Nivîskarên Kurd û nivîsandina bi zimanên biyanî

Pir caran, em Kurd bi awayekî çewt bi peyva “pîroz” re tevdigerin. Em ji berîka xwe wateyên wiha sosret lê zêde dikin ku peyva pîroz bi xwe wan venahewîne, wek: Rojeke pîroz e yan cejna te pîroz be, ev cilê nû li te pîroz bin. Bi dirêjiya bindestî û tepeseriya hezar salan, zimanê kurdî dirûva me wek gelekî cuda parastiye. Zimanê kurdî tapoya me wek gelekî cuda li ser vê qadê hîştiye. Lewra eger pêkan be peyva pîroz di destpêka vê sedsala nû de bê bikaranîn, êdî zimanê kurdî hêjayî wê peyvê ye.

 

Pirsa li ser ziman, pirsa hebûn û amadebûna me wek gelekî cuda li ser rûyê qadê ye. Ligel vê jî, diyar e pirsa zimên hêj nebûye beşek ji siyaseta hikûmetên me yên li pey hev. Diyar e pirsa zimanê kurdî, hêj cihê xwe di kar û planên wezaretên çand, perwerde û xwendina bilind de negirtiye!

 

Diyar e di aliyê zimên de, takekesê Kurd li dinyayê bêmînak e. Ew di qadên endazyarî, cografya, fîzîk û hwd de, xwediyê bawernameyên bilind e, lêbelê nikare nameyeke asayî bi kurdiyeke rewan binivîse. Em dikarin bêjin, ji serhildanê û vir ve, zimanê kurdî li Başûrê Kurdistanê ji bedewî û estetîkê vala bûye!

 

Ziman deste û taxim û çînên gelekî dike yek. Civakê ewqasî bihêz dike ku hişekî hevgirtî wê birêve bibe. Ziman dikare axaftina wan, hêvî û îradeya wan bike yek. Her gelekî ku zimanê wî yê yekbûyî nebe, bi xwe jî nabe gelekî yekbûyî. Gelê ku zimanê xwe winda bike jî, bihayê xwe yê mirovane winda dike.

 

Ziman bandorê li ser hizrê dike. Em dikarin bêjin, em wek gelekî bi saya zimanê kurdî hene. Her gelek bi peyv û bêjeyên zimanê xwe wêneya serdem û derdora xwe û cîhanê dikişîne. Tu her diyardeyekê bigirî, ziman bi şêwaza xwe wê derdibire û wêneya wê dikişîne. Bi wê wateya ku em dinyayê bi kurdî dibînin. Çimkî em bi kurdî difikirin. Ew peyvên ku em wan rojane bikar tînin, berhema kultûr û çanda gelekî ne ku tu wiha bi hêsanî nizanî di dema kevn vedigere kîjan çax û dewranên dîrokê.

 

Edebiyata ku di nava hegemoniya zimanên erebî, tirkî û farisî de, di şert û mercên neçê yên bindestiyê de, bi zimanê kurdî hatibe nivîsandin, cuda ye ji tiştê ku vêga tê nivîsandin. Dibe ku ew edebiyata hingê, ku ji serî heta binî helbest bû, bêtir dilînî û hestên wergir livandibe. Em nifşê îro jî, hem rêza wê digirin, hem jî wek rabirdû û entîke lê dinerin. Wek wê rêza ku li ba nifşê niha li hember Mem û Zîna Xanî û helbestên Hacî Qadirê Koyî heye. Em wek entîke lê dinerin çimkî bêmînak in û dubare nabin. Herwiha mûmkin e ku dîtin û nerîna me li wê edebiyatê tevlî dilîniya neteweyî jî bûbe.

 

Wekî din, eger hingê nivîskarê Kurd ne serbest bûbe û ji bêgavî bi zimanê erebî, tirkî û farisî nivîsandibe û derbirîn kiribe, lê niha li Başûrê Kurdistanê nivîsandina bi kurdî azad û serbest e. Mafê me jî heye em bipirsin, gelo niha çi behaneyek di destê nivîskarên Kurd li Başûr de heye ji bo nivîsandina bi erebî?

 

Bêguman her gelek bindest be, zimanê wî jî bindest dibe, ber bi paş ve diçe û wek pêwist pê nayê nivîsandin. Ziman jî bi hêza nivîsandinê hildikişe û geş dibe. Li Iraqê, erebî zimanê piraniyê û zimanê fermî yê dewlet û olê bû. Ango rêza yekemîn ji zimanê erebî re bû. Hemû weşanxaneyên welêt, erebî bûn. Lewma her karekî wêjeyî, eger bi kurdî hatibe nivîsandin, derfeteke pir kêm ji bo çap û weşanê li ber wî hebû.

 

Niha rewşeke nû li holê ye. Ziman nasname ye. Zimanê kurdî movika piştê ya nasnameya gelê Kurd e. Ziman û xak, hevalcêwiyên nasnameya kurdewarî pêk tînin. Lewra her berhemeke ku bi zimanê erebî hatibe nivîsandin, em dikarin bêjin ku nasnameya erebî di hinavê xwe de hildigire. Ango ew edebiyata ku nivîskarekî Kurd bi zimanê erebî dinivîse, di aliyê nasnameyê de netemam û nivîşkan e. Lewra nabe li ser edebiyata kurdî û wek encam li ser gelê Kurd bê hesibandin. Ew edebiyat di her kitêbxaneyekê de bê kategorîzekirin jî, di nav edebiyata erebî de cih digire.

 

Eger hin kes hebin ku nikarin wê hizra ku di mejiyê xwe de hilgirtine, bixin çarçoveya zimanê kurdî û bi kurdî nîşan bidinn, gunehê vê yekê ne di stûyê zimanê kurdî de ye, lê ev xemsariya takekesan bi xwe ye ku, nekarîne zimanê xwe geş bikin da têra her hizr û her zanistekê bike. Bêşiyaniya her zimanekî, sedemê wê bêşiyaniya takekesan bi xwe ye.

 

Gunehî di stûyê wan bi xwe de ye ku nekarîne wek pêwist xizmeta zimanê xwe bikin û bi pêş bixin. Ziman ne berpirsiyar e. Çimkî ew hemû çîrok û roman bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Yan ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin, ji me re diyar dibe ku bikaranîna ziman li ser ast û şiyana takekesan bi xwe dimîne. Takekes dikarin şiyana xwe ya zimanî bi pêş bixin.

 

Ziman ne tenê hejmarek peyvên bê reh û kok in. Pêwendiyeke rewanî û dîrokî ya ziman bi takekesên gel ve heye. Kurdê ku bi zimanê biyanî binivîse, wan hemû pêwendî û sozbendiya rewanî û dîrokî piştguh dike, ku ji nifşê kevn gihîştine nifşê niha û em di bin sîwana xwe de kom kirine, em kirine kesên hev. Beisiyan bawer dikir ku mirovê ku bi zimanê erebî bipeyve, êdî Ereb tê hesibandin. Herwiha kesê li ser axa welatê Ereb bijî, Ereb tê hesibandin!

 

Jixwe nivîsandin ne tenê rêzkirina mistek peyv e, lê sîstemeke mentalî û hizrî ye jî. Nivîskarê ku bi zimanê kurdî binivîse, diyar e bi kurdî jî difikire. Nivîskarê ku bi zimanê erebî jî binivîse, bi erebî difikire. Erebî û kurdî du ziman in ku dîrok û rêziman, paşxan û bilêvkirina wan cuda ye. Zimanê erebî nivîskar dibe jîngeha çolistanê, dibe aliyê gelekî ku kokeke wî ya din heye û ne ser bi herêma me ye. Wek çawa zimanê kurdî mirov dibe erdnîgariyeke din a çiyayî ku atmosfera wê cuda ye. Herwiha rêzimanên van herdu zimanan pir dûrî hev in.

 

Ereb bi devokî difikirin ku sedan şêweyên wê hene. Ango her komek bi şêweya devoka devera xwe. Lêbelê Ereb bi “fusha” ango standard dinivîsin. Ango di dema nivîsandinê de, fikirîna xwe ya devokî werdigerînin ser zimanê standard. Tu her nivîskarekî Ereb bigirî, beriya ku bi erebî binivîse, pêşî di hizra xwe de, tiştê ku wiha lê difikire werdigerîne. Ev jî ne karekî hêsan e.

 

Li hêleke din, ne hêsan e kesekî ne Ereb bikare çend tîpên erebî bi dirustî bilêv bike. Ango hin tîp hene, Ereb tenê dikarin wan bînin ziman. Diyar e mirovên Ereb jî bi zehmetî dikarin tîpên wek “P, j û V” bilêv bikin.

 

Bi kurt û kurmancî, ez wiha difikirim: Kurdê ku bi zimanê erebî binivîse, Kurd zû wî û berhemên wî ji bîr dikin!

Heme Ferîq Hesen-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply