Nûbiharê salnameya xwe ya 2018an jî derxist û gihande xwendevanên xwe.
Nûbihar ev neh sal in salnameya Kurdî diweşîne.
Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:
Agahiyên dînî, navdarên Kurd, navdarên cîhanê, dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên Kurdan û cîhanê, pêkenokên Kurdî, xeberojkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî ya klasîk û gelek tiştên din…
Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, dîroka wê rojê û wextên nimêjê cih girtine. Û herweha wextên nimêjê yên Hewlêr, Mehabad û Qamişlo jî wekî her sal cih girtine.
Qartonên ku îsal bi salnameyê re têne dayin çar in:
Digel Heskîfa ku îro roj bi roj kavil dibe û di pêşerojê de wê bikeve bin barajê, resmên sê navdarên Kurdan Seyîd Riza, Şêx Seîd û Bedîuzzeman li ser kartonan hatine danîn. Wekî tê zanîn mezelên van her sê navdarên Kurd kes nizane, wenda ne.
Nûbihar îsal neh sale ku salnameya bi rûpelî derdixe.
Pirtuka Kurdî