
Ji pênûsa Remezan Alan berhemeke nû:
Destpêkek Ji Bo ZANISTA EDEBIYATA MODERN
Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe “zanîn”ek heye? Ew warê ku jê re poetîka, teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin, bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove, metin, wate, edebîtî, erkê edebî, cure, peywend, zewq, xweseriya estetîk, resenî, teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?..
Zanista Edebiyata Modern, di ber van pirs û yên wekî van de, li ser têkiliya modernîteyê û edebiyata modern; li ser têgehên bingehîn ên teoriya edebiyatê û her wiha li ser rengîniya rê û rêbazên rexne û teoriyên modern serê xwe diêşîne. Li ber dide ku bi zimanekî îronîk û hêsan serî bi zehmetî û mirûztehliya kêşeyên teorîk re derxe. Bi vî rengî hem ji bo meraqdarên edebiyatê, ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind dibe referansek û hem jî ji bo kurmancî mimkuniya zimanekî raveker nîşan dide…
Gotara berê: Sûda Pirzimanî (Kurdî-Îngîlîzî)
Gotara piştî: Anamnez- Pirtûka Tenduristîyê ya Kurdî
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

