dostê kurdan. Hin hevalan ez bi ajantîya Îsraîlê, bi xizmetkarîya Siyonîzmê îtham kirim. Lê piştî salan ew jî hatin ser xeta min.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Di Armancê de car caran rexneyên gelek tûj ku mirov dikare bibêje rexneyên rexnekujiyê yên rexnekujan derdiket. Nivîskarên armancê çima ewqas tûj bûn?

Necdet Gundem  – Tûjbûn ji sîyaseta çepitîyê dihat. Em di warê îdeolojîkî û sîyasî de pir hişk bûn, perspektîfa me pir teng bû. Tolerans li ba me tunebû. Em di bandora sîstema sosyalîzmê de bûn. Bi taybetî jî min bi xwe pir tûj bûm. Ji bo min îdeolojîya çepitî (komunistî) pêdivîyek bû. Hezar mixabin ku salên min ên hêja di xizmeta vê îdeolojîyê heba bû.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Di Armancê de rexneyên ku li romannivîserê kurd rahmetî Mehmed Uzun kirin rexneyên neheq û ji pîvanên rexnegiriya edebî dûr bû. Li ser navê rexneyê heqaret dihat kirin. Tu di vê hêlê de çi difikirî? Çima ewas neheqî hate kirin?

Necdet Gundem  – Belê baş tê bîra min, dema romana yekemîn “Tu” derçû pir rexneyê tûj lê hat kirin. Bi rastî ez nizanim ji ber çi hewqas rexne lê hat kirin. Îddîa her ew bû ku rehmetî M. Uzun hin paragraf ji hin şexsîyetên kurd girtîye û kiriye malê xwe. Li vir jî ez bawer dikim ku sedema herî mezin nebûna xweşbînî û hesûdî ye.

Lokman Polat – Pirs : 7 – Ez neşaş bin, hizrên te ên lîberalî hêj wê demê dest pê kiribû. Û bi qasê ku ez dizanim di nav koma nivîskarên Armancê de ê herî demokrat û lîberal tu bû. Di wê demê de tu li hemberê wan neheqî û çavsoriyên ku li ser navê rexneyê di Armancê de dihatin kirin, tu li hember derdiketin yan jî li hember derketî yan na?

Necdet Gundem  – Belê, di nav hevalên min de hizrên lîberalî bi min dest pê kir. Xwerexnegirî jî bi min dest pê kir. Hevalên min li hember min pir tûj bûn. Ti xweşbînî li gel wan tunebû. Helbet min xwe û dîtina xwe ya neteweperwerîyê parast. Min li hember mudaxaleya nehênî hewl da lê wek min got ji bo min neteweperwerî herî girîng bû, ekola Armancê divîyabû dom bike.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Em werin li ser  pirtûka te a bîranînê. Nivîsîna bîranînê ji kur hate heşê te? Armanca te ya nivîsîna bîranînên te çibû?

Necdet Gundem  – Birazîyekî min bi navê Ferzan Şêr heye. Li ba min cîyê xwe pir bilind e, ez pir jê hez dikim. Rojek ji min re got; “Apo ez diçim kîjan komcivînê xwe wek birazîyê te didim naskirin. Ku navê cenabê te dibihîsin pir şad dibin, pir tiştên erînî di derheq te de dibêjin. Bi kerema xwe jîyana xwe binivsîne dakû em te baştir binasin!”

Bi rastî min gelek caran hewl da ku jîyana xwe binivsînim lê bi ser neketim. Min arşîvên xwe jî bela kiribû. Pandemî bû sedem ku dest bi nivîsandina jîyana xwe bikim. Bi referansa hin dost û hevalan min nivîsandina jîyana xwe di nav 45 rojan de qedand. Mixabin min bi tirkî nivîsandibû. Rexneyê di cîh de hatin kirin. Min biryara xwe da ku bi kurdî jî binivsînim. “Darê Şikestî” bi firehtir û dewlemendtir bû. Niha carek din di bin çav de derbas dikim. Hin tiştên ku min ji bîr kirine ser de zede dikim.

Dîroka me kurdan pir girîng e. Divê em kurd dîroka xwe baş bizanibin. Armanca min a nivîsandina jîyana min her ev bû. Min nexwest hin agahdarîyên dîrokî bi mirina min wenda bibe.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Beriya weşana pirtûka te a bîranînê çend pirtûkên bîranînên şexsiyetên/kesayetiyên kurd ên siyasetmedar derketin, lê di hinekan de devdirêjiya kesên din tê kirin, rexne û heqaret tê kirin. Li gorê dîtina te divê di nivîsîna bîranînan de mirov çi qîqet bike?

Necdet Gundem  – Belê gelek pirtûkên bîranînê hatine weşandinê. Ez pir ji xwendina kitêbên bîranînê hez dikim. Mixabin hin kes di bîranînên xwe de dijûnîya heval û hogirên xwe dikin. Bi min ev nexweş e û neheqîyek mezin e li hember kesên  ku mirov bi salan hevrêvîtî bi hevre kirine. Divê mirov ji ciwanên xwe re ji gelê xwe re modelek erînî be daku gel û ciwan ji me tiştên baş hîn bibin. Devdirêjî, heqaret û tohmetkirin cîyê xwe di kitêbên bîraninan de divê nebe.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Te di Armancê de gelek nivîsên kurdî nivîsî û herweha te bîranînên xwe jî bi kurdî nivîsî. Wek tu zanî, hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiribû. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Necdet Gundem  – Rojekî min bi dosteki hêja re sohbet dikir. Ji min re got “Divê em dev ji lêgerîna fîgurên kurdî di kitêbên zimanên din de berdin, divê em fîgurên xwe di zimanê xwe de lêbikolin!” Tespîteke pir di cîh de ye! Nivîsandina bi zimanê xelkê ti xizmet ji wêje û folkora kurdî nake. Tenê dibe çavkanî ji bo xwendevanên wan zimanan. Lê li gel vê jî ez kesên ku kurd in û bi zimanê din dinivsînin baş fêm dikim. Ji ber rewşên dîrokî em asîmîle bûnê. Me bi zimanê dagirkeran xwendîye, nivîsandîye. Nexwedîbûna dewleta netewî di vî warî de rolek pir negatif dileyîze. Divê em xweşbînîya xwe li hember van nivîskaran wenda nekin lê divê em wan dawetî hînbûna zimanê xwe bikin, nivîsandina kurdî bikin. Heya ji min tê ez bi kurdî dinivsînim û dixwînim.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Necdet Gundem  – Di dawîya sala 2002 min dev ji sîyaetê berda. Di destpêka sala 2003an de min ji Mêrsînê bar kir çûm Alanyayê. Liv ir min dest xebatê kir. Di navbera 2003-2022 bi awayekî pir aktîf min hem rêberî hem jî tercûmanî dikir. Car carina min rewşa sîyasî ya kurda dişopand lê haya min ji pêşdeçûna wêje û folklora kurdî tunebû. Bi rastî ez pir diwestîyam û ti wextê min tunebû ku wêje u folklora kurdî bişopînim. Pandemî bû sedem ku ez berê xwe bidim wêje û folklora kurdî. Min dît ku wêje û folklora kurdî pir bi pêşde çûye. Hilberînên roman, çîrok, şano û muzîka kurdî pir pêşde çûye. Ez pir şad bûm. Pirtûkxaneyên kurdî yên cûda pir bala min kişand. Nayê bîra min ez bi çi awayî ketim navê lê weke ku bi salan tî bûme min dest bi xwestina kitêban kir. Bi min van 10-15 salên dawî rewşa edebîyata kurdî pir baş bûye, nivîskarên hêja derketine holê. Nivîskarên ku di edebîyata kurdî de îronî bi kar tînin, nivîskarên ku erotîzmê bi kar tînin ji bo min pir hêja ne. Ez tene dikarim ji bo xwe bejim; ez mehê ne kêmî 5-6 kitêban dixwînim û ji wan bi kêmasî 2-3 kitêb bi  kurdî ne. Ez hêvîdar im ku nivîskarên me yên hêja zaftir kitêb binivsînin daku tîna min a xwendina kitêbên kurdî kêmtir be. Mala nivîskarên me her ava be, ez sipasdarê wan im.    

Lokman Polat – Pirs : 12 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Necdet Gundem  – Bi ya min di edebîyata kurdî de helbest pir pêşketî ye. Ev yek jî pir normal e ji ber ku şairên me yên hêja Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Cegerxwîn, Rojen Barnas bi nivîsandina xwe ya helbestan rih dane wêjeya kurdî. Lê xûya ye nivîsandina çîrok û romanan jî ber bi pêşdeçûnê de ye.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Necdet Gundem  – Bi ya min rexnegirî û nirxandin hîmê pêşdeçûna edebîyata me ye. Pir mixabin di vî warî de kêm kes hene. Nirxandina cenabê te ji bo min pir hêja ye. Bi saya nirxandinên te min gelek kitêb bi dest xistin û xwendin. Hêvî dikim ku hejmarên rexnegir û nirxanêr zêde bin. 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Li gor lênêrîna te rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

 

Necdet Gundem  – Wek min li jor jî qal kir hêjmarên rexnegirên edebî mixabin pir kêm e. Nivîskar bê rexne û nirxandin dê çawa bizanibe hilberînên xwe baş e yan ne baş e! Rexnegirî û nirxandin ji bo pêşdeçûna edebî pêdivîyek e.

 

Lokman Polat – Pirs : 15Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

 

Necdet Gundem  – Bi ya min divê herkes, mezin, biçûk, ciwan, keç an jî jin kitêb bixwîne. Xwendin dinya însan biçûktir dike, perspektîfa mirovî firehtir dike. Divê her nivîskar kitêbên nivîskarên din bixwîne. Ez pirtûkên hemû nivîskarên kurd dixwînin. Hin ji wan zimanê xwe ne rewan in lê ez zû bi zû dev ji xwendina kitêbên zimanê xwe giran bernadim, dixwînim. Bi rastî ez nagîhijim ku hemû kitêbên nû çapkirî bi dest bixim û bixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûka te bêne  kirin çiye?

Necdet Gundem  – Wek min li jor jî got; rexnekirin baş e, gelek dost û heval rexneyên xwe li min kirin. Ne tene rexne gazin jî kirin. Min bi kêfxweşî an rexne û gazinan qebûl kir. Divê nivîskar xweşbîn be, xwendevanên xwe guhdar bike.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Bi taybetî jî wêjeya kurdî a devkî, kilam û stranên kurdî ji hêla erotîzmê ve gelek xurt e. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

 

Necdet Gundem  – Erotîzm di helbestên şairên me û di kilamên me de hene. Divê erotîzm di çîrok û romanên me de jî hebe. Di eslê xwe de stranbêjên me dema qala sing û berên yara xwe dike erotîzmê tîne zimên. Dema min kitêbên cenabê te xwendin ez gelek şa bûm. Di vî warî de min nêrînên xwe jî anî zimên. Nivîskar divê xwedî cesaret bin.

Lokman Polat – Pirs : 18Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Necdet Gundem  – Min kitêbên M. Uzun, Bavê Nazê, Lokman Polat, M. Öncü û Helîm Yûsiv xwendine. Hilberînên nivîskarên din hêj neketine destê min. Helbet wê dor bê wan jî. Mala wan her ava be. Her yek ji alîyê xwe ve pir hêja ne.

Lokman Polat – Pirs : 19Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

 

Necdet Gundem  – Di vî warî de ti nêrînên min tuneye! Min bibexşînî vê pirsê bê bersîv dihêlim.

 

Lokman Polat – Pirs : 20Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

 

Necdet Gundem  – Di vî warî de jî ti nêrînên min tuneye! Min bibexşînî vê pirsê jî bê bersîv dihêlim.

Lokman Polat – Pirs : 21Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

 

Necdet Gundem  – Romanên ku ketine destê min û min xwendine piranîya wan de kanîn û bi lêvkirina xeyalan hene. Nivîskarên me jî wek nivîskarên dinê heya ji wan tê dixwazin çîrok û romanên wan bi rengîn bin. Helbet kil û kêmasî hene û ev yek pir normal e jî.

Lokman Polat – Pirs : 22Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

 

Necdet Gundem  – Yên ku dibêjin romanên kurdî tune ne neheqî hem li xwe hem jî li nivîskarên me yên hêja re dikin. Bi çi aqil û i kîjan cesaretê vê îddîayê dikin? Ma ”Şivanê Kurd” ne roman be çiye? ”Şihîna Hespên Azad” (M.Öncü), ”Keça Kafiroş” (Nebez Goran) ne roman bin çi ne? Heyf û mixabin ku îddîayên weha derdikevin.

 

Lokman Polat – Pirs : 23Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Necdet Gundem  – Nivîskarên neku nêzî min lê bi dilê min hene. M. Uzun, Helîm Yûsiv, M. Öncü, Welî Sebrî û L.Polat! Zimanê wan pir rewan e. Tenê Helîm Yûsiv zimanê xwe hinek giran e ew jî ez bawer im ji ber îronîya xwe ye.

Lokman Polat – Pirs : 24Te qet pirtûkên min xwendiye?

Necdet Gundem  – Bawer bike dema ez ketim nav pirtûkxanan û sîparîşa kitêban kir pêşî min kitêbên te xwestin. Ez bawer im min hemû kitêbên te xwendine jibil ya dawî. Zimanê te rewan e. Bi cesareta xwe hin tabûyan dixwazî ji holê rakî. Romanên te yên polêsî jî baş in. Mala te her ava be.

Lokman Polat – Pirs : 25Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Necdet Gundem  – A niha di destê min de ti projeyek nû tuneye. Kitêba min ”Darê Şikestî “ dixwazim serde zêde bikim. Hêvîya min ew e ku sala 2024an de çapa nû derkeve.

Lokman Polat – Pirs : 26Gotina te ya dawî…

Necdet Gundem  – Ez pir sipasî cenabê te dikim! Ez hêvî dikim ku ciwanên me keç û xortên me hilberînên nivîskarên me bixwînin, li wan xwedî derkevin.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply