Romana Semerqand – 17 (Amîn Me’lof)

Alamût. Kelehek li ser zinarekî. Şeş hezar gav bilindahî. Dîmenên wê: çiyayên rût, golên hatîn jbîrkirin, keverên çîk, xarîşteyên teng, di van xarîşteyan re artêşên herî qelebalix jî, ancaq yeko yeko bikaribin biborin. Guleyên herî dijwar jî nikarin wan tehtan bisimînin.

Berfa çiyayên Elbûrzê, biharê re diheliya û dar û ber li ber xwe dibirin. Ji ber wê ji robarê Şah-Ro re digotin “royê har”. Şah-Ro, serwerê heremê ye. Ne xwezika wî nîzing bibê, wey ji wê artêşê re ku li kevîya wî, warê xwe deyne!

Ji çem û golan heroj mijek tarî hildiket, zinar winda dikirin û di ser erdê re welê dima hilawistî. Ji kesên wê derê re Keleha Alamûtê weke giravek di nava okyanûsê ewrandeye. Ji nêrîna li jêr jî hewangeheke eciniyan e!

Gorî gotinên heremî Alamût, tê wateya: “Hêlîna Eylo”. Tê gotin ku ji bo kontrolkirina van çiyayan fermanrewanekî, xwestiye kelehekî ava bike. Eyloyek kedîkirî berdaye wan deran. Balinde, piştî li ezmanan dewran dayîn xwe çûye li ser serê wî zinarî dani ye. Xwediyê wî jî fêhmkiriye ku cihê herî baş ev der e.

Hesen Sabah jî eynî weke wî eyloyî kir. Ji bo ku cihekî peyda bike, da têde zelamên xwe bicivîne, bide xwendin û rêxistin bike, ji sêrî heta binî, li Îranê gera. Piştî buyera Semerqendê fêhmkir ku dagirkirina bajarên mezin xewn e. Dizanîya ku heke li bajaran be, yê bi mecbûrî bi Selçûqîyan re biketa nava pêvçûnan û ew pêvçûn jî yê kêrî împaratorîyê bihatan. Ji wî re deverek din pêwîstbû. Devereke neyê têketin, neyê standin û neyê gihiştin. Stargehek çiya û asê!

Alên di Maveraûnnehîrê de destketin, dema di kolanên Isfexanê de dihatin pêşandankirin, Hesen jî li dora Alamûtê bû. Ev der ji wî re bû çavkaniyek a sirûşê. Dema çavê wî li Alamûtê ket, hêca ji dûr ve, fêhmkir ku cihê bilindbûniya wî û cihê avakirina dewleta wî ancaq ew der e. Hingê Alamût weke gelek bajaran, keleheke zeximkirî bû. Têde çend leşker, çend gudî û ewqas jî esnafên bi malbatên xwe re dijîyan hebûn. Waliyê bajêr, kesek bi navê Mehdî Alayît bû ku ji aliyê Nîzamûlmulk ve hatibû tayînkirin. Derdê wî hemî, hilberandina goz, tirî û hinaran û peydakirina ava ji bo avdanê bû. Tevlîheviya di nava imparatoriyê de jê re qet ne xem bû.

Hesen ewul, çend sofiyên xwe yên ji Alamûdê berdan wê derê. Wan jî dest bi we’zan û danguherandina mezhebî kirin. Piştî çend heyvan, ji pêşewayê xwe re agahiya mûsaîdbûna rewşê şandin. Hesen, weke her wextî, bi temtêla derwêşeke sofî hat bajêr. Li hawîrdorê gera, teftîş kir, pişkinand. Walî, ev “zelamê mubarek” li huzûra xwe qebûl kir û pirs jê kir:

—Keyfa te, ji çi re tê?

Hesen nemerdî nekir! Got:

—Ev keleh ji min re lazime.

Walî, beşişî, got qey derwêşeke tinazker e.

Lê mêhvanê wî qet ne dikeniya û got:

—Ez hatime vê derê bistînim. Zelamên biryargeha te de, hemî li alêyê min in.

Paşê? Paşê ne hatiye gotin û ne hatiye dîtin. Bi teybetî belgeyên wan rojan, ji aliyê Îsmaîliyan ve hatîn nivîsandin, Ji alê rojhilatnasan ve ji bo êminbin ku nexelitandine çend caran hatine xwendin. Ka em jî bibînin:

Em di dawiya sedsala XI’an de ne, bi temam sala 6’ê Rêzbera 1090’de ne. Avakerê Haşhaşiyan yê dahî Hesen Sabah, ew keleha 166 salan bibe navenda tarîqata herî erjeng ya dîrokê, haxta dest bixe. Halbûkî li vê derê, pêşberê walî rûniştiye, dengeke nivz û lê bi israr dibêje:

—Ez hatime Alamûtê bistînim.

—Ev keleh, li ser navê sultan dane min. Ji bo ez wê bistînim min dirav dan e.

—Çiqas?

—Sê hezar dînarê zêr!

Sabah destavêje kaxizekî û dinivîse: “Hemberê Keleha Alamûtê de sê hezar dinarê zêr ji Mehdî Alayît re bê dayîn. Yezdan ji me re bese. Ew parêzgerê baştirîn e.”

Walî endîşedar bû. Ji wî weye ku destnîşana vî zelamê bi temtêla derwêşan de, têra dayîna vî diravî nake. Dema giha bajarê Damganê, tavilê zêrên xwe standin.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply