Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Li gundekî melayek û keşayek hebûn. Rojekê mela û keşa bihev re peymanekê çêdikin û bihevre genim diçênin. Dema ku genim digehe, zer dibe, mela û keşa diçin nav zêviye dixwazin genimê xwe lihev belavkin. Mela ji keşa dipirse:

– Tu serê dibî an binî?

Keşa dibêje:

– Ez bini dixwazim.

Mela bi vê bersivê gelekî kefxweş dibe. Duvre genim diçine. Mela genimê xwe dibe malê û ji keşa re dibêje ê ku ma ê te ye. Keşa ji vê bazarê bi xisar derdikeve.

Disa rojek ji rojan mela bangî keşe dike û jê re dibêje ka em dîsa bihevre karekî bikin. Kêfa keşa tê. Dibêje:

– Ezê heyfa xwe ji mela bistinim.

Ve carê mela û keşa biryara çandina pîvaza didin. Diçin bi hev re pîvaza diçinin. Dem dibuhure û pîvaz şîndibin. Dema çinîna pîvaza tê. Mela û keşe bi hev re diçin nav bexçe û mela ji keşe dipirse:

– Te ji ser te ji bin?

Keşe ji cara dî dersa xwe girtiye û li gora hişê xwe û aqilmendiya xwe dibêje:

– Min ji ser.

Mela bi vê bersivê gelekî dilşad dibe. Mela ji keşe re dibêje:

– De ka ê serê bide hev, da ez jî ê xwe bidin hev.

Keşa bi lez seraser pîvazê xwe dide hev. Duvre mela pîvazê xwe yeko yeko ji binê erdê derdixê û wa dibê bazarê ji xwe re difroşê û karekî mezin bidest dixe. Keşa ji vê encamê pir aciz dibe. Tê ji mela re dibêje:

– Ev du cara ez bi te re diçênim û di her du ka de min xisarkir û te karkir.

Mela dibêje:

– Ma ne te ji xwe re dipejirand. Ez çi bikim?

Keşe dibêje:

– Na ev halo çênabe. De vere emê lihevbidin.

Mela vê peşniyarê dipejirênê. Mela diçê du dara tênê. Ji keşe dipirse:

– Du dar liwirin tu kîjan darî dixwazî?

Keşa dibêjê:

– Ev ne mesela genim û pîvazaye. Ez darê direj dixwazim.

Keşa darê direj ji xwe re digre. Ê dî mela û keşe lihevdidin. Ji ber ku di hundirê xaniyekî de ne keşe nikarê darê xwe hilde û deyne. Ji bo ku darê mela kine, mela têra keşe lêdixe.

Piştî demekê rojekê keşe tê ba mela dibêje:

– Ka em vê carê li derve lihevxin.

Mela vê pêşniyarê dipêjirêne. Ve carê keşa darê kin dixwaze. Mela dengê xwe dernaxe. Dest bi ledanê dikin. Ji ber ku darê mela dirêje nahêlê ku keşa nezêkî vî bibe û her cara ku keşe xwe dilîvîne mela darekî li pişta keşe dixe. Bi wî awayî mela têra keşa lêdixe. Ji wê rojê pêve keşe xwe ji mela digire. Devera ku mela diçe keş xwe jê dûr digire.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply