Silav û rêz xwendevanên hêja. Di vê nivîsê de ez dixwazim ji we re qala dirêjkiriniya geroka webê (web browser extension) bikim û ji bo vî, min lîsteyeke amade kir. Di nav lîsteyê de 10 heb dirêjkirinî yên Firefox û Chorme-ê hene. Yên 8, 9 10em piranî tekildarî lekolîneran in. Hemî gelek bi feyde ye û lewma karê mirov hêsantir dike. Kerem bikin û bixwînin…
1. Astengkerê reklaman (Adblocker) – ‘Adblock Plus’
Gava ku mirov li ser înternetê ji xwe re digere, reklam û pop-upan mirov aciz dikin lê di vê demê de direjkiririna geroka webê bi navê ‘adblocker – Adblock Plus’ dikare
- van reklam û popupan asteng bike
- reklamên vidyoyê li ser malperan (wekî YouTube) asteng bike
- dema barkirinê li ser rûpelan lez û bez bike
- talûkeya an jî rîska enfeksîyona dîjîtalê kêm bike
- ji aliyê astengkirina şopînerên ve nepenîtiya kesê/î biparêze
- îkonên medyaya cîvakî asteng bike