HEVPEYVÎN BI MELE NUREDÎN YEKTA RE

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Mele Nuredîn Yekta ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Mele Nuredîn Yekta – 24 Adara 1957’an li bajarê Mûşê hatime dunyayê. Min dibistana seretî li gund xwend lê orte, lîse û universite ji dervada xwend. Min mederese xwendiye û qedandiye. Sala 1978 ta 1994 min di Dyanetê da wezîfe kir.  Piştî çend caran min girtin binçav kirin, kirin zîndanê min dev ji wezîfê berda. Sala 1996’an da 12,6 sal cezayê siyasî dane min, ez derketim Almanya. Hêj li Almanya dijîm. Dema min ku çêdibe ez pirtûka dinvîsînim ta niha 11 pirtûkên min derketine.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Mele Nuredîn Yekta – Me bi tirkî dibistan xwend. Lê ji zarokti da mereqa min liser zimanê kurdî hebû. Di sala 1972 an da bi tîpên erebî min helbestên kurdî dinvîsî. Bi tipên latinî li Tirkiyê hinek zehmet bû nivîsandina kurdî.

Piştî hatim Europa min êdî bi serbestî dest nivîsa kurdî kir. Yekem nîvîsa min a kurdî di sala  01.09.1999’da bi sernivîsa “Bo Ciwanên Kurdên Musliman” bû. Naverok; min bala ciwanên kurd kişand ser mijara ku ”xelk bi navê olê me dixapînin êdî nexapin” bû.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Dibêjin biratiya gelan û biratiya ometê wek du şaxên darekî ne. Gelo olperestên neteweyên serdest û çep ji bo kurdan bixapînin dibêjin biratiya ometê û biratiya gelan… Tu wek zanayekî olî çi dibêjî?

 

Mele Nuredîn Yekta – Herdu biratî jî sirf ji boy kurd werin xapandin li hemberî me bikartînin. Di biratiya ometê da hemî gel wek hevdu xwediyê maf in, lê mixbin di vê biratiyê da para me tenê kuştin, sirgûn û tunekirina me bû.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Çepên tirkan jî kurdan re dibêjin li benda şoreşê, sosyalîzmê bisekinin û olperestên îslama siyasî dibêjin li benda şerîatê bisekin….Tu çi dibêjî? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Herdu jî derewa dikin, ew beriya hatina îslam û sosyalîzmê xwediyê her mafî ne, boy çi gerek kurd li benda herdu sîstema bimînin. Maf dayina kurd di her hal û karî da zarûrî ye, li benda sîstema nîn e.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li Îranê demeke hema bibêje heroj kurd bi darve dikirin, dieliqandin. Li wir Xwedê giravî şerîet heye, lê tu heqê kurdan û belûçiyan tune…

Tu jî bo desthilatdarîya Ayetullahan li Îranê û zilma wan a li ser kurd û belûçiyan çi difikirî?

 

Mele Nuredîn Yekta – Eleqekî îranê û rastiya îslamê bihevdu nîne. Destpêkê da jî terefdariya Hz. Alî ne ji boy islamê bû, ji boy ku ereb erdê wan îşxal nekin. Mezhebê wan ê şîî ji xwe ra kirine wek olekî cuda, di berjewendiyê welatê xwe da bikar tînin. Kurd misliman in, ger îran misliman ba li mislimana zilmê nedikir. Hem bigor îranê sunnî ji yahudiyan xiravtir in, yani sunniya musliman nahesibînin. Dînê îranê û yê Hz. Muhammed ji hevdu cuda ye.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Dîtina senteza Tirkislama Tirkiyê, şiaya Îranê, wahabiya Suudiyan û îslama kurdan naşibin hev. 

Kîjan rast e, kîjan bi rastî jî îslam e? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Esasê dîn yek e, yanî destpêkê da em hemî wek hevdu bûn, dema ew bûn serdest em man bindest, wan dîn û mezhebê xwe bigor berjewendiyê millet û dewleta xwe guhertin, lê em man liser rastiya dîn û mezhebê xwe. Helbet yê me rast e.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li Îranê faris şîa ne, kurd sûnî ne, li Tirkîyê tirk Henifîne kurd Şafîî ne, gelo kurd ji bo ferqiyetek têxin nav xwe û miletên serdest loma nebûne wek wan û xwe ji wan cuda kirine… Ev ferqiyet jikur tê? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Dîn û mezhebê serdest û bindesta ne wek hevdu ne. Dîn û mezhebê bindesta dînê Hz. Muhammed e, lê yê serdesta dewlet û milletê wan e. Ewana dîn di berjewendiyê millet û dewleta xwe da bikar tînin, ne ku di xizmeta dîn da ne! Cudabûna mezheba jî ji boy berjewendiyê wan e. Kurd biçin ser mezhebê wan jî dîsa mafek nadin kurda. Baş ew e ku bi cudabûna mezheba em xwe cuda dihesibînin.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Mele Nuredîn Yekta – Bi min du sedemên vê hene.
1. Dibên em her çiqas kurd bin jî, em hevalê netewa serdest in, xizmetê ji wan ra dikin, nivîsandina bi zimanê wan delîla me ye.
2. Ji boy nasîn û menfeeta xwe terka netew û zimanê xwe dikin, ger rast bana wê bi kurdî binvîsandina bila xwendevanên wan hezar nebana bila sed ba, wiha diristir bû bi min. Ha her çiqas zendikin bi vî awahî serdest ji wan hezdikin, lê şaş in, lewra ewên boy berjewendiyê xwe îro li kêla serdesta bin, sibê berjewendiyê wan li alî din çêbe derbasî wir dibin. Vêya serdest pirr baş dizanin. Her çiqas bi dev bi wan ra bikenin jî qiymeta wan li cem serdesta bi qasî heywanekî jî tune.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Mele Nuredîn Yekta – Belê rast e, edebiyata devkî pirr xwirt e, lê gerek em bi nîvîs vê bidomînin. Edebiyat çiqas xwirt be jî, ku ney nivîsandin, demek şûnva lawaz dibe û tê jibîr kirin. Boy vê nivîsandin pirr pewîst e.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Mele Nuredîn Yekta – Bi min di warê edebiyatê da helbest li pêşî ye, lewra hima hima hemî kurd helbesta dinvîsînin. Çîrok, roman û şano şûnva maye. Nivîskar giraniyê bidin ser van hersê mijara wê baştri be.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Mele Nuredîn Yekta – Erz jî aynen wek we difikirim, tişteka lê kêm an zêde bikim nîne.

Lokman Polat – Pirs : 12 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Mele Nuredîn Yekta – Bi min rexnegirî têr nake, lewra em kurd bi taybet nivîskar, siyasetmedarên kurd ji rexnan ra vekirî nînin, loma jî kes cesareta rexnekirinê di xwe da nabîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Rexnekirin ji boy temamkirina kêmasiyan gelek baş e, bi awakî din rexnekirin aklîkariya nivîsakariyê ye, lê em jê ra vekirî nînin.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

 

Mele Nuredîn Yekta – Ez bi gelemperî çîrok û berhemên kulturî dinvîsînim, ji berhemên siyasî dûr disekinim, lewra di beşa siyasî da kurd tim ji hevdu dûr dikevin.

 

Lokman Polat – Pirs : 15Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Bi rastî hindik dixûnim, sedemê vê jî dema min pir hindike. Malbatekê îdare dikim. Ger dema min çêbe, çend bêja dinvîsînim. Lê ya rastî hewcetiya min pirr bi xwendina berhemên nivîskarên kurd heye

Lokman Polat – Pirs : 16 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu bi xwe helbestvanî jî. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Mele Nuredîn Yekta – Bi min tu kesekî bi qasî xwediyê helbestê mana helbestê fêm nake. Lewra car heye helbestvan bi xwe jî, meramê dilê xwe tam di helbesta xwe da nayne ziman. Ku helbest edebî be, herkes bi qasî jê fêmdike mane didê.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne

kirin çiye?

 

Mele Nuredîn Yekta – Di baweriya min da rexnegîr kî dibe ew dizane, rexneyên wî di fêda helbestvan da ye. Bi çi niyetê rexne dikin ferq nake, ew rexnan kêmasiyan temam dike. Rexneyên liser helbest û pirtûkên min, gelek alîkariya min dikin, ku ez wan derana serast bikim temam bikim, ez pirr pê dilxweş dibim, spasiya wan dikim

Lokman Polat – Pirs : 18 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Mele Nuredîn Yekta – Em rexnegir û helbestvan ji yek milletekî ne. Divê rexne bi awakî pozîtîf werin kirin û helbestvan jî bi tehemulekî baş lê binhêre, dilê xwe nehêle, kêmasiyên xwe temam bike. Ku mirov bêje “hima ez, ez çi binvîsînim rast e, temam e, kes nikare min rexne bike”, vaya exlaqekî baş nine.

Lokman Polat – Pirs : 19Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Mele Nuredîn Yekta – Bawer im di me da hinek ezîtî heye, loma helbestvan û rexnegir niakrin bi awahî pozîtîf li meselê binhêrin.

Lokman Polat – Pirs : 20 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Ji xwe di wêjeya kurdî a devkî de erotîzmeke xurt heye.

Tu wek zanîstekî îslamî di vê hêlê de çi difiirî? Dive di berhemên kurdî de  erotîzm hebe ya na?
Lêbelê ez vê jî bibêjim; hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

 

Mele Nuredîn Yekta – Erotîzm jî parekî ji jiyanê ye, helbet ku pirr zêde vekirî û bi fahîşekî nebe, behskirin normal e. Îslam li hember îzah û fêrkirina erotîzmê nîne, lê armanc fêrkirin be, ne ku millet teşfîqî xirabî û fahîşetiyê bike!

Lokman Polat – Pirs : 21Di berhemên edebî yên kurdî de bandora ola Îslamê heye yan na? Çîrok, roman û helbestên ku li ser bingeha baweriya îslamî hatine afirandin hene yan na?

 

Mele Nuredîn Yekta – Bawer im ta demek nêzîk hemî berhemên kurdî û edebî ji hêla zanyarên kurd ên îslamî ve hatine nivîsandin. Kurd deyndarên alimên kurd in. Elî Herîrî, Mela Cezîrî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî wek mînak in.

 

Lokman Polat – Pirs : 22Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Bawer bî di vî warî de tişta zêde ez bêjim tune. Dijminên me wisan li me zilmê kirine ku ji me ra xeyal jî nehîştine 😉

Lokman Polat – Pirs : 23Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

 

Mele Nuredîn Yekta – Gotineka ereba heye dibên ”elmer’û aduwwin lima cehîle” Mirov dijminê  nezaniya xwe ye. Ewên romana kurdî rexne dikin, hay wan ji kurda û romana kurdî tune. Îro nivîskarên kurd, bi roman û berhemên xwe di cîhanê de baş tên naskirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 24Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Mele Nuredîn Yekta – Ez nivîskarên kurd ên bi kurdî dinvîsînin nêzîkî xwe dibînim. Ewên bi zimanê biyaniyan dinvîsînin, wan jî wek biyaniyan dibînim. Di dema xortaniyê da heya demek berê, min jî hin caran bi tirkî berhem dinvîsand, lê min dît ku nivîsandina bi zimanê biyanî xizmeta zimanê wan e û min terk kir. Hêvîdar im hemî nivîskarên kurd giraniyê bidin zimanê xwe!

Lokman Polat – Pirs : 25Te qet pirtûkên min xwendiye?

Mele Nuredîn Yekta – Belê min sê pirtûkên we xwendine, niha hêj li cem min in.
Fîlozof, Helbestên Sirguniyê û Danasîna Kovarên Kurdî, Hest û destên we sax bîn, Xwedê qelema we xwirtir bike.

Lokman Polat – Pirs : 26Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Mele Nuredîn Yekta – Niha di dest min da du pirtûk hene. Yek gotinên min ên taybetî, bi kurdî di bin da jî tercema tirkî heye! Yek jî bi navê ”Jiyana Sosret.” Di jiyana xwe da bi taybet di sirgûniya xwe da min gelek îbret û ders girt, dixwazim ku ciwanên me vana bixûnin xwedan tecrube bin.

Lokman Polat – Pirs : 27 – Gotina te ya dawî…

Mele Nuredîn Yekta – Dixwazim ciwanên me li ziman û çanda xwe xwedî derkevin, qelemşorên me jî çi dikarin bila binvîsînin. Hewcetiya milletê me bi nivîsandinê pirr heye. Çiqas zana bî, ku tu zanînên xwe nenivîsînî, wê bi te ra biçe gorrê, lê ku tu binvîsînin wê bibe malê gel.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.
Spas xweş, Mamosteyê hêja, Xwedê alîkarê we be!

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply