
Rewşenbîrê Kurd Teymûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Sowyetê de dibêje, tevî ku ew neçar bûn çend zimanan fêr bibin jî wan zimanê xwe parast û bi saya ziman wan hebûna xwe parast. Li ser cihê Radyoya Êrîvanê di nav civaka Kurdan de jî ew rewşenbîrê dibêje, “Radyoya Êrîvanê roleke mezin hebû di hişyarkirina Kurdan de.”
Têmûrê Xelîl/PORTRE
Têmûrê Xelîl, sala 1949an li Êrîvana paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye, piştî heyameke mamostetiya dersên bîrkariyê bo xwendekarên Kurd li Ermenistanê, li heman welatî di rojnameya ‘Rya Teze’ de weke edîtor, peyamnêr û serokê beşa rewşenbîriyê û herwiha li Radyoya Êrîvanê jî weke redaktor kar kiriye. Têmûrê Xelîl çend salan endamê Komîteya Komela Xwendkarên Kurd û Sekreterê Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê bûye.
Jibilî hejmareke hevpeyvînên ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên weke Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî di nav de hene, kurteçîrokeke bi navê, ‘Dengê Xwînê’ nivîsandiye û 8 berhem ji zimanê Rûsî wergerandine û li zimanê Kurdî zêde kirine. Herwiha hejmareke kilamên wî jî di wê radyoyaya Kurdî de belav bûne ku yek ji wan a bi navê ‘Mêrê Mêrxas’ a li ser Mele Mistefa Barzanî ye.
Dayika Têmûrê Xelîl, Eznîva Reşîd 27 salan (1955-1982) bêjera Radyoyaya Êrîvanê bûye û bavê wî Xelîlê Çaçan jî 24 salan (1957-1981) rêveberê Radyoya Êrîvanê bûye.
Çavkanî: Rudaw
Gotara berê: Ev ziman ne bêalfabe ye!
Gotara piştî: Tahir Silêman û 20 Saliya Rojnameya Dîplomat!
Gotarên Têkildar
Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?

