Ba Ketê.. Divê Ez Çi Bikim

➖Klînîkê da dibînin ku daxuyaniya êşa pişt, hustî û newqê “Sermê da mam, qerimîm.” “Ba ketê, bakî ketê.” dibe.
➖ Pêşiya her tiştî gotina herî girîng eve:BA NAKEVÊ!!
➖ Xwezayê da candar xwînsar an jî xwîngerm dibin. Candarên mîna mar û margîskan xwîngerm in. Yanî germahiya laşê xwe li gorî germahiya hawirê dikarin biguherîn in. Cîhên germ da germahiya laşê xwe kêm dikin, cîhên sar jî zêde dikin.
➖ Lê belê meriv wisa nîne, xwîngerm in. Derva germ jî bibe sar jî bibe germahiya laşê xwe 36 dereceyê da sabît digrin. Sedema xwêdanê ya hewayê germ da, zêdebûna germahiya hindurê me astengkirine û ber girtina zirar dayîna organ û laşe.
➖Hewayê sar da jî qirçeqirça diranê me, lerizandina masûlkeyan, refleksa ji bo zêdekirina germahiyê hindure.
➖”Xwêy da, serma kir, ba lê xist, pişta min diêşe.” “Zef serma kir, pişta min qerisî” “Cam vekirî bû, ba ketê, hustiyê min qerisî” mînakên wisa bersîv ên ji bo germbûn û sarbûn ê ya laş in.
Başe, herkes ji van tişta duçar dibe, çima tenê li te da êş û qerisîn dibe?
➖ Li vir da ger ku em şaşiyekî serrast bikin. Masûlkeyên hişk û şidandî, li gorî halên xwe yên normal nikarin qewet(hêz) çêkin. Masûlkeyên hustî, mil û pişt yên şidandî, hişk û biêş ji bo demên dirêj bikaranîna nemunasîb dişide. Demên dirêj da hem gera xwînê xerab dibe hem jî masûlke mîna xebata xwe ya berê naxebitin.
➖Eva mekanîzmaya min paragrafa jorê da behs kir, amadekarê ” Ba ketinê” ye. Masûlkeyên şidandî û carna jî ger hûn raçev kin hereketên nişkav da cîhên êş dikevê hema hema eynî ye. Sedema wê ya esas, masulke nikare vê barlêbunê rake.
Niha jî em bala xwe bidine çaxa “ba ketinê” dikarin çi bikin?
➖Ava germ va duşekî hildin.
➖Qethiyen hereketkirinê bernedin!
➖Ji bo hereketê rojane bêêş kirinê rêyekî bigerin.
➖”Ji bo vekirina masûlkeyan” li gorî biryara xwe egzersîzên vekişandin ê nekin! “Vekişandin ên hişk” vê rewşê da dikare zirarên dinê jî bide.
➖1-2 rojan da derbas nebe teqez serî bidin fîzyoterapîstê xwe û ji bo careke din jî rast lê rewşeke wisa nebî şîret hildin.
Bimînin xêr û xweşiyê da.. 😊
Fîzyoterapîst Servet KAYA

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply