Tirkî Ji Bo Kurdan Jehr e

Girîngiya zimên li ser nasnameya neteweyî pirr tê gotin.  Lê ne tenê wek kiras ku nasnameya we nîşan bide û  biparêze,  wekî din li ser nêrîna we ya dinyayê û li ser dinyaya we ya derûniyê çi rola zimên heye? Kurdeke ku bi Kurdî nizane û bi Tirkî dinyayê bişopîne û binase çi xeter jê re heye?

Kurdeke ku Kurdî nizane û ji xwe îngilîzî jî nizanibe taybetî di şert û mercên Tirkiyeyê de,  dê dinyayê bi Tirkî binase û bixwîne.  Ji bo ku bi Tirkî dixwîne dê dinyayê bi nêrîna Tirkan bibîne.  Dê bi dûrbîna Tirkan li dinyayê temaşe bike.  Ev jî ji bo nasnameya Kurdî xetereyeke mezin bi xwe re dertîne.  Çumkî, Tirk ku mijar Kurd be rastiyên  dîrokê, jiyanê,  çapemeniyê diguherînin û jixwe ji wan were her tiştî diguherînin û ji ti derewan xwe nadin alî. Ku hûn mijara Kurdan ji Tirkan bipirsin jixwe Kurd heta 20 sal berê tune bûn. Ji xwe li gor dîroka Tirkan ya fermî hûn derbarê Kurdan de tu tiştî nikarin bibînin. Ev nêrîna fermî ya dewletê di her qadên jiyanê derbasî hiş û tevgerên Tirkan bûye. Mînakeke biçûk: Min beriya çend salan pirtûka derbarê Morco Polo de xwendibû lê ez rastî Kurdan nehatibûm di pirtûkê de. Piştî çend salan di kovara Zend (hejmara yekem a sala 2011î) min xwend ku Morco Polo di pirtûka xwe de nivîsandiya ku wî li Mûsilê Kurd nas kirine û bi berfirehî qala Kurdan dike.

Hûn ji çapemeniya Tirkan bişopînin hûn rastiya Kurdan û Kurdistanê tu caran hîn nabin. Mînakeke din: Di demên Şerê Kobanîyê de Kurd li her deverên cîhanê li ser piyan bûn. Li Ewrûpa balafirgeh, stasyonên trenan, avahîya Yekîtiya Ewrûpayê hwd ji aliyê çalakvanên Kurd ve bûn qadên çalakiyan û berxwedanê. Lê di çapemeniya Tirk de ev bûyer wek nûçe cî negirtin. Ku hûn bi tenê bi Tirkî bijîn hûn ê rastî pergela Tirkan a hemberî Kurdan bên.

Di vê pergalê de dîroka Kurdan tune ye, zimanê Kurdan nîn e, heke hebe jî bi kêrî tiştekî nayê. Dîsa li gor vê pergalê wêjeya Kurdî tune ye, jixwe welatê Kurdan qet tune ye. Ji bilî van jî ku hûn bi Kurdî nizanibin hûn çiqas navên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Baba Tahirê Uryan, Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Arjen Arî, Rojen Barnas hwd.  bibihîsin jî hûn tu car nikarin wan bixwînin û evîna dilê wan nivîskar û ronakbîran hîn bibin, hûn nikarin Hawara Mîr Celadet bibihîsin. Bi kurtasî ku hûn bi Kurdî nezanin, hûn ê wek Tirkekî dîrokê bixwînin, wek Tirkekî çapemeniya dinyayê bişopînin, hûn ê bi wêjeya Tirkî şad bibin û di dawiyê de hûn nebin Tirk jî,  hişê we dê wek Tirkan bifikire û dilê we wek Tirkekî lê bide. Ya din jî hûn ê ji wêje, dîrok, çand û hunera Kurdî bêpar bimînin. Mixabin ji ber van sedeman dilê we çiqas Kurd be jî lê zimanê we û mejiyê we dibe ziman û mejiyê Tirkan. Hûn ê ji helbestvanên xwe bêhtir helbestvanên xêrnexwazên xwe nas bikin. Hûn ê ji dîroka xwe bêhtir dîroka wan bixwînin. Hûn ê ji zimanê xwe bêhtir bikarin bi zimanê wan biaxivin.  Ev jî tê wê wateyê ku hûn ê ji Kurditiyê bêpar bimînin.

Li vir pirseke wisa derdikeve pêşiya me: Êre, em bi Kurdî dikarin nasnameya xwe hîn bibin lê gelo em dikarin bi Kurdî çapemeniya dinyayê bişopînin,  wêjeya dinyayê bixwînin, em dikarin gelo bi Kurdî dîroka xwe û ya dinyayê hîn bibin an hînî zanistê bibin? Bi awayekî din bibêjim: Ew derfetên Kurdî hene ku em ji dinyayê bi Kurdî agahdar bibin û dinyayê bi her awayî bi Kurdî bixwînin û binasin. Mixabin ev derfetên zimanê  Kurdî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê tune ne, ji ber nêbûna perwerdehiya bi Kurdî. Ji bo em vê valahiya ku ji bê derfetiya Kurdî derdikeve pêşiya me dagirin, pêwist e em hînî Îngiliziyê bibin.

Dema em bi Îngilîzî bizanin em ê dinyayê bi Îngilizî binasin. Jixwe di vî zemanî de Îngilîzî ji bo her kesî pêwist e ji bo ku rewşa Kurdî,  ji Kurdan re hê pêwisttir e. Dema hûn bi Îngilîzî bizanin hingî hûn ê cudahiya çapemeniya Tirkî û çapemaniya cihanê bibînin. Di çapemeniya Tirkî de berxwedana Kurdan bi peyvên wek ‘’xaîn, terorist …’’ cî digire.

Mafên Kurdan ên xwezayî wek self-determînasyon, perwerdehiya bi zimanê Kurdî, mafên çandî pirr kêm dikevin ber çavan. Halbûkî di çapemeniya cîhanê de pirsgirêka Kurdan bi perspektîfa ‘’gelo dewleta Kurdan a serbixwe nêzîk e?’’ tê rojevê. Di raya giştî ya navneteweyî de berxwedana Kurdan di asteke pirr bilindtir cî digire. Kurd  sedsala welatê wan di navbera çar dewletan de hatiye dabeşkirin û zilm li wan hatiya kirin. Lewre dema mirov çapemeniya cîhanê bişopîne,  wê demê asta berxwedana Kurdan xuya dibe. Bi vê jî baweriya mirov a doza Kurdan pir bilindtir dibe. Mirov ji çapemeniya Tirkan a pûç û vala derbasî çapemeniya cîhanê bibe, hişmediya rastî derdikeve.

Di encamê de, divê Kurd bi zimanê Kurdî, xwe û nasnameya xwe binasin. Cîhanê jî bi îngilîzî binasin û bişopînin. Bi vî awayî em dikarin ji bandora Tirkî rizgar bibin û li hember asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Ji bo hûn hiş û dilê xwe ji jahriya Tirkî biparêzin an xwe jê pak bikin, divê hûn hînî Kurdî û Îngilîziyê bibin. Ji bo ku hûn xwe û nasnameya xwe binasin, ji bilî  zimanê Kurdî çareserî tune. Ji bo hûn cîhanê binasin jî îngilîzî bivênevê ye.

Mehmet Sıddık Dilek

Çavkanî: www.felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply