Çemê Xarçîk, li rojhilatê Çîyayên Mûnzûr, ji palên Çîyayê Awci (Avcı Dağları) dest pê dike, heta ku digîhêje Pîlemûrê gelek çem û ava berfê tev lê dibin, piştî 20 kîlometreyan digîhêje navenda Pîlemûrê û li başûrê Dêrsimê tev li Mûnzûrê dibe.
Ji Pîlemûrê ber bi başûr ve Xarçîk û rêya ku diçe Dêrsimê pev re di nav çîyayên tîk re derbas dibin. Şikeftên Bûkan (Odeyên Bûkan, Gelin Odaları) bi qasî 3 kîlometreyan li başûrê navenda Pîlemûrê dimînin, li rojihilatê rê û çem, li jorê çîyan di nav zinaran de hatine çêkirin. Li gor gotinekê ev şikeft di dema Ûrartûyande hatine çakirin. Dibe ku di serî de ev şikeftên xwezayî bûne, lê paşê însanan ew serast û firehtir kirine, ji bo bikaranîna armancên cuda serast kirine. Ev şikeft an ode nêzîkî Pira Xanimê ne û tê gotin ku ji hindurê van şikeftan heta vê pirê dirêncek hene.
Li ser vê rêyê pira dîrokî ya ku îro nayê bikaranîn Pirdê Xanime (Pira Xanimê, Hanım Köprüsü) heye. Zivistanî li vî gelîyî pir berf dibare, rê dixetime û gelek caran aşît jî dikeve, li deverên ku aşît dikeve tunel hatine çêkirin, ev Tunelên Aşîtê tenê ji bo ku aşît rê nexetimîne hatine çêkirin. Ev tunel di sala 1968an de 26 heb hatine çêkirin.
Derê Qarorî û Derê Marqazan li derdora Kiniko (Çobanyıldızı) digîhêjin ser hev û ava vî çemî diherike ser Xarçîkê.
Li rojavayê Xarçîkê, li bakurê rojavayê Danzîgê (Dereboyu, gundê Pîlemûrê) Şikefta Cemedê heye. Derîyê vê şikeftê girover e û şikeft ji 12 beşan pêk tê, li zemînê şikeftê her tim cemed heye,ji jorê şikeftê jî şemnelîkên cemedê xwe bera ser binbanê şikeftê didin. Gundî vê derê wek depoya cemedê bi kar tînin.[1]
Li devera ku rêya Deştê (Balpayam, gundê Pîlemûrê) vediqete, herêma Rebetê (Turnadere, gundê Pîlemûrê) heye. Li derdora Şixan (Akdik, gundê Pîlemûrê), li nêzîkî Pirde Sûr (Pirdo Sûr, Pira Sor, Kırmızı Köprü) Kemera Sûr (Zinarên Sor, Kırmızı Kayalık) heye.
Li herêma xilvês (Xilwîyes, Oğullar, gundê Qişle), li rojavayê rê û Xarçîkê Zinarên Digirîn (Ağlayan Kayalar) hene, ji jorê zinaran av wek ku dilopan bike an baran bibare xwe bera jêr dide û dîmenekî xweşik derdixîne holê. Di mehên zivistanê de ev av dicemide û wek şembelîkan berjêr dirêj dibin. Li vê deverê Şelaleya Zaxge (Çira Zaxge, Zağge Şelalesi) heye, ava Çemê Zaxge tê ser vê şelaleyê, ev av bi borîyan kişandine navenda dêrsimê da ku ji bo wek ava vexwarinê bê bikaranîn.
Xarçîk, piştî ku Çîyayê Zel (Koyê Jel) li rojavayê xwe dihêle û derbas dike, Derê Rojî (Kutu Deresi) tev lê dibe. Li vê devera ku Derê Roj tev lê dibe, gelîyê çem pir fireh dibe, kevîşeneke (sêlkan, plaj) dirêj û fireh çêdibe. Li vir gelek avahîyên xwarin û vexwarinê hene, havînan însan li van kevîşenan dikevin avê, xwe didin ber rojê û xwe diqemirînin. “Me ji zilamekî pirsî ku Çemê Qûtû li ku derê ye, mêrik kenîya û ji me re wisa got; ‘haa Derê Rojî? Ma ci ra Derê Rojî vame.’ Bi vî awayî him me cî nas kir, him jî me fahm kir ku navê wî Çemê Rojê ye.”[2] Navbera vê derê û navenda bajêr 30 km ye.
Xarçîk, piştî ku Marçik (Erdemli, berê gund bû, anuha bûye wek taxeke bajêr) derbas dike, li başûrê navenda bajêr tev li Mûnzûrê dibe. “Em derdikevin ser girê ku li hember navenda bajêr e, li ser vî girî em li peykerê Pîr Siltan Evdal rast tên, wek ku ji me re bibêje ‘hun bi xêr hatin Mamekîyê’ disekine. Ji ser vî girî em dibînin ku Xarçîk tev li Mûnzûrê dibe û dîmenekî xwe em bi dest dixin.”[3]
Abdurrahman Onen
[1] http://metinkahraman.blogcu.com/pulumur-tarihi-cografyasi-ve-koyleri/688012
[2] M. Tornêğeyali, 16 Mayıs 2005, http://dersimzaza.blogcu.com/bir-dersim-gezisinden-notlar/798151
[3] M. Tornêğeyali, 16 Mayıs 2005, http://dersimzaza.blogcu.com/bir-dersim-gezisinden-notlar/798151