Trêna Ku Diçe Welêt

Heger we berî niha xwestibe hûn li Bakurê Kurdistanê bigerin, xweza û tebîeta Kurdistanê bibînin bêyî ku bikevin nav hingeding û xirecira bajaran, heger we xwestibe hûn rengên bajarên Kurdistanê ji dûranî ve bibînin bêyî ku xwe berdin nava wê kembaxiya ku bi serê wan hatiye kirin, heger we ev tişt xwestibin, ji gerra bi Trêna Eksprêsa Gola Wanê baştir tune ye.

Bi rastî havîna çû me dixwest em bi Trênekê herin Qersê, hevalinan ji me re gotibû ku rêwîtiya bi Trêna Qersê ya 24-seetî xweş e, lê di dema me ya teng de, di havîna gerr û geştê û haziriya Eyda Mezin de xuya ye rê û rêwanî di ya Qersê de nemabû, em mecbûr bûn bilêta Trêna Gola Wanê bibirrin, ev trên jî ji Enqerê bi rê dikeve, di deşta tirkan re xwe berdide Kurdistanê û di nav çend bajarên me re dibihure heya digihê Tetwanê.

Me bilêtek din jî ji Stembolê birrî û em bi trêna bilez (bi şeref ne bilez bû jî) çûn Enqerê ji bo li wir li trêna xwe siwar bên. Mala hevalekî me jî li Enqerê bû, me go em ê herin ji xwe re li paytextê bigerin, deverên dîrokî bibînin. Em gihan, derket mala camêr li çolekê ye. Me roja xwe û gerra xwe hemû di dolmîşan de bihurand. Belê roja me hat, berî Eydê bi heftiyekê bû, em berî dema trêna xwe bi sê-çar seetan, li stasyona trênê ya Enqerê wek cinnan hazir bûn, hîn şelêq di çavên me de bû, çentên me li milên me û tûrikên me yên sandwîçên li malê çêkirî (we di heyata xwe de sandwîçên wilo ziwa nexwarine), qutiyên konservê û çilekiyên me jî di dest me de. Trên hat, me berî dema birêketinê bi seetekê xwe avêt hundirê trênê ji bo em xwe li ser textên xwe biperrixîn û pix bikin xewê.

Welle em gihan oda xwe ya di Vagona dawî de. Me deriyê odê vekir, errrrek, em çi bibînin! Çarçev û rûber û pêşgîr nû hatine şuştin, şimikên paçik nû hatine çêkirin, pencere û erd û mase tê bê qey bi firça dirana hatine paqijkirin, otêla çar-stêrk na welle pênc-stêrk jî ne wilo bû bi şeref. Me di dilê xwe de got: welle me bi erzanî bilêtên xwe birrîn, me henekên xwe bi wan kiriye law! Vagona me, ya herî xweş bû di trênê de.

Tişta pêşî, divabû em li tiwaletê bigerin, di neqeba me û tiwalêta dawiya trênê de jî 2 ode hebûn û di dawiyê de jî pencera terriya trênê ya ku mero vîdyoyên romantîk jê bigire hebû. Min go ez ê herim tiwaletê biceribînim û em ê dû re 24 seetan xwe di oda xwe de pehn bikin û wek sînemayê di pencera xwe re li xwezayê temaşe bikin, em ji wilo bêtir çi dixwazin. Ma ne wilo?

Me xwe di oda xwe de perrixand, çend seet bihurîn, carekê me dît mêrikê miawinê trênê hat, dibê qumçoka ku avê berdide tiwalêtê û ya ku avê dikişîne her du jî xera bûne, di bîrowa di ber destşokê de panêlek heye, di wir de 2 qumçokên din hene ji bo berdan û kişandina avê. Mêrik em elimandin bikaranîna wan qumçokan û çû. Piştî wê bi çend seeta yek ji me çû tiwaletê, çi bibîne! Lehî rabûye. Çi re tu nabê camêr ji kesî din re behsa mesela panêla qumçokan nekiriye, her yek tiwalêta xwe dike, xwe dişo, qumçoka xerabe diceribîne, avê di wir de dihêle û vedigere oda xwe, ji wan we ye wê miawin şûna wan paqij bike.

Min dilê xwe xeland, Serwer go ka xwe bide alî, min tiştên ji wilo xerabtir li nexweşxanê dîtine, ez ê paqij bikim. Welle tiwalêt paqij kir û vegeriya odê, ji paqijkirina tiwaletê, bêhna wî bû qulpik. Me îca fêm kir ku em bûne nobedarên tiwalêtê. Di wê rêwitiyê de gerek meaşek bidana me li ser wê nobedariyê. Berî şev bikeve erdê, trêna me ji Enqerê berê xwe da Kirikkale, ji wir jî daket Qeyseriyê.

Em bi şev gihan Sêwasê, ji trênê daketin erda stasyonê ji bo em ji xelkê re bêjin “em jî çûne Sêwasê”. A dina rojê em ji xew rabûn me dît ku em di Meletî û Elezîzê re derbas bûne û gihane nêzîkî Mûşê. Me Mûşa xwînsar jî dît, hevalên Mûşî xwe aciz nekin, bi şeref dolmîşa Enqerê jî Mûşê xweştir bû, dû re wek ku trêna me wilo li ser hêka dewam kir Tetwanê, me Gola Wanê ji 3-4 qorziya de dît heya ku em gihan Stasyona Tetwanê.

Ji gera li nav xwezaya van deverên ku em tê re derbas bûn, tişta ku me fêm kir ev e: heger hûn havînî bi trênê ji welatê tirkan hatin Kurdistanê, heya hûn keriyên pez nebînin zanibin ku hûn hîn negihane axa Kurdistanê. Heger trên giha Cizîra Botan jî û we hîn keriyên pez nedîtibin, zanibin ku wir
nema Kurdistan e. Pez = Kurdistan. Kurdistan = Pez.

Axir em gihan Tetwanê, em ji trênê daketin, em di cî de li dolmîşa Wanê siwar hatin.

“Xalo em ê di çend saetan de bigihên Wanê?”

“Di du saet û nîvan de xwarzê”

Em bi rê ketin, saetek bihurî, dido, sê, hîn mêrikê me di nava Wanê de xelkê digihîne malên wan, tê bê qey teksî ye. Her ku yekî digihîne mala wî jî dadikeve çixarekê vedixwe û ji xwe re civatê digerîne bi şifêrên din re. Welle di vê rêwitiya dolmîşê de jî me pê girt, ji rêwitiya me ya trênê dirêjtir derket.

Hevalê ku li Wanê li hêviya me bû, sed xeber ji me re dan, me jî sed xeber ji şifêr re dan.

Lê me zêde deng nekir, me go em xwe nexin bela şifêrên dolmîşan, em tirsiyan me vegerîne Mûşê.

Di gereke wek vê de, ti tişt ji we re ne lazim e, tenê serê şexsekî 4-5 sandwîçên li malê çêkirî, qutiyek masiyên Tonê, qutiyek fasûlî (barbûnya) û hinek çilekiyên şêrîn. Heger şûşeyek Skoç an wiskiya Îrlendî bi we re hebe jî wê baş be.

Ji xwarinê pê ve 2 dest kaxetên lîstikê û 2 kitêb jî bi we re hebin wê baş be. Heger hûn di lîstikên kaxeta de şertên li ser pera nekin, pere mere jî ji we re lazim nabin.

Tiştên baş di gerra me ya vê Trênê de, erzaniya wê û paqijiya odeyên wê bûn. Yanî heger dema we havînî hebe, nêta we hebe hûn di derbekê de li gelek bajarên Kurdistanê bigerin bê ku dakevin nav qerebalixê û kelegerma havînê, ev fikra trênê bi rastî jî baş e. Û haya we ji tiwalêtan hebe, hûn nebin nobedarên wan.

Şivanê Keleş û Serwero

Nivîs ji Kovara Popkurdê hatiye standin

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply