XALÊ HECÎ Û SEYDA JÛJÎYAN

Rehmetî Xalê Hecî Oso ji bo debara xwe bike gelek kar dikirin. Yek ji wan karan jî firotina titûnê bû. Du sê celeb titûn çi ya Semsûrê, çi ya Xûrsê an ya Licê li qantira xwe bar dikir. Heger bar ne giran bûna bi xwe jî li ser barî siwar dibû. Di rojekê da sê çar gund dewr dikirin. Li kîjan gundî êvar lê bihatana li wê derê li dostekî xwe dibû mêvan. Li her gundekî teqez çend kesên dostên ji dîl ê wî hebûn.
Lî gundên Erxenîyê yên li ser rêya Çermûgê firotina titûna xwe dike û gundê Xidiranîyê lê êvar dibe.
Mala Yakûb li wî gundî maleke nandar û mêvanhez in. Li gel wan xisletên baş maleke teraqhez, pêkenokçêker her weha kêf û henek wan her hebûn.
Hecî Oso yê westiyayî êvarê piştî şîv xwarinê çav xilmaşî dibe. Nêta wî li pêy çay vexwarinê veketin û razane. Lê endamê malbatê kom bûne li pêy tinaz û pêkanîna ne. Yek ji wan :
-Gelo êdî em neçin seyda jûjîya?
Yekî din :
– Hûn dibêjin dem hatiye?
Pîrika malê :
-Heger hûn li min guhdarî dikin neçin. Hîna donê jûjîyên şeva berê jî ferayên me paqij nebûne.
Xalê Oso dixin nav kelecana seydê û derdikevin derve. Li paş gund li hevrazekî bi darê mazî teşkîlata xwe çêkirine. Yek li jorê tarê gilover (sergîne di qasnaxê bêjinge da kalib girtî) gêr dike û dide halanê:
-Hat hat hat, zûkin şopê wenda nekin!
Tevî Xalê Hecî Oso geh wirda geh wêda dibezin. Nav govê keleman, bin û dora kevir û zinaran mêze dikin û jûjî peyda nabin. Bi wî awayî bi qasî saetekê Xalê Hecî dibezînin.
Têr westiyayî vedigerin malê. Xalê Oso ji hal da ketîyî li ser doşegê pal dide. Bi ber westabûn û pêxapîna xwe dikeve.
Hinek ji wan li halê wî dinêrin û bi wî dikenin. Û dibêjin:
-Te dît me çer tu xistî dahfîkê. Ka tu jîr bû, tu nediketî dahfikan?
Xalê Oso li wan vedigerîne :
– Erê, ez dizanim hûn çi pînc in. Ez bi gotina wê oros.îya pîrika we ya “Hîna donê jûjîyên şeva çûyî ji ferayên me neçûye.” xapîyam. Min got qey ew ê nekeve nav dek û dolabên we, lê ew ji we pînctir derket.
Di encamê da “Hûn tu carî bi salmezinî, cil û berg, meqam û gotinên kesan nexapin hew.”
AMADEKAR: ÖMER ÖZ

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply