Zanînî çi ye û Çawa Dertê Holê?

Serdema ku niha em tê de dijîn, carinan bi navê Serdema Ragihandinê, carinan jî bi navê Serdema Zanistî, Serdema Teknolojiyê û pir caran jî bi navê Serdema Zanînîyê, tê zanîn. Rastî ew e ku hemû binavkirinên bi vî rengî, meriv dikare bibêje ku hev temam dikin.

Zanist, cîbicîkirinên teknolojiyê ber bi pêşveçûnê ve diajo, teknolojiya ku xurt û berfireh dibe jî, leza ragihandinê zêdetir dike. Xûrtbûn û pêşveçûna leza ragihandinê jî, bidestxistina zanînîyê gelekî hêsan dike. Bi taybetî jî hebûna computûran û înternetê û hebûna amûrên ragihandinê yên bi qablo û bêqablo, di roja me ya îro de, gihêjtina zanînîyê gelekî hêsan kirine.

Bêguman meriv dikare bibêje ku bi vê pêşveçûnê re di warê zanînî texlîdên zanînîyê, rê û rêgeha bidestxistina zanînîyê û meşrûiyeta wê de, hinek pirsgirêk derketine holê. Lewra zanînî di roja me de êdî tê firotin û kirîn jî. Di pergaleke wiha de danasîna zanînîyê û zanîna taybetmendî û texlîdên wê, gelekî girîng e û pêdîvîyeke jêneger e.

 

Alî Gurdilî

(Ev nivîs ji malpera Alî Gurdilî hatiye wergirtin)

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Felsefeya Tesewûfê

Tesewuf, yekbûna Xwedê, afrandina gerdûnê û hebûna wehdetê wucûdê bi bîr û baweriya ola Îslamê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *