Romana Semerqand – 18 (Amîn Me’lof)

Dema agahiya standina Alamûtê hat Isfexanê, ti qelqele dernexist. Isfexan pêtir li gijgijîna navbera Nîzam û qesrê mijûl bû. Terken Xatûn, ji ber çalakiya hemberê malbata wê anî, hêca jî li Nîzam neborî bû. Dida ser Melîkşah, da ku ji wezîrê xwe yê bihêz xelas bibe. Dema babê sultan mirî, ji wî re tayînkirina wasîyekî pêwîst bû. Ji lew re hêca hevdeh salî bû. Lê belê îro zelamek kamil û sih û pênç salî, rêvebirina karên xwe geleke nehişta bi hêviya “ata” yê xwe ve. Efendiyê împaratoriyê yê esîl ka kî ye, geleke bihata zanîn û wextê wê hatibû! Ma Bûyera Semerqendê, xwesteka Nîzam ya ispatkirina hêza xwe û pêşberî alemê de xapandina efendîyê xwe, piçûkxistina wî nedabû nîşandan?

Melîkşah, ji bo vî karî bê biryar hûr û kûr difikiriya. Bûyerek bo sedemê biryardayîna wî ya zûtir. Nîzam, ji bo parêzgeha Mervê neviyê xwe tayîn kiribû. Lawikê ji hêza bapîrê xwe ewle û biangaşt, pêşberî herkesî de hekaret li mîreke Tirk ê extiyar kiribû. Ew jî, bi giriyê xwe ve hatibû ba Melîkşah gileh kiribû. Sultan jî, ji ser barikan çûbû û ji Nîzam re ev nivîsandibû: “Heke tu alîkarê min bî, divê tu itaetê ji min re bikî. Divê tu nehêlî mirovên te bela xwe li zelamên min bidin. Na heke, tu xwe hevparê desthilatiyê û weke min dibînî, bizanibe ji îro pê ve, dayîna biryarên pêwîst, mafê min e.”

Nîzam, peyama bi giregirên împaratoriyê re hatî şandin, halê bersivand: “Ji sultan bipirsin, ma nizanê heta niho ez hevparê wî bûm û heke ez tinebûma nizaniya nagihata vê hêzê? Ma ji bîr kiriye, dema babê wî mirî, hemî karên dewletê min pêkanîn, warisên têxt yên din hemî min berteraf kirîn û asî tev min belav kirîn? Heke îro, gotina wî ji sêrê welêt heta binê welêt, werê guhdarkirin dewle bi serê min e. Belê, herin jê re bibêjin, çarenûsa kolosê wî, bi hibirdanka min ve girêdayî ye.”

Çawa tu cerekî av serê wan de bikî, kesên di desteyê de welê cemidîn. Zelamek weke Nîzamûlmulk biaqil, çawa çêdibe ku xwe dide ezilkirin, heta gotinên serê wî bidin jêkirin dibêje? Gelo ser xwe çûyîna wî, gihatibû asta dînîtiyê?

Wê rojê, sedemê vê helwesta wî, bi temamî tenê kesekî dizaniya, ew jî Emer Xeyam bû. Bi hefteyan bû Nîzam, êş û janek welê dikişand ku ne dikariya karekî bike û ne dikariya raze. Emer, piştî ew baş pişkinand, bedena wî de cûreyeke pençeşêrê nasand ku zehf dem jê re nehiştibû. Şeva Xeyam ev rastîya tehl ji dostê xwe re vegotî, şeveke gelek hezîn bû.

—Çiqas wextê min maye?

—Çend heyvek.

—Ez ê hêca zehf êşê bikişînim?

—Ji bo êşa te sivik bibe, ez dikarim afyonê bidim te lê hingê jî tu yê her xewmaşbî û tu yê nikaribî bixebitî.

—Ez nikarim binivîsim jî?

—Tu nikarî dûvdirêj bipeyivî jî.

—Nexwe ez ê janê bikişînim çêtir e.

Piştî her hevokê bêdengîyek dûvdirêj pêkdihat.

—Tu ji axîretê ditirsî Xeyam?

—Ez ê çire bitirsim? Piştî mirinê an qet tineyî heye an jî bexşandina gunehan.

—Heke min hinek neqencî kiribin?

—Gunehê te çiqas mezinbin bila bibin, bexşandina xwedê jê mezintir e.

Dilê Nîzam piçek rehetbû bû:

—Min qencî jî kirin e. Min mizgeft, dibîstan dane çêkirin, hemberê bêoliyê de min şer kir.

Ji ber ku Xayam gotina wî nebirî domand:

—Ez ê piştî sed salî, hezar salî bême bîra mirovan?

—Em ji kû dizanin?

Nîzam bi guman, li Emer nêrî û domand:

—Ma te negotibû: “Jîyan dişibe şewatê. Kesên wê derê re diborin, pêtê ji bîr dikin, ba li xweliyê dide belav dike, yê jiyayî mirov e.”? Tu bêjî yê çarenûsa Nîzamûlmulk jî ev be?

Bêhna wî çika bû. Emer deng nedikir.

—Hevalê te Hesen Sabah, ji sêrî heta binî li welêt digerê, ji bo min dibêje xulamê Tirkan e. Tu bêjî, ya dahatûyê de jî bê gotin yê ev be? Yê min weke rûreşê Arîyan yad bikin? Kesê sêh salan ji siltan re serî netewandî û tişta xwestî li siltên dayîkirin, ez bixwe me. Gelo yê ev bê jibîrkirin? Dema artêşên wî ji serkeftinekî dibezîn serkeftineke din, min dikarî ez çi bikim? Tu tiştekî nabêjî?

Çawa xirman be:

—Heftih û çar sal, li ber çavên min re diborin. Ewqas xeyalên şkestî, ewqas poşmanî, xwestina min ya jiyana şêweyek din ya ewqas tiştan!

Çavên wî hûr bûbûn, lêvên wî qumişîbûn:

—Wey ji te re Xeyam! Heke Hesen Sabah bikaribe ewqas neqenciyan bike, sedemê wê tu yî!

Emer, zehf dixwest halê bêje:

—Tu û Hesen zehf dişibin hev! Heke hûn dozekî bipejirînin-divê bila avakirina împaratorîyekî be, an jî ji bo serweriyê tayînkirina melayekî be- ji bo encam destxistinê, ti zelam tine hûn nekujin. Lêbelê ji bo min, doza bi kuştinê encam bibe, çi doz be bila bibe êdî ne doz e. Çiqas baş be bila bibe, çavê min de xerab dibe, bênirx dibe, dikeve.

Emer, xwest ku biqêre lê xwe girt. Çêtir dît ku hevalê wî bi çarenûsa xwe re bimîne.

Piştî vê şeva kambax, Nîzam li çarenûsa xwe razîbû. Êdî hînî ramana tinebûna xwe bûbû. Ji karê dewletê dûr ketibû û xwe dabû nivîsandina pirtûka xwe ya navê wê danî sîyasetname. Ev berhem, piştî çar sed sala ji bo Rojava berhema Machîavellî ya bi navê Prens çi be, ji bo Rojhilata Misilmanan ew bû. Ji hêla hunera rêvebirinê re berhemek bêhempa bû. Lêbelê navbera herdukan de cudahiyek giring hebû: Pirens, berhema zelamekî xewnên wî şkestîn û ji desthilatîyê bêpar mayî bû, lê Siyasetname, fêkiya cerabeyên bê hempa ya mirovekî împaratorî avakirî bû.    

Hasilê, dema Hesen Sebah, ew stargeha asê ya kes nikarê vegrê û ji zû veye di xeyala wî de bû û vegirt, ji cihê xwe yê di dîrokê de girtinê pêştir, ti daxwazîyên zelamê împaratoriyê yê herî bi hêz nemabûn. Her dem ji dijberiya Siltan re amade, şûna gotinên nermkirinê, gotinên rast û hişk çêtir didîtin. Heta mo dikare bêjê, êdî hêviya mirinek mirêsdar, hêviya mirinek gorî meznahiya xwe bû. Yê ev jî bi dest bixista.

Dema Melîkşah, desteya ji cem Nîzam vegerayî qebûlkir, nediviya ji wan gotinan bawer bike û matmayî mabû:

—Nexwe got; ez şirîkê wî û hemberî wî me?

Dema qazidan, bi awayek acizbûyî pesend kirin, Sultan pejiqand. Ji wasiyê xwe re, gotinên; qazoxdanê, qetqet kirina bi zindikî, dardekirina li ser bircên kelehê digotin. Soxînê çû ba Terken Xatûnê, got; Ez ê destê Nîzam ji hemû peywiran bikişînim. Ez mirina wî dixazim. Lê diviya ev kar welê bihata çareserkirin ku, bertekên yekîneyên leşker yên ji Nîzam re sadiq dernexistan holê. Terken û Cîhan, ji riya çareserkirina vî karî re jî neman dereng. Madem kuştina Nîzam, ji herkesî pêtir Hesen Sabah diviya, nexwe mo nedikariya bi vê riyê vî karî bide kirin û sultan jî neyê gumanbarkirin?

Yekîneyek leşker şandin Alamûtê. Emîrek sadiqê siltan fermandarê vê yekîneyê bû. Ji  bo guman çênebin, welê dixweya ku peywir, ji Îsmaîliyan standina kelehê bû, lê rastiya wê, mebest pêkhatina hevditinê bû. Plan, kite kite hat venêrîn. Ev biryar hat dayîn: Yê Siltan, Nîzam baniya bajarê Nîhavendê yê navbera Isfexan û Alamûtê de. Dema bihata wê derê yê Haşhaşiyan işê wî biqedanda.

Heke em li nivîsarê ji wê demê mayîn binêrin, Hesen Sebah zelamên xwe berhevkirine û halê gotiye: “Yê kê vî welatî, ji belaya jê re Nîzamulmûlk tê gotin rizgar bike? Ji nav wan kesekî, jê re Arranî dihate gotin, bi wateya “ez” destê xwe daniye ser singa xwe. Serekê Alamûtê jî, ew peywir daye wî û gotîye: “Mirina vî îblîsî, despêkirina şadiyê ye.”

Li alê din, Nîzam xwe dabû mala xwe û rûniştibû. Kesên diçûn cem û dihatin, dema pê hesiyabûn ku ji çavan ketiye, tenê hiştibûn. Bi tenê Xeyam û mihafizên nîzamiyeyê diçûn mala wî û dihatin. Nîzam, piraniya dema xwe bi nivîsandinê diborand. Bi cehdeke mezin, pênûsa xwe girtibû û carna nivîsên xwe nîşa Emer dikirin.

Xeyam, dema nivîsar dixwend carna dibeşişî û carna rûyê wî tirş dibû. Weke gelek zelamên mezin Nîzam jî, payîza emrê xwe de şûrê xwe vedihejand, hêca rika xwe serê xwe de nebiribû. Jxwe rika Terken Xatûnê… navê beşa çil û sisiyan, “Jinên pişt perdê” bû. Nîzam halê digot: “Wextekî jina kralek, serdestî li mêrê xwe dikir. Encamê de li welêt tevlîhevî û dubendî çêdibe. Ez zehftir nabêjim, herkes vê mînakê dikare di serdemeke din de bibîne. Heke di karekî de serkeftin bê xwestin, divê kirin dijî gotinên jina bin.”

Pêşvetir şeş beş ji Îsmaîliyan re hatibû veqetandin. Halê diqediya: “Heke min behsa vî mezhebî kiribe, ji bo hişyarkirin û baldariyê ye… Kesên siltan hez ji wan dike, dema ev bêîman wan tine bikin, van gotinên min bîra xwe bînin. Di vê gengeşiya pêkhatî de, Divê fermanrewan bizanibe ku gotinên min rastin. Yezdan efendiyê me û dewleta me ji neqenciyan biparêze!”

Dema qazideke sultan hat û ji bo rêwîtiya Bexdayê gazî wî kir, Wezîr dizaniya çi li pêşiya wî ye. Ji bo xatirxwestinê gazî Xeyam kir.

Emer:

—Bi vî halî de, divê tu neçî rêyeke halê dirêj.

—Êdî ji rewşa min re ti tişt ferq nake. Tişta min bikuje ne rê ye.

Emer nizaniya çi bêje. Hev maçû kirin û xatir ji hev xwestin. Divê bila hesabên hûr û kûr bin, divê bêhişiya herî dijwar an jî ji rêderketina pir zêde bê gotin, lê hem wezîr, hem jî siltan, bi mirinê re dileyîstin. Hêca negihatîn “cihê” mirinê, Melîkşah, ji “babê xwe” re ev got:

—Tu dibêjî qey tu yê hêca çiqasî bijî?

Nîzam bê sekin bersiv da:

—Zehf, demek zehf dirêj.

Siltan acizbû:

—Kanciya te ya hemberê min, em lê biborin jî, tu pêşberê xwedê de jî kancî! Piştî vîna wî ya bilind kifş jî bû yî,  hêca jî tu çawa halê diaxivî? Yê li jînê jî, li mirinê jî hikum dike ew e!

—Ez welê axivîm, ji lew re par, min xewnek dît. Min di xewna xwe de Pêxemberê me dît. Min jê pirs kir, ka ez ê kengê bimirim. Bersivek da min ku, ez pir pê aram bûm.

Melîkşah bê sebir bû:

—Bersivek çawa?

—Pêxemberê me ji min re got: “Tu stûnê Islamê yê bingehîn î. Tu qenciyan li derdora xwe dikî, hebûna te ji bo mûmîna giringe, ez berbijarîya bijartina dema mirina te didim te.” Min jî got: “xwedê neke, kê dikare tiştek halê bibijêre? Her ya zêdetir tê xwestin, û ez çiqas mêjûyek dûr jî bibijêrim, ji tirsa hatina wê rojê bijîm û heyvek an jî piştî sed salan be jî, heta wê rojê ez ê ji tirsan her birecifim. Min navê, mêjûyê ez bibijêrim. Tişta ez dixwazim ew e ku ez nemînim piştî Sultan Melîkşah. Min mezinbûyîna wî û ji min re gotî baba dît. Min navê ez jan û bêşadiya mirina wî bibînim.” Pêxemberê me kerem kir û got: “Tu yê çil rojan pêşiya sultan bimirî.”

Melîkşah, wek kaxizê spî bû. recifî û med lê nema, hindik mabû ku xwe bide dest. Nîzam beşişî:

—Te dît? Ez qet jî ne kancim. Êdî ez dizanim ku ez ê demek dirêj bijîm.

Sultan, gelo wê hînê re dev ji kuştina wezîrê xwe berda? Dev jê berdabûya yê gelek baş kiribûya. Ji lew re heke xewn zengûrekbe jî, Nîzam tedbîrên zehf tirsnak girtibûn. Rojekî ji beriya rêketinê, serekên muhafizan hemiyan, ser pirtûkê sond xwaribûn ku heke Nîzam bê kuştin, ji neyarên wî ti kesî sax nehêlin.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply