Ahmet Umît: Navê Min Hatun e

Nizanim ji kengê ve ye ku li vê derê ye. Wext ji hişê min çûye. Ji berêvareka bi rengê hingivî ber bi tarîtîyeka bêdawî… Qêrevêrek di serê min de ye, laş ji hal ketiye lê ew girêka veşartî li gewriyê çênebûye. Valahiyek, bi tenê valahiyeka mezin di rihê min de mezin dibe.

Dengê vekirina kilîlê tê, du dengên pey hev, wek du gotinên bi şerm û tirsê hatîn gotin… Çavê wê hêdîka vedibe. Bi vekirina derîyê stevlê ronahiyek ber bi pêyê wî ve wek destê gihandina hewarê dirêj bû. Ew wext gelekê dom nake. Du sihên reş ronahiyê digirin. Ew dizane ku ew bavê wî û birayê wê yê 15 salî ne. Li wî cihê xwe yê xwe kiribû qijûjû xwe qeliqand. Dema xwe diqeliqîne laşê wê diêşe. Hemî goşt, hestî û kirkirikên di laşê wê de diare. Ew cih diêşin ku roja borî bav û birayê wê lê dabûn. Tiştek li ser lêva wê ya jor heye. Tişteka hişkbûyî ye. Wek qalikekê ye. Destê xwe dideyê xwîna wê bi xwe ye…

Dengê birayê wê ket di nav bêdengiya stevlê de “binêre, binêre, Hatun Şiyar bûye.”

Bavê wî jê re dibêje “ji wê re nebêje Hatun. Hatun navê pîrika te bû lê ev nebû layiqê wî navê pîroz.”

Birayê wê got “nebû” paşê li gotinên xwe zêde kir û got “diyar bû ku ev yeka xerab e.”

Kurik hewil dide wek bavê xwe zirzopane biaxive lê çi bike nikare ew qasê nefretê li gotinên xwe kom bike. Belkî bavê wî jî lê hesiya û got dibe ev kurê eware bê rehmê.

Bi kîndariyê dibêje “ev xerab e” û dibêje “ka em karê xwe temam bikin.”

Ev gotin keçê qet natirsîne. Qet ji cihê xwe nalive, hima welê disekine. Dibihîse ku pêyên birayê wê wek bêbiryaran li ser axa erdê diçe û tê. Qet bala xwe nadeyê. Serhatiyek tê bîrê. Zarokekê hê sê mehî, li mehdikeka xemilandî ye. Pora wî zer e. Kurikekê zeîf, her nexweş û têr-girî ye. Ew bi xwe pênc salî ye. Da kurik binive mehdikê dihêjîne. Dêya wî tê odeyê. Qêran dide û dibêje.

“Te çi ji kurikî kir? Çima digirî? Çima te hişyar kir?”

“Min tiştek nekir dayê, hima bi xwe hişyar bû. Paşê giriya.”

Dayika wê jê bawer nake, qurînçekekê lê dike. Birayê wê got “Ka kêrê bide min em vî karî temam bikin” van gotinan keç ji bîran derêxist. Kêr li cihê tarî ye lê ew wê kêrê dinase. Dizane kîjan kêr e ku dê gaveka dî rihê wê bistîne. Wan ew kêr di cejna qurbanê de bi kar tanî. Birek û mezin bû. Di cejnan de ho baş dihat tîjkirin. Divîya tîj û birek bûya da zû rihê qurbanan bistîne ji ber ku guneh e. Gelo şeva dî dîsa wan kêr tîj kiriye? Dema wan tîj kirî dayika wê çi gotiye? Ji berya cejnê dayika wê diket di telaşekê de gelo niho jî tê de ye?

Bavê wê ji birayê wê re dibêje “destikê wê baş bigire an tê xwe birî.”

Wek berxikeka biçûk tê ber çavên wî. Wek giloleka hiriyê ye, wek spîtîya berfê ye. Bi tenê li eniya wê û çaçikên wê yên paşiyê rengê reş heye. Navê berxikê Muslu ye. Êdî birayê Hatunê yê porzer mezin bûye ew Musluyê mezin dike. Wek pêlîstoka wê ya bebik be, wek zaroka wê be mezin dike. Heta rojeka qurbanê bê û bav û birayê wê bên berxikê serjê bikin. Tê bîra wê dema Muslu hatî serjêkirin ew çûbû odeyê. Bavê wê ji birayê wê re gotibû:

“Serê Musluyê baş bigire an tê xwe bibirî.”

Dema Muslu hat bîra wê ji kaniya çavên wê dilopek herikî. Çavên Musluyê hatin ber çavên wê, wek Musluyê digot çima we ez kuştim. Şûndestên bi xwîna sor yên li ser kevilê wê yê ji keviya berfê hat bîra wê. Hêsrên çavan bi hemdê xwe û bêyî deng û pêjnî diherike.

Bavî pirsî:

“Çima sekînî! Ma tu tirsayî len!”

Li gewdeyê zeîf ê xuşka xwe dinêre. Kêra di destên kurikî de wek organekêbû ku ne yê wî bû. Bavê wî li pişt wî, gavekê ji wî dûr bû.

Jê re got:

“Tê namûsa malbata me xelas bikî.”

Bira dibêje:

“Ez ê xelas bikim.”

Bira nêzîkî xuşkê dibe. Kêrê radike. Çavê wan rasta hev tên. Dema rûyê werimî yê xuşka xwe û çavên wê yên bitirs dibîne ji biryarê sist dibe. Kêra ku wî rakir nikare dane. Hima welê li hewayê dimîne.

Ji ber ku dê kêrê bîne xwarê zêdetir aciz dibe. Pehînekê li xuşka xwe dide. Jê re dibêje:

“Bizivire keçê… Bizivire, pişta xwe bide min.”

Keç difikire karê birayê xwe hêsanîtir bike. Ji xwe her ne ji bo xizmeta wî hebû? Ji xwe sebeba heyina wê ne ew bû ku xizmetê ji kurê paşê li malbatê zêdebûyî bû? Keç difikire dê bi vî awayî ji wê îşkencê xelas bibe. Nêrînên kîndarane yên bavê wî, wî disekinîne.

“Ji wê re nebêje keçê, navê wê qehbe ye.”

Ev gotin keçê gelek diêşîne. Ji pehîna birayî zêdetir, ji kulm û pehînên ji şevê ve xwarî zêdetir…

Bira vê carê dibêje “qehbê! Keçê, qehbê bizivire.”

Keç dizivire û bi hemî hêza xwe radibe. Ti kes ne li bendê bûn ku ew rabe. Li rasta wan disekine. Nediêşiya ne jî ditirsiya.

“Bi wêrekî dibêje: Navê min Hatun e! Ez ne qehbe me!”

Du mêr bi halê matmayî bi paş de diçin. Kurik di minmine.

“Tu qehbe yî, erê qehbeyî wîî!”

Bi ser birayê xwe de diçe.

“Navê min Hatun e, ez ne qehbe me.”

Bira li hemberî heybeta wê dihele. Bav hewil dide wî vegerîne ser halê berê.

“Wê kêrê lê bide, lê bide, wê qehbeyê nede axiftin.”

Hatun qêran dide.

“Ez ji we re dibêje ji min re nebêjin qehbe.” dest diavêje kêrê û ji destê birayê xwe de derdiêxe.

Birayê wê dike bêje qehbe “Qeh..”

Hatun dike kêrê li wî bide. Çavê wê tê rasta çavê birayî. Ew kurê porzer tê bîra wê. Ew kurê her nexweş, her girîker û her zeîf.” Dilê wê nerm dibe. Nikare kêrê li wî bide. Birayê wê liber wê direcife.

Bavê wê dike ji hêrsê biteqe. Ji kurî re dibêje “min digot qey tu mêr î!”

Ew bi xwe bi ser keçê de diçe.

“Wê kêrê bide min, bide min qehbeya pîs.”

Keçê li bavê xwe nêrî, nayê bîra wê kengê wî gotineka xweş jê re gotibû, kengê bi hezkirinê destê xwe dabû wê.

Mêrik jê re dibêje:

“Wê kêrê bide min, zû bide.”

Keç dibêje “ha ji te re, ha ji te re!”

Bi hemî hêza xwe kêrê li koda sîngê bavê xwe diçikilîne. Devê mêrî beş dibe. Ji êşê zêdetir matmayî dibe ku keça wî karî wê yekê li wî bike. Hêrsa keçê kêm nabe, heta mêr li erdê tilolo dibe, kêrê lê dide û lê dide. Heta nefreta di çavê wî de ditemire.

“Ha ji te re, Ha ji te re!”

Dema ji ser kelaşê bavê xwe radibe rihet dibe, kêrê diavêje rexekê. Bayeka li derve bangî wê dike, wek destekê birehm. Hatun ber bi wê bayê ve diçe ku bangî wê dikir. Di deriyê malê de dêya wê tê pêşiya wê. Jina reben qêrekê dide û ji ser hişê xwe diçe. Bi qêra dêya wê gundî li wê kom dibin. Ji derî û pencereyan mirov bi mereqdariyê dinêrin. Dema Hatun diçe meydana gundî li ber mizyeftê disekine.

Diqêre û dibêje “navê min ne qehbe ye, ez hatun im!”

Dengên pistepistê vediguhere dengên bilind. Dengên bilind dibin qêrîn. Êdî ji Hatunê re ne xem bû. Dimeşe, ber bi bayê ve dimeşe. Ber bi dawiya qundî, ber bi kendalê ve dimeşe.

Li serê kendalê ba zêdetir dibe. Bêhna gîyayên hişkbûyî û kulîlkên çolê bi xwe re tîne. Demek tê ku Hatun dixwaze bibe bayek. Dixwaze bibe beşeka kulîlkên bêhna wan dihat wê, beşek ji kêzik, giyayên hişkbûyî û çiyayan. Ne dixwest bibe beşek ji mirovan lê dixwest bibe beşek ji wê xwezayê. Destên xwe ber bi herdu aliyan ve vedike û xwe bi valahiyê de diberde. Nayê bîra wê ku li erda hişk ketiye. Ji ber ku ew dibêje qey dema ew diket baya birehm dê wê bibe dinyayeka dî, cihekê hizûr lê heyî.

52 MÊR 52 HEFTE

#1 Dibe ku ez dîn bûbim – Mûrat Çelîkkan

#2 Jin – Mehmet Eroglû

#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî – Tûgrûl Eryilmaz

#4 Rojhilata Navîn – Umît Onal

#5 Hakan Bicakci – Diêşe Rocky

#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim – Yekta Kopan 

#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû 

#8 3 rewşên tundkariya mêran – Murat Yetkin 

#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne – Atilla Taş

#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen  

#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike – Korkût Akin

#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e – Gökhan Durmuş

Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne.

(AU/APA/MB)

https://bianet.org/kurdi/tundiya-meran/195803-nave-min-hatun-e

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply