Xeyîdîyên Hevjîna Min

1- Nizanim, di zarokatiya min de haya min jê tunebû yan na, dema ku ez mezin bûm nizanim dê û bavê min ketine nav şer û pevçûnan, lê tiştek heye ku bi zelalî tê bîra min, dema ez bûm 18e salî min ji xwe re got, “Ez êdî li vê malê namînim”. Min biryara xwe dabû ku bizewicim. Min got bes e bila mala hebe, qêrîn tune be bes e.

2- Min qet xeyal nekiriye ku mêrê min dewlemend an jî çeleng be. Min tenê aramî dixwest. Da ku ez jî mîna mirovên din di nav aramiyê de bijîm. Min got bes e ku ez bi mêrê xwe re çay/qehwe vexwim û bi mêrê xwe re li balkonê sohbetê bikim. Tenê pîvanek min a zelal hebû, min got ‘tenê mîna dê û bavê min nebin’ bes e.

3- Bavê min kesekî hêrs bû. Ji ber vê yekê min xwest bi kesekî bêdeng re bizewicim. Min mêrê xwe di 23 saliya xwe de bi rêya hevalekî/ê xwe nas kir. Aliyekî wî yê aram û dilnizm hebû. Ji ber ku ew zêde napeyive ez kêfxweş bûm. Min di aramiya wî de aramî dît. Mêrê min jî ji min hez kir. Her tişt pir zû qewimî, em di nav salekê de zewicîn.

4- Di dawetê de diya mêrê min xeyîdî bû, qet nedikenî. Ji mêrê min re gotiye, ‘Ditirsime im ev keç sibe te tê ke tengasiyê’, ji ber ku ez pir rehet li ser dikê dilîzim. Mêrê min di roja ewil de ji min xeyîdî. Hema ez pir  bergerîyam ku bi wî re bipeyivim, “Ez nizanim ka min tiştekî xelet kir, ji min re bêje, ez careke din nakim” û ez giriyam.

5- Mêrê min pişta xwe da min û raza. Du sal şûnda, ez fêr bûm ku çima ew wê rojê xeyîdîye. Ev 12 sal in em zewicîne, kîna mêrê min qet neqediya. Carinan, rojan şûnda, ez fêr dibim ku ew ji çi aciz e û çima ew helwesta xwe xuya nake. Dema ku êdî ez nikarim xwe ragirim, mîna diya xwe ez jî diqîrim û diqîrim, wê demê dest bi axaftinê dike.

6-12 sal in ez ji mêrê xwe dixwazim dema aciz bû, dilşikestiya bi min re bipeyive, min jê xwest ku em piştgiriya pisporekî bigrin, wî qebûl nekir. Di dawiyê de, me li ber keça xweya piçûk şerekî mezin kir, ez dîn bûm ji ber ku min keça xwe di tiştê ku ez tê re derbas bûme mîna ku ez bi devajuyekê re derbas bûm, ez dîn bûm, ez ji kontrolê derketim. Min got ez veqetandinê dixwazim.

7- Mêrê min di dawiyê de razî bû ku piştgiriya pispor werbigire. Dema ku pisporê ku em çûn ba, got ku mêrê te de HÊRSA PASÎF heye û nikarê hêrsa xwe birêve bibê, ez matmayî mam. Dema ez ji hêrsa bavê xwe direviyam, ez ketim nav hêrsa mêrê xwe. Min hîs kir ku ez di avzêyekê de asê mam e.

8- Xweşbextane me ku me dest bi alikariyê kir. Wekî din, a gav bi gav, keça min ê jî tiştê ku ez pê re derbas bûme wê bijî ya. Niha ez hest dikim ku min zengila zincîra ku min ji dê û bavê xwe mîras girtiye şikandiye. Mêrê min roj bi roj xwe kifş dike, hewl dide ku hestên xwe nas bike. Îro cara yekem lêborîna xwe ji min xwest. Ez nabêjim êdî dereng e, ez li benda rojên ku ez ê bi aramî bijîm im.

ŞÎROVE MIN;

GELEK MIROV NE FERQINDENEKE KU EV BI MODELÊ DÊÛBAVÊN XWE RE ZEWICÎNE.

HER ÇIQASÎ EW BIBIJÊN EM Ê WEK ZEWACEKE DÊÛBAVÊ XWE NEKIN JÎ BINHIŞ DÊ HEVJÎNEKE WIHA DA XWE DI NAV BAWERÎYÊ DE BIBÎNÊ.

KU HIŞYARÎYA HESTÎYARÎ YÊ WÎ/Ê KESÊ PÊŞ BIKEVE EW DÊ BIBÎNE KU DÎSA ZEWACEKE MÎNA DÊÛBAVÊ XWE KIRIYE.

RÊYA HERÎ RAST EW E KU DIVÊ HEVJÎN BINHIŞÊ XWE NASBIKE Û EV ÇERXA BÊSÛD DERKEVE, EV ZEWACA XWE YA XERAB TEMÎR BIKIN.

HETA MIROV XWE TEMÎR NEKE DÊ VEGÛHEZÎYA HESTAN NIFŞ BI NIFŞ BIDOMÊ.

ADEM GUNEŞ

Derbar Çand Name

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply