Tag Archives: Ziman

Hezîran, 2017

  • 7 Hezîran

    Hin navên Ajalan

    Türkçe Kurdî/Kürtçe Aslan Şêr(erkek),Şepal(dişi) Kaplan Piling Kartal Eylo Fil Fîl(erkek),Diranfîl(dişi) Koyun Mî(Dişi),Beran(erkek),Berx(Kuzu) Sığır Çêlek(dişi),Ganêr,Boxe(hadım edilmeyen erkek ),Ga(Hadım edilen erkek),Golik(dana) Keçi Bizin(dişi),Gîsk(erkek),Kar,Karik(oğlak) Manda Madek(dişi),Gamêş(erkek),sak(malak) Deve: Arvane(Dişi),Lok(erkek) Tavuk Mirîşk Ördek werdek Kaz Qaz Hindi Elok,Culiq, hulî Karga: Qijak Baykuş Bûm, kund Yarasa Şevşevik,Balçûmok Timsah Cirnîs, Kertenkele Marmêlke,margîsk Yılan Mar Kuş Çûk, ,Teyr Kırlangıç Hechecik, hecîreşk Şahin: Baz, Teyrê baz Atmaca: Başok Tilki …

Sermawêz, 2017

  • 4 Sermawêz

    Bilal Çelik: Roleke wergerê jî ew e ku ziman dîsa vegerîne ser ruhê xwe

    Wergernasî wek zanist kengî ket nav akademiyê? Karê wergerê jixwe ji berê de hebû. Lê di 1972yan de wergernasekî bi navê James Holmes di konferansekê de teqdîmek bi navê Nav û Siruşta Xebatên Wergerê pêşkêş kir. Holmes di wir de karê wergerê dabeş dikir wek wergera sepandî û wergera xwerû ku di bin banê xwe de ya teorîk û ya …

Cotmeh, 2017

  • 17 Cotmeh

    Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin

    Xwendekarên beşdarî kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî bûn wiha gotin: “Ji bo em hînî kurdî bibin, pêş ve bixin û bikin zimanê jiyanê li vir in.”  Komeleya Lêkolînên Kurdî ku di Adara 2017’an de hat avakirin, dest bi dersên xwe yên serdema nû kirin. Komele di 1’ê Cotmehê de dest bi dersan kir û dersan bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dide. …

  • 9 Cotmeh

    Kurdên li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî vekirin

    Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya Rewşa Awarte de hate girtin, Kurdên li Stenbolê bi awayekî xwebexş, komeleyeke zimanê Kurdî vekirin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevahiya sazî û dezgehên çand, kultûr û zimanê Kurdî hatin girtin. Li Stenbolê jî heman rewş araste bû û saziya sereke ya ziman û lêkolînên Kurdî …

Îlon, 2017

  • 27 Îlon

    Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

    Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin. Ji Çîyayê Baxirê (Koyê …

  • 20 Îlon

    Çemê Mûradê

    Çemê Mûradê, bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê devera ku gelek av jê derdikevin re Çilkanî (Kırkmemba) û …

  • 13 Îlon

    Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

    Çiyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çiyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çiyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek… Çiyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên wê pir in, gelek zozanvan tên van zozanan. Zozanên herî …

  • 12 Îlon

    Ziman û Netewbûn

    Hewce nake mirov gotinê zede dirêj bike, mirov bi kîjan zimanî bijî bixwaze jî nexwaze jî aîdî wî zimanî ye. Dibe ku tu Kurd be, li paytexta welatê xwe bijî, serbilindiyê bi bircên hezar salane bike û bêje; çi dîrokeke me ya kevnar heye lê dema tu bi Tirkî peyivî li bin siyên wan bircan, kodên te, hebûna te ya …

Tebax, 2017

  • 19 Tebax

    der barê…de / der heqê…de

    Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî hîn bibe, mirov dibêje ‘’Tu der barê vê yekê de çi difikirî?’’ yan jî dibêje ‘’Tu der heqê vê yekê de çi difikirî?’’  Her wiha mirov bi xwe jî dikare bibêje ‘’Min der barê vê yekê de tiştek got.’’ an jî dikare bibêje ‘’Min der heqê vê yekê detiştek got.’’ Heke di hevokê de ”der barê” yan jî ”der heqê” hebe, pêşdaçeka ”di” nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Wekî ”der barê…de/der heqê…de” Mînak: Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî? Der barê mijara duh de raporekê binivîse.  …

  • 6 Tebax

    Pirzimanî melhema saxlemî û zîrekiyê ye

    Li gorî lêkolînên nû mirovên pirzimanî ji yên yekzimanî  saxlem û zîrektir in. Pirzimanî derman an jî melhema tenduristî, zîrekî, jêhatî û serkeftiniyê ye.  Ji ber ku  kapasîte û ҫarҫoveya raman û hizrandina mirov firehtir û kûrtir e. Li ser pirzimaniyê encameke nû jî derket holê ku  Pirzimanî mirov ji nexweşiya demensê (hişwendakirinê) diparêze. Di warê zanist û lêkolînê de, …