Yara Gerden Zêrîn

Êy yara naz û narîn

Tu yî xwedan gerden zêrîn

Şev û rojên min her pîroz in

Li ser wan sîng û berên şîrîn

 

Ber sed milkê tirk û ereb û ecem

Qurbana yek ramusana te bin

Ax û av û zêr û zîvê wan

Qurbana sîng û berê te bin

 

Sed kral û şah û siltan

Her yek qurbana şopa piyê te bin

Hezar text û tac û qesr

Qurbana awirek te bin

 

Parîs û london û new york

Qurbana axa li ber piyê te bin

Hemeros û shakespeare û dante

Qurbana wî zimanê te bin

 

Li ser sînga te heft roja

Her roj heft cara biçêrim

Bi heft ava çemê bunisra xwe bişom

Lê dîsa wek te spî nabim

 

Dijlê û ferat in sîng û berê te

Ji wan diherikê tê

Ava jîn û jiyanê

Jê têr divexûm lê dîsa tî me

 

Şeva ku sîng û berê delala min

Dibe bexçê gul û rihana ji bo min

Namênê kul û derdek li min

Dibê temenek ew şew ji bo min

 

Sîng û berê wê esmerê

Serxweşkir im, awirên wê qeşmerê

Bi zimanê şêrin dil da ber talanê

Wê esmerê wê qeşmerê talan kirim li ser bênderê

 

Thama lêvê te wek sêvê gihaye

Thama sîngê te wek şaraba sala ya

Şêwqa rûyê te heyva çardeha ye

Çavête reşin wek şeva ye

 

Jiyan bi te re xweş e

Bê te ev dil nexweş e

Bi te re zivistan bihar e

Bê te havîn jî li min sar e

 

Ev çil sale ez dikim qîr û hawar

Geriyam diyar bi diyar, war bi war

Min nedît li gor dilê xwe dost û yar

Bi hêvî û xwezîya nehat bihar

 

Neçin ji enqere û tehran û bexda nepirsin

Herin ji amedê bipirsin

Ji mehabadê bipirsin min

Ewê ji we re bibêjin armancên min

 

Her cara ez te dibînim

Kul û birînê çil salî bibîrtênim

Sal bi sal xwezî bi par

Nema ew war û ew bihar

 

Îro ji deftera jiyanê pelekî nû divekim

Li ser bingeha têkçûyî, serfîrazîyan ava dikim

Perdeyên li pêşiya ronîye radikim

Roj diçirûsê nava dilê min, hişekî nû ava dikim

 

Kurdistan, Nisana 2021

Dilazad A.R.T

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle