Agahî-Nûçe

Her sal zêdetirê 7 milyon însan ji ber vexwarina cixareyê dimirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) daxuyand ku li dinyayê her sal zêdetirê 7 milyonî însan ji vexwarina cixareyê dimirin, maliyeta vexwarina titûn û mamulên wê li dinyayê zêdetirê trilyon û 400 milyar dolarî ye. WHOyê bi minasebeta “31ê Gulanê li Dinyayê Roja Bêtitûn” raporek weşand. Di raporê de bal kişnadin ser mirovên ji ber vexwarina titûn û mamulên wê dimirin …

Bêhtir »

Ji Nûbiharê Salnameya 2018an!

Nûbiharê salnameya xwe ya 2018an jî derxist û gihande xwendevanên xwe. Nûbihar ev neh sal in salnameya Kurdî diweşîne. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Agahiyên dînî, navdarên Kurd, navdarên cîhanê, dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên Kurdan û cîhanê, pêkenokên Kurdî, xeberojkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî ya klasîk û gelek tiştên din… Di rûyê …

Bêhtir »

Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê xwendekarên kurd ji bo kesên ku bi çand û hunera kurdan re eleqedarin bicivîne çalakiyên çandî, hunerî û zimanî li dar bixin Chalak Events avakirin. Organîzatorên çalakiyê ji Sputnikê re ragihandin ku armanca wan ew e ku ciwanên kurdan bi saya van çalakiyan bînine cem hev û di navbera wan de pirekê çêbikin. Yek ji …

Bêhtir »

Salnameya îranî

Salnameya îranî an salnameya farisî teqwîma rojê ko îro li Îran û Afxanistanê bi fermî tê bikaranîne. Ji bo ko hinek îna dikin ko bingeha wê texwîmê, ya ko Omer Xeyam di wexta siltanê Selcûqiyanê Celal ed-Dewle Melik Şah (1055–1092) de berhev kirî ye ew hin caran wek salnameya celalî jî tê nav kirin. Ew salnameya Xeyam cara siftê, di yekê Ferwerdînê, gora salname mîladî 15 adarê 1079an de hatibû bikaranîn. Salnameya îroj li Îranê tê bikaranîn cara …

Bêhtir »

Helbestvanê kurd Xelîl Sasonî koça dawî kir

Helbestvanê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Xelîl Sasonî roja yekşemê 03.12.2017ê jiyana xwe ji dest da. Xelîl Sasonî ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Sasonî gelek dîwanên helbestan yên çapkirî û neçapkirî li pey xwe hîştin û pirtûkxaneya kurdî bi wan dewlemend kir. Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl …

Bêhtir »

Anatomiya Guhê

Kurdî / Kürtçe Tirkî / Türkçe GUH KULAK 56- 58 guhê derva dış kulak 56- kevçika guh dış kulak kepçesi 57- nermika guh, gurçika guh kulak memesi 58- kerrika guh kulak yolu 59-61 guhê navîn orta kulak 59- perdeya guh kulak zarı 60- valahiya guhê navîn orta kulak boşluğu 61- hestîkên bihîstinê, çakûç, sindan, zengû orta kulak kemikleri, çekiç, örs, …

Bêhtir »

Peykersazê Kurd bi hesinên kevin berhemên nûwaze saz dike

Peykersaz û nîgarkêşê kurd Zubêr Yûsif, ji hesinên kevin û parçeyên otomobîlan peykeran ava dike.   Li gundê Xirbezirgan a ser bi Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, li sala 1968ê, sîhên wî bi bêhna deşt û germê vedibin. Ji wê derê diçe Şama paytexta Sûriyê û sala 1990ê, beşa peykersazî ya  Koleja Hunerên Ciwan dixwîne.   Niha rawestgeha wî ya dawîn …

Bêhtir »

Salnameya heyvê

Salnameya heyvê ew salnameyên ku li gorî heyvê tên hejmartin. Salên heyvê ji mehên heyvê yên ji bo tevgerê heyvê yê dor dinê re de pêk tên. Salek 12 an jî 13 mehan û 354 an 355 rojan diajo. Di navbera salên heyvê û salên rojê de 10-12 rojan ciyawazî heye. Heyv dor dinê re dizivire û vê tevgerê xwe navbera 29,27 û …

Bêhtir »

Strana navdar ya Michael Jackson bi kurdî hate gotin

Koma bi navê Bajar ku solîstê koma Kardeş Turkûler Vedat Yıldırım jî di navde ye û koma def û erbane ya bi navê Defjen ya di 2014’an de ji aliyê Tarık Aslan ve hate avakirin, strana Michael Jackson a They Don’t Care About Us (Em ne xama wan in) bi kurdî strîn. Bajar û Defjen, versîyona strana They Don’t Care About …

Bêhtir »