Edebiyata Modern a Kurdî Derket – PDF

Nivîskar Cîhan Roj bi navê “Edebiyita Modern a Kurdî” pirtûkek amade kir. Di pirtûkê de gelek nivîsên wî yên li ser wêjeyê hene. Li ser gelek pirtûkan jî nirxandin hene di pirtûkê de her wiha hevpeyvîna ku pêre hatiye kirin jî.

‘Rewşen û ‘Nifşê Nodî’, ‘Şêroşê Biro, Kandisky û Foucault’, ‘Di Memê Alan de bi dilan tê sond kirin’, ‘Konferansa nivîskaran a li Îzmîrê’ hin nivîsên di vê pirtûkê de ne.

Roj biryar da ku vê pirtûkê wekî “e-pirtûk” belav bike ku yên eleqedar jê sûde bigirin. Em jî vê digihînin we.

Keremkin dabar bikin.

Cîhan Roj kî ye?

Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965’an de li gundî Înaqa Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Gimgimê xwendiye. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa kurdî ve eleqedar e.

Roj ji sala 1993’yan heya sala 1997’an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Roj ji mamostetiyê malnişîn bûye, hê li Îzmîrê dijî.

Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Ev demeke dirêj e di malpera “Diyarname.com” de qunciknivîskariyê dike.

Heta niha wî 14 pirtûk derxistin ku ji van “Perde”ya wî bi navê “Mahrum” ji bo tirkî hat wergerandin û weşandin.

Heta niha ev pirtûkên Cîhan Roj hatine weşandin:

– Ratîka (Helbest), Weşanên Sî, 2002, Stenbol

– Meyman, (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006, Amed

– Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008, Stenbol

– Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weşanên Do, 2008, Stenbol

– Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên Do, 2009, Stenbol

– Meşa Moriyan, (Roman), Weşanên Evrensel, 2011, Stenbol

– Perde, (Roman), Weşanên Na, 2012, Îzmîr

– Sehne, (Çîrok), Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013, Duhok

– Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên J&J, 2014, Amed

– Serkêş, (Roman), Weşanên J&J, 2014, Amed

– Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015, Amed

– Reş (Roman), Weşanen J&J ,2015, Amed

– Av Berf (Helbest), Weşanên J&J, 2018, Amed

– Mala Baz (Roman), Weşanên J&J, 2018, Amed

Heta niha 3 helbest, 3 çîrok, 7 roman bi temamî 14 pirtûkên Cîhan Roj hatine weşandin.

Diyarname

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply