Tag Archives: Ziman

Tîrmeh, 2017

  • 26 Tîrmeh

    Cinsê Hewywanên Kedî

    Cinsê rêzimanî yê peyvên ”beran, nêrî, ga” nêr e: em dibêjin ”beranê malê, nêriyê malê, gayê malê” wek çawa ku em dibêjin ”mêrê malê” yan ”kurê malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*berana malê” ji ber ku beran ne mê ne lê nêr in. Cinsê rêzimanî yê peyvên ”bizin, mih/mî, …

  • 25 Tîrmeh

    Bajarên Rojhilatê Kurdistanê

    Kirmaşan Sine Xanê Mehabad Merîwan Şino Pawe Seqiz Serdeşt Kamyaran Bokan Bane Îlam Bîcar Qurwe Ûrmiye Bajarên Kurdên Xorasanê: – Aşxane – Bijnort – Isferayin – Şîrvan – Farûc – Qûçan – Çinaran – Deregez – Kelat   Amadekar: Çandname

Hezîran, 2017

  • 26 Hezîran

    Çemê Xarçîk*

    Çemê Xarçîk, li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, ji palên Çîyayê Awci (Avcı Dağları) dest pê dike, heta ku digîhêje Pîlemûrê gelek çem û ava berfê tev lê dibin, piştî 20 kîlometreyan digîhêje navenda Pîlemûrê û li başûrê Dêrsimê tev li Mûnzûrê dibe. Ji Pîlemûrê ber bi başûr ve Xarçîk û rêya ku diçe Dêrsimê pev re di nav çîyayên tîk re …

  • 15 Hezîran

    Çemê Mûnzûr*

    Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî …

  • 14 Hezîran

    Nivîskarên Kurd û nivîsandina bi zimanên biyanî

    Pir caran, em Kurd bi awayekî çewt bi peyva “pîroz” re tevdigerin. Em ji berîka xwe wateyên wiha sosret lê zêde dikin ku peyva pîroz bi xwe wan venahewîne, wek: Rojeke pîroz e yan cejna te pîroz be, ev cilê nû li te pîroz bin. Bi dirêjiya bindestî û tepeseriya hezar salan, zimanê kurdî dirûva me wek gelekî cuda parastiye. …

  • 11 Hezîran

    Navên Komên Heywanan

    Gelek navên cuda yên komên heywanan jî hene. Komeka ga û çêlekan/mangayan/çêlan bi hev re ”garan” e. Komeka teyran ”ref” e, koma pezî ”kerî”, ”celeb” yan ”birr” e, koma hespan ”revde” yan ”revo” ye û hwd. Helbet di nav her yek ji wan koman de heywanên nêr û yên mê jî hene. Lê ”kerî, celeb, birr” peyvên nêr in û …

Gulan, 2017

  • 28 Gulan

    Ferhenga Kurdî / Fransî – Xebateke 39 salî

    Ferhenga Kurdî – Fransî ya rewşenbîr û nivîskarê kurd Kamiran Alî Bedirxan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate amadekirin.   Sibê li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê danasîna ferhengê dê were lidarxistin.   Biraziya Kamiran Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re ragihand: “Di 6ê Kanûna 1978an de gava apê min Kamiran Alî Bedirxan wefat kir, ez li …

  • 16 Gulan

    Ziman û Jiyan- Bawer Agirî

    Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke. Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê …

  • 9 Gulan

    Çîyayê Nemrûdê

    Çîyayê Nemrûdê di nav Deşta Rehwa û Gola Wanê de bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga (krater) li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; …

Nîsan, 2017

  • 26 Nîsan

    Peymangeha Bedirxan nîşana parastina zimên e

    Ziman nasname û hebûna her miletekê ye , alava herî giring û bihêz e di parastin û pêşketina çand û kiltûra her gelî de, herwiha nîşana herî resen, xweser û tekane ya stûna neteweyî ye, lewma Mîr Celadet Bedirxana gotina xwe ya herî navdar got û bang li Kurdan kir ku, xwe fêrî zimanê xwe bikin dema got: “Kuro! Keçê …