Di sernavekî berê de me behsa mirina dê û bav û di sernavekî din de jî behsa jinberdanê kir. Dema em li civaka xwe dinêrin, piştî ku zewac ji ber van her du sedeman diqede, pir caran mijara zewaca duyemîn derdikeve pêş. Serkeftina zewaca duyemîn bi gelemperî bi serfiraziya pêwendiya dêûbav-bav û zarok ve girêdayî ye. Pêşî bi lêkolînkirina wateya ku di civaka me de ji dayiktiyê re tê dayîn, destpêkirina têkiliya dê û zarokê dê kêrhatî be.
Îmaja Dêmarîya Serdest
Di civaka me de îmajek ji dayikan re tê dayîn: Dayik berxwedêr e, ji bo zarokê xwe ji fedakariya xwe dûr nakeve, dilovan e, çi dibe bila bibe li cem zarokê xwe radiweste. Wateya ku ji bo “gavê” tê dayîn, tam berovajî vê yekê ye. Dema ku behsa dêmarîyê tê kirin, di hişê mirovan de îmaja kesekî ku hêrs, çavnebar, bêrehm û êşkencekar e, çêdibe.
Rastiya ku qalibên ramanê îmaja nerast a dayikê diafirîne, bandorê li kesên di pozîsyona dayiktiyê de jî dike. Ji ber vê îmajê, dayik bi texmînek xelet tevdigerin. Dayika ku pê dihese ku dibe ku di mejiyê mirovan de pêşdaraziyek li ser wê hebe, bi tirsa ku her tevgerek wê li gorî wê pêşdaraziyê were fêm kirin, tengezariyek jiyaye.
Kesê ku nikaribe ji psîkolojiya dêmarîyê xilas bibe, hestên xwe pir ditepisîne. Ger dêmarîyek ji zarokê xwe hêrs bibe, ev e bala kesî nakişîne, lê dema dêw ji zarokê hêrs dibe, gelek caran bertekê dikişîne. Di bin zexta vê ramanê de, ew hestên xwe ditepisîne û hêrs dibe, ji nişka ve bertek nîşan dide û ji ber vê yekê dêmarî bêtir xeletiyan dike.
Bê guman, di jiyana pratîkî de, gelek mînakên xweşik ên dêmarîyê hene ku ji dayikekê rastîn evînek mezintir didin zarokên xwe û bêyî cûdahiyek piçûk wan mezin dikin hene. Divê dayika biyolojîk ji zarokê xwe hez bike, lê ji bo dêmarîyê jî ferzek wiha tune. Digel vê yekê jî, ger dêmarî qîmetê bide zarok û jê hez bike û wî/wê baş mezin bike, ev tiştekî pir girîng û taybet e.
Bi Çavên Zarokan Dêmarî
Kêrhatî ye ku mirov têgîna dayiktiyê ji perspektîfa zarokan jî binirxîne. Dibe ku zarok dayîka dêmarîyê wekî kesek ku ji nişka ve xuya dike û hewl dide ku şûna diya xweya delal bigire, bihesibîne. Mînakî, zarokek pênc salî nikare bûyeran bi tevahî fam bike ji ber ku hê hesta rastiyê ya wî pêşneketiye, û ew hest dike ku ew neçar e ku ji jinek ku qet nedîtiye hez bike. Zarok nikare têkiliya xwe ya bi dayika dêmarîyê re wekî xiyanetkirina diya xwe ya rastîn bihesibîne. Ji ber vê sedemê xwezayî ye ku zarok li hember dayika damarî reaktîf be.
Wezîfeya bav a girîng ew e ku beriya zewaca duyemîn rewşê ji zarok re şîrove bike û nêrîna wî/wê bigire. Ji zarok re diyar bikin ku nayê hêvîkirin ku dê dayika dêmarî li şûna dêya xwe ya rastîn bi cih bike, di navbera dêmarî û diya wî ya rastîn de tiştek nabe, ew dikare dayika dêmarî wekî xizmekarekê ku jê hez bike û alîkariya wî/wê bike qebûl bike û ev zewac dê bibe sedema jiyana wî/wê hêsantir bike, alîkariya zarok bê kirine ku ji pêşdaraziyên xwe xilas bibe. Zarok dihesibîne ku nêrîna wî/wê wekî nîşana girîngiya wî/wê tê girtin û ji wî re hêsantir dibe ku rewşê qebûl bike. Dê hê çêtir be ku bav rave bike ku dibe ku wext lazim be ku meriv xwe bi vê rewşê re bikar bîne û ew di destpêkê de hin pirsgirêkan bibînin û zarok ji hêla derûnî û hestyarî ve amade bike berî ku pirsgirêk çêbibin.
Tiştên ku divê dayikên dêmarî bala xwe bidinê
Beriya ku mirov zewaceke ku di rola dayiktiya dêmarîyê bigire ser xwe, divê xwe pir baş nas bike û rewşê baş analîz bike. Ji ber ku, bi zewacê re, ew ê berpirsiyariya giyanî ya dayika dêmarîyê jî bigire ser milê xwe û bi îhtîmaleke mezin dê nikaribe bi zarokê/a xwe re bi rehetî tevbigere. Hinek dayikê dêmarî hene ku bêyî hîskirin an jî bêyî hîs kirindan dikarin bikevin psîkolojiya dayiktiyê; Lê ev tiştek e ku pêdivî û berpirsiyariyek cidî hewce dike.
Em bêjin tu zewicî û zarokekî 12-13 salî kete berpirsiyarêiya te. Di vê rewşê de, yek ji xeletiyên herî mezin ew e ku zextê li zarok were kirin ku ji we re bêje “dayê”. Ev danûstendineke hestyarî ye û bi demê re çêdibe. Dibe ku zarok di destpêkê de li hember dayika dêmarî pêşdaraz bin, ev ji ber serpêhatiyên wî reaksiyonên ji nişka ve ye. Di vê xalê de divê em zarok fam bikin. Dibe ku ji bo zarok dêya xwe ya dêmarî qebûl bike dem bigire, dibe ku ew bendewariyek dirêj be. Divê dayik di vê pêvajoyê de ji zarok re rêzdar be.
Di têkiliya dêya dê-zarok de ji her du peyvan yek evîn e, lê hezkirin tenê têrê nake. Divê rêzgirtin berî evînê be. Ji bo ku zarok hurmetê ji dêya xwe yê dêmarî re bigire, divê hîs bike ku rêz û hurmeta wî tê dayîn û li malê jî tişt bi awayekî adilane tên kirin. Piştî demekê, zarokê ku xwe bi hurmet hîs dike, dest pê dike ku heman tevgerê ji xwe re mînak bigire û jîngehek saxlem dikare were afirandin.
Ger Zarok ji Dayikê Dêmarî re Reaksîyonê Bide
Her çend dê û bav bi erênî û avaker bi zarokê re tevbigerin jî, dibe ku zarok di destpêkê de bertek nîşanî dayika xwe bide. Yek ji peyvên sereke yên têkiliya dêûbav-zarok jî sebir e, pêwîst e dem were dayîn. Pêdivî ye ku meriv hemberî zarok wekî merivek mezin tevbigere, lê destûr bidin ku reaksiyona wî zaroktî be.
Dayika dêmarî dikare bi zimanên cûrbecûr ên evînê nêzî zarok bibe; mîna kirina tiştekî xweş. Mesele, qîmetdayîn, dayîna diyariyan, destgirtin, şev dema raket ser nixumandin xizmetê ku evînê îfade dikinin. Divê bi zimanên cûrbecûr ên evînê nêzikî zarok bibe û dem bê dayîn. Ger bi vî rengî were dermankirin, piştî demekê zarok dê li kêleka dayika dêmarî xwe ewlehiyê hîs bike.
Zarok jî gelek caran serî li rêbaza ceribandina dayikê didin. Heger zarok ji dayika xwe hêrs bibe, hewil bide ku dêya xwe hêrs bike, dilşewat û gêj be, bi îhtîmaleke mezin dê dêya xwe biceribîne. A bibêjî; ez wê tengezar û hêrs bikim û bipirsim “Tu ji min hez dikî an na?”. Divê hûn di van ceribandinan de neyên xapandin. Di rewşeke wiha de ne rast e ku mirov bi reaksiyonên tund nêzikî zarok bibe, zarok çi bixwaze dayika dêmarî ne pêwîste ku bike.
Di Têkiliya Dayika Dêmarî-Zarok de Rola Bav
Ji bo ku di navbera dê û zarokê de têkiliyeke saxlem bê danîn, divê bav jî di vê mijarê de bi awayekî aktîf cih bigire. Dema pirsgirêkek çêdibe, divê bav bi guhdarkirina her du aliyan ve rewşê bi awayekî objektîf binirxîne. Nêzîkatiya bav girîng e, divê zarok bavê xwe wekî dadger bibîne, ne wekî parêzer. Divê zarok nebêje “Ez çi bikim, bavê min bi min re ye”, lê divê ew jî bawer be ku eger ew rast tevbigere bavê wî jî li cem wî ye. Çêkirina îmaja “Ez çi bikim jî bavê min bi min re ye” ji bo geşbûna kesayeta zarok ne rast e.” bavê min neheqiyê nake. Divê îmaja “Dema ku ez rast tevbigerim, a bavê min pişt bide min” di mejiyê wî de were çespandin da ku hesta rast di mejiyê wî de were afirandin.
Bavên ku di zewaca xwe ya duyemîn dikin vê xeletiyê dikin: Dema ku bi zarok re diaxivin, dibêjin ku ez bi zarokê xwe razî me û zarokê hemêz dikin, lê dema dêmarî dikeve hundurê odê, bêhemdî hestên xwe diguherînin. Ew dest bi tevgereke cûda dikin. Di vê rewşê de zarok difikire: “Binere, gava dayika dêmarî tê, bi awayekî din tevdigere, dema ku ne li vir be, bi rengekî din tevdigere. Ji ber vê yekê dayika dêmarî têkiliya min û bavê min xera dike.” Tewra guheztina rûyê bavê, ku bi nezanî diguhezîne, vê ramana zarok piştgirî dike.
Çewtiyeke din a ku bav di zewaca xwe ya duyemîn de dikin ev e: Ji bo ku di zewaca xwe ya yekem de pirsgirêk û xeletiyên ku di zewaca xwe de kirine dûbare nebin, dikarin bi jinên xwe yên duyemîn re jî baş tevbigerin. Zarok vê yekê ferq dike û di ber xwe de dibêje: “Loma bavê min ji diya min a rastîn bêtir ji vê jinê hez dike.” Pêdivî ye ku bav bi zarokê xwe re parve bike ka çima ew bi vî rengî tevdigere, mîna ku ew vê yekê ji yekî mezin re rave dike. Gotinek heye: “Hez bike, qîmet bide û parve bike.” Dema ku ev pêk hat, zarok dikare bi hêsanî şeklê ku dê û bav dixwazin tevbigire.
Bira û Xwûşkê Dêmarî
Ger dayika dêmarî jî xwedî zarok be, zarok jî neçar e ku têgîna bira-xwûşkê dêmarî nasbike. Taybetmendiyên kesayetî û giyanîya psîkolojîk ên du zarokên ku di hawîrdorên cûda de mezin bûne ji hev cuda ne. Ji ber meylên xwe yên xweajoyî (içgudu), zarok pir caran xweperest in û ji parvekirinê hez nakin. Li şûna ku zarokan bi zorê berve hevbikin, pêwîst e ku hestên dayîn, parvekirin, qencîkirin, alîkarî û hevgirtinê fêrî wan bikin.
Bi avêtina gavan ber bi ragihandinê ve zarok dikarin di xaleke hevpar de bên cem hev. Kêrhatî ye ku meriv bi zarokan re bêje: “Hûn di temenê xwe de nêzî hev in, hûn dikarin bibin heval. Dibe ku kesayetiyên we cûda bin, lê qederê we anî cem hev. Ya girîng ne ew e ku hûn li ser her tiştî bi heman awayî bifikirin, lê ew e ku hûn dikarin hurmetê bidin hev. Tenê bi vî awayî hûn dikarin bextewar bibin.” û bînin bîra wan ku divê ew bi hurmet ji hev re tevbigerin, her çend nikaribin tavilê ji hev hez bikin jî demê bidin.
Her weha, zorkirina zarokan ku “Vê bi hev re bikin, va bi hev re bikin” dibe ku eksêyê derxe holê. Di şûna wê de, hinek dem bidin wan ku li hev meraq bikin. Her du bira/xwûşk dê bi demê re têkilîyê dest pê bikin. Hewldana ku wan bi yekcarî nêzî hev bike, dibe ku bibe sedem ku ew li hember hev bêtir pêşdaraz bibin.
Dibe ku zarok bi xwezayî bifikire ku dêya dêmarî zarokê xwe wî bêtir hez dike û xwe dûrxistî hîs bike. Pêwîste dayik her tim li hember her du zarokan wekhev tevbigere û di navbera her du zarokan de cudahiyê çê neke. Dayika dêmarî ku pê bihese ku xema zarok ya wekî “Dayika dêmarî zarokî/ê xwe ji min pirtir hez dike” hebe, bi gotina “Tu rast dibêjî, dibe ku min xeletî kiribe, em bi bavê te re rûnin, biaxivin û biryarê bidin” dê zarok teselî bike.
Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin