Yearly Archives: 2020

Hezîran, 2020

  • 11 Hezîran

    Taybetiya Kurdên Xorosanê

    Kurdên Xorasanê bi sedan sal e li axa bavûkalên xwe dûr ketine,lê hê jî ziman û çand û hunera xwe diparêzin. Durist e ku hin guhertin di urf û edetên wan de çêbûye. Herwiha di axaftina wan de hin peyvên biyanî cih girtine,lê dîsa jî cihê kêfxweşiyê ye ku ew hê jî pêbend in li ser ziman û axa xwe. …

  • 11 Hezîran

    Demên Berê

    Gava em zarok bûn her tişt xweş bû, ji bo me jîyan mina lîstikekî bû. Ji bilî listikê tu tişte xema me nebû. Hertim derd û kulê me listik bû. Serê sibê gava em hişyar dibûn me taştê dixwar û nedixwar em bilez diçûn lîstikê û me heya êvarê  bi hevalên xwe re dilîst. Listîkên me jî pir bûn, gog, …

  • 10 Hezîran

    Munacatê Hezretê Wenis(Yûnus)

    Munacatê Hezretê Wenis(Yûnus) Îbnê Mettayî (‘ela nebîyyîne we ‘eleyhîsselat û wesselam) munacatêko tewr xurt o û tewr muhîm wesîleyêkê îcabetê dua yo.       Kilmê meselaya vengdaya ê Hezretê Wenis ‘eleyhîsselamî:  Erzîyayo behr, yew maseyo gird ey tiro kerdo (gilba xo ro war kerdo), behr bahozin, û şewe şemateyin û tarî, û her het ra hêvî birîyaye yew wazîyet …

  • 10 Hezîran

    NAZIM HIKMETÊ POLONÎ JI BO QETLÎAMA DÊRSIMÊ ATATURK PÎROZ KIRIYE

    Di sala 1940 hetanî dawiya salên 90î, li Tirkiye û li Bakûrê Kurdistanê piraniya Kurdên Sunî bi serê Nazim Hikmet û piraniya Kurdên Elewî jî bi serê Ataturkî sond dixwarin. Nazim Hikmetê ku li Tirkiye, li Bakûrê Kurdistan û li Yekîtiya Sovyetan, wek xwedayekî zindî yê dunig ji bo ”demokrasî û mafê mirovan” dihate naskirin, piştî qetlîama Dêrsimê bi nameyeke …

  • 9 Hezîran

    Bila Ew Roj Ne Roja Xweda Ba!

    Hûn ji der ve hatin bûne bela serê me,  Kurdan û cînarên me. Min di beşa nivîsa  li ser hatina Selçuqî ya, hatina Kurdistanê  nivîsandî bû. Vê car jî li ser zordariya li gelê me û li min û malbata min bûye divê bînim ziman. Lê borîna xwe ji we xwendevanan  dixwazim, ku hûn nebêjin gelo çima? qala xwe dike. …

  • 8 Hezîran

    Roniya Te

    Di şevtariyê de bûm Ji te dûr û bêagah Bêkes û bêwar li xelekên cudahiyê Ne  min xwe dinasî, ne dihatim nasîn Ne jî rêya çep dest ji min dikir Digel ku min dest ji xwe ber da bû Li rasta rêya ronî û ber çav Li bîrên tarî û ligel mar û mûrî bûm Ew zindiyê li jiyanê mirî, …

  • 8 Hezîran

    Pirtûka Dehemîn a Konê Reş Derket

    Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û Pexşan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamişlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî …

  • 8 Hezîran

    10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr

    Silav û rêz xwendevanên hêja. Di vê nivîsê de ez dixwazim ji we re qala dirêjkiriniya geroka webê (web browser extension) bikim û ji bo vî, min lîsteyeke amade kir. Di nav lîsteyê de 10 heb dirêjkirinî yên Firefox û Chorme-ê hene. Yên 8, 9 10em piranî tekildarî lekolîneran in. Hemî gelek bi feyde ye û lewma karê mirov hêsantir …

  • 8 Hezîran

    Hûn Bixêr Hatin Hollandê

    Gelemperî ji min dipirsin; xwedîkirina zarokeke nekanyar çawa ye? Aha ji we re vebêjim. Hesta ku hûnê bibin xwedîzarok an dê û bav, mîna planeke ger û geşta li Îtalyayê ye.  Di derbarê Îtalyayê de hûn gelek pirtûk û biroşûran digrin û dest bi planeke nûwaze dikin. Kolezyûm, Dawidê Mîkelanjelo û kelekên Venesê… Heta hûnê hînî çend herfên Îtalyanî jî …

  • 7 Hezîran

    Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî

    Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …